Di nava zeviyên bi mar û dûpişk de bi heqdestek kêm dixebitin

Şerê li Sûriyeyê bû sedema bi sedan jin û zarokên bêxwedî. Gelek ji wan neçar man di pîşeyên cuda de bi saetên dirêj beramberî mûçeyekî kêm bixebitin. Bi wî pereyê ku digrin tenê dikarin hinek pêdiviyan bi cih bînin.

HADEEL EL-OMER

Idlib- Li ber tava germ jinên Idlibê zêdetirî 8 saetan ji bo pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin di nava zeviyên çandiniyê yên bi mar û dûpişk de bi komkirina berheman di şert û mercên dijwar de dixebitin lê pereyê ku digrin tenê têra nanê zuha dike.

Nada Tarîf a 29 salî penaber e li bajarê Idlibê bi cih bûye. Ew tenê 10 lîreyên Tirk beramberî saetek kar digre. Her çiqas ku li gel sê zarokên xwe yên sêwî ev pere li beramberî keda wê kêm e jî ji tunebûnê baştir e û dikare hinek be jî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hevjînê wê di dawiya sala 2019’an de di êrîşeke li ser bajarê wan de hatiye kuştin.

Li ber tavê bi pereyê kêm û di nava mar û dûpişkên di zeviyan de dixebitin

Kêmbûna derfetên kar û bêkariyê li gel kêmbûna mûçeyan ku 50 lîreyên Tirk derbas nake bûn sedem ku Nada Tarîf di van rewşên zehmet de kar bike. Rojê tenê 80 lîreyên Tirk ango 3 dolaran tenê digre ji bo deynê dikanan bide.

Berhevkirina berheman û çinandina zeytûn, sebze û fêkiyan e karê wê. Tevî werşeya ji 10 jinan pêk tê dixebite, hebûna jinên weke wê rehetiyek derûnî li gel çêdike hemû zehmetiyên kar derbas dike.

Nada Tarîf behsa metirsî û astengiyên kar dike û dide zanîn ku ji ber belavbûna mar û dûpişkan di nava zeviyan de, carek bi hevalek xwe re bi giranî birîndar bûye. Ligel van xeteran, ji ber tava germ her dem serê wê diêşe.

Debara hevjînê wê yê astengdar û 4 zarokan li ser milên wê ye

Li nêzî kampa Rohîn a Bakûrê Idlibê Yasmîn Cemal a 35 salî jî ji bo hevjînê xwe yê astengdar û 4 zarokan bi heman awayî di zeviyên çandiniyê de bi heman mûçeyê kar dike. Ew tekane berpirsa malbata xwe ye piştî ku hevjînê wê di qezayeke trafîkê de astengdar bû, ji wê demê û pê ve ew hem hevjîn e, hem dayik e û hem jî berpirsa malbatê ye rojane di nava şert û mercên zehmet de kar dike.

‘Heta sax bim dev ji zarokên xwe bernadim’

Yasmîn Cemal dibêje ku ew rojane 70 lîreyên tirk digre, tenê dikare nan û hinek sebzeyan bikire û dide zanîn ku ev yek ji tunebûnê baştir e alîkariyê ji kesê naxwaze. Yasmîn Cemal diyar dike mala bavê wê zexteke mezin lê dikin ku hevjîn û zarokan berde û bi mêrekî din re bizewce.

Yasmîn Cemal dibêje: “Heta sax bim dev ji zarokên xwe bernadim, bi hemû hêza xwe zehmetiyên kar tehemul dikim ji bo zarokên xwe. Bi 70 lîreyên tirk hewl didim debara xwe bikim. Ez li gel zarokên xwe me, ji bo min, jiya bi zarokan re ji hemû malê dinyayê baştir e, nikarim dûrî wan bimînim.”

Di nava zeviyan de dixebite

Yasmîna penaber gelek caran li pîşeyên alternatîf ku hinekî hêsantir bin geriyaye lê tunebûna bawernameyê dibe asteng. Wekî din jî pîşeyên din dizane lewre derfetên wê yên kar kêm in, neçar e di zeviyên çandiniyê de kar bike. Ew berheman diçîne, av dide û berhemên wan berhev dike.

Ji bo ku bikaribe mesrefa xwe ya zangîngehê derxe dixebite

Her wiha Rûba Zêdan 23 salî ye xwendekara zanîngehê ye ji bo bikaribe xwendina xwe biqedîne di nava zeviyan de kar dike. Piştî ku bavê wê nikaribû alîkariya wê bikira, neçar ma ji bo mesrefa xwendina xwe bixebite.

Ruba Zêdan di werza havînê de kar dike mesrefa xwe ya xwendinê û semîneran û heqê çûnhatinê kom dike lê kar giran e û mûçe kêm e têra hemû mesrefa wê nake. Rojane nêzî 9 saetan kar dike beramberî 9 lîreyên Tirk ji bo her saetê. Ev jî ne li gorî zehmetiya kar e lê ji tunebûnê baştir e.

‘Divê heqdesta karkeran bi biryarên fermî were diyarkirin’

Ruba Zêdan diyar kir ku divê heqdesta karkeran bi biryarên fermî were diyarkirin. Bi taybetî ji ber ku mafên jinên Idlibê bi giştî nîn in û tên binpêkirin ji ber tunebûna zagonên parastina jinan û keda wan, qe nebe divê di warê keda wan de biryareke fermî hebe.