‘Di qada perwerdeyê de cudakirina xwendevanan nayê qebûlkirin’
Rêvebera Dibistana Amadehî ya Şehîd Gabar, Henan Bekir, li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku cudakirina keç û xortan di warê perwerdeyê de bandorên neyînî li ser zanist û civakê dike.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027’an li Sûriyeyê, biryarek ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hat girtin. Li gorî biryarê xwendekarên keç û xort dê ji hev bên cudakirin.
Ev biryar li dibistanên navîn û amadehî yên li herêmên Rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e. Xwendekar, malbat, mamoste û rêveberên dibistanan ji vê biryarê nerazî ne.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek ji dibistanên navîn û amadehî hene. Bi destpêkirina sala xwendinê re jî xwendekar ji hev hatin cudakirin. Dibistana Amadehiyê ya Xortan a Şehîd Gabar (El-Nabîxa) ku berê yê xoratan bû, lê çend salên dawî de xwendekarên keç û xor bi hevre lê dixwandin, piştê vê pêvajoyê cardin wê tenê wendekarên xort lê bixwînin, xwendekarên keç jî ji bo dibistanên din hatin veguhestin.
Rêvebera Dibistana Şehîd Gabar, Henan Bekir, têkildarî biryara cudakirina xwendekarên keç û xort axivî û daxwazên xwe anîn ziman.
Di navbera biryarên rejîma Beasê û tecrubeya Rêveberiya Xweser de
Henan Bekir di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku biryara jihevcudakirina xwendekarên keç û xort di serdema rejîma Beasê de jî hebûye û tecrubeya pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser yê 15 salan guhertinên ku bi xwe re anîn wiha vegot: “Divê xwendekar bi hev re bi awayekî asayî perwerdeya xwe bibînin, bêyî ku pirsên cuda di mêjiyê wan de çêbibin. Di qonaxa navîn û amadehiyê de ji hev tên cudakirin, ev yek di mejiyê wan de gelek pirsan çêdike. Çima di van qonaxan de ji hev tên cudakirin û paşê li zanîngehê dîsa tên cem hev?”
Henan Bekir bal kişand ser aliyên erênî yên tecrubeya Rêveberiya Xweser a di pergala perwerdeyê de û wiha berdewam kir: “Xwendekaran bi hev re perwerde didîtin, pê re ruhê hevaltiyê, alîkarî û piştgiriya wan ji hev re wekî keç û xort gelekî li pêş bû. Ev pêvajo bêyî jiyîna pirsgirêkên cidî derbas bû. Ev biryar nebû sedem ku malbat gazinan bikin an jî nerazîbûnên xwe nîşan bidin; ji ber ku biryarek erênî bû bandora wê jî li ser derûniya xwendekaran û asta têgihîştina wan pir zêde bû.”
Xwendekar mamoste û gel bi ferzkirina biryarên hikûmeta demkî re rûbirû ne
Henan bal kişand ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya cudakirina xwendekarên keç û xort û helwesta xwe wiha anî ziman: “Bi biryara cudakirina xwendekaran a li gorî zayenda wan, em vedigerin sîstem û hişmendiya rejîma Baasê. Ev biryar rastî nerazîbûna xwendekaran, bertekên mamosteyan û fikarên malbatan hatiye. Eger li vir behsa demokrasî û wekheviyê tê kirin divê ev yek li ser pergala perwerdeyê jî xuya bike. Eger xwendekarek hewcedarê lêkolînek an jî pirsek be, pir asayî ye ku xwendekareke keç alîkariyê bike û berevajî vê jî wisa ye. Hikûmeta demkî biryaran li ser xwendekar, mamoste û gel ferz dike bêyî ku rîskên wê bibîne, bi taybetî di mijara xwendina bi zimanê Kurdî û cudakirina xwendekaran de.”
‘Beriya girtina biryaran divê lêkolîn bên kirin’
Henan Bekir da zanîn ku divê hikûmeta demkî beriya dayîna biryaran, lêkolîneke giştî ku nêrînên xwendekar û malbatan jî tê de hebin bike û wiha pê de çû: “Divê biryar ne ferzkirî bin, xwendekar û malbat çi ji bo zarokên xwe guncaw dibînin divê li ser wê bingehê biryar bên girtin. Malbatên xwendekaran ji biryarên hikûmetê yên der barê pergala perwerdeyê de nerazî ne û ji me dixwazin ev biryar bên betalkirin.”
Zanyarî û biryar di navbera paşverûtiya civakî û rastiya zanistî de ne
Henan Bekir fêrbûna xwendekarên keç û xort a di warê zanistî de bi bîr xist û wiha behsa erêniyên wê kir: “Materyalên zanistî, gerdûn, jîngeh û bedena zayenda jin û mêran jî şîrove dikin. Hişmendiya ku vê yekê qedexe dike, pirsgirêkek e; ji ber ku xwendekarên jin û xort qedexe û şerm nabînin ku pirsên nazik li ber hev bikin. Di fêrbûna zanistê de şerm tune ye. Ji lewre girîng e ku bi hişmendiya qedexe û şermê, nêzîkatiyên çewt ji bo xwendekaran çênebin.
Em li pergala welatên Ewropayê binêrin, xwendekar bêyî ji hev cuda bibin, perwerdeya xwe dibînin. Ji ber vê yekê zarok ji 5 salî ve fêrî civakbûyînê, çand û exlaq dibin. Her xwendekarek xwedî wî mafî ye ku bedena xwe fêm bike û nas bike. Ji lewre divê zarok pêşî li malê bên perwerdekirin, da ku di qonaxên navîn û amadehiyê de bi awayekî asayî derbas bibin.”
‘Daxwaz betalkirina biryarê û fermîkirina zimanê dayîkê ye’
Di dawiyê de Henan Bekir nerazîbûna xwe der barê biryara cudakirina xwendekaran de anî ziman û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê ev biryar bê betalkirin, da ku xwendekarên keç û xort perwerdeya xwe li dibistana xwe ya herî nêz bidomînin. Her wiha divê di destûra nû ya Sûriyeyê de zimanê Kurdî fermî bibe, da ku xwendekar bikaribin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeya xwe bidomînin.”