“Di nava salê de çalakiya me ya bi bandor greva birçîbûnê ya 9 mehena dom kirî bû”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek di derbarê xebatên wan ên sala 2021’an de nirxandin kir û got: “Bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ re me gelek xabat dan meşandin, yek ji wan jî greva birçîbûn ya 9 mehan dewam kirî bû. 5’ê Mijdarê me konferansa xwe li darxist û di wê de bernameyên dewlemend ji bo sala nû da pêşiya xwe.”

HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr – Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di Nîsana sala 2003’an de hatî avakirin, heta nîha bûye sêwana xebata jînên wargehê, jinên di rêveberî û saziyên giştî de cih digrin di heman demê de nunertiya xwe têde dibînin. Ji roja ku Meclîsa Îştar hatî avakirin heta niha di biniya saziyên weke Weqfa Jin, Akademiya Şehîd Jiyan, durunxane ya jinan û Jineolojî de xebat dane meşandin. Her du salan Meclis konferansa xwe çêdike û bi rêveberiyên nû bernama du salan didin pêşiya xwe. 5’ê Mijdarê bi diruşma ‘Bi ruhê yekitiya jinan, emê têkoşînê bilind bikin, Rêber Apo azad bikin’ Meclisa Îştar 12’emîn Konfaransa xwe bi bejdarbûna 400 delegeyan li darxist. Di konfaransê de 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar hat hilbijartin û ji wana 7 endamên Koordînasyona Meclîsê ne ku wê xebatên dû salan berdewam bikin. Her wiha endamên meclîsê di komiteyên dîplomasî û aborî yên giştî de jî cihê xwe digrin. Bi destpêkirina sala 2021’an re Meclîsa Îştar bi diruşmeya ‘Dem Dema Azadiyê’ dest bi çalakiyan kir. Yek ji çalakiyên dem dirêj dom kir jî çalakiya gireva birçîbûnê ya dibiniya meclisê de hat despêkirin û bi qasî salekê dom kirîbû. Endama Koordnasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek xebatên sala 2021’an ên di biniya Meclisê de hatî kirin nirxand. 
“Çalakiya me ya greva birçîbûnê 9 mehan dom kir”
Xurbet Îşlek çalakiya girêva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Meclîsa Îştar hatî destpêkirin û hemû wergeh bi awayek germ bejdarbûna xwe jêre çêkirî nirxand û got: “Bi destpêkirina sala 2021’an re bi pêngava ‘Dem dema Azadiya Rêber Apo’ ye me dest bi çalakiyên xwe yên sala 2021’an kir. 18’ê Kanûna 2020’an bi pêşengiya Meclîsa Îştar û bi bejdarbûna tevayî gelê wargeha Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger destpê kir. Çawa ku wargehê 28 salên penaberiyê bi berxwedaniya xwe gihandin vê astê, bi wê giyan em li çalakiya girtiyê zîndanan dayî destpêkirin, weke gelê wargeha Mexmûrê û qampa Lavrû ya Yunanistanê xwedî derketin û me jî dest bi çalakiya girev birçîbûnê kir. Di wê demê de ev çalakî bi hemû derfetên xwe û bi tevlîbûnek bihêz 9 mehan dewam kir. Armanaca me ya sereke bi awayekî fîzîkî azadiya Rêber Apo bû. Heta astekê li herçar aliyên Kurdistanê berxwedaniyek hat kirin, lê ev berxwedanî wîsan lê nehat ku em bi karibin Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bikin. Rewşa li girtîgehên Tirkiyê tê jiyîn rojane girtî bi îşkence, kuştin, tacîz û tecawîzan re rû bi ru dimînin, di bin van şert û mercan de jî girtiyê siyasî çalakiya xwe ya ji bo azadkirina Rêber Apo dan meşandin. Weke Wargeha Mexmûrê têkoşîna me bi awayê cûr be cûr wê berdewam bike.”
“Ambargo û êrîşên dewleta Tirk li ser Mexmûrê berdewame”
Piştî bûyera restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê ku endamên Mita Tirk Osman Kose di 17’ê Tîrmehê de lê hat kuştin ji 19’ê Tîrmeha 2019’an heta nîha PDK’ê amborgoyek dijwar daniye ser wargehê û nahêlin nexweşên rewşa wan giran jî derbas bibin. PDK’ê dorpêç li ser wargehê giran kiriye û rê li hatin û çunê girtiye ji ber wê heta niha gelek dayikên ducanî ji sedema kêmderfetiyan zarokên xwe winda kirin. Di nava embargo û dorpêçê de êrîşên bi balefirên bê mirov ên dewleta Tirk jî nesekinîn. 
Xurbet Îşlek bal kişand ser zehemtiyên di bin amabargo ya ku PDK’ê li ser wargehê daye çêkirin û du salin dewam dike û wiha dom kir: “Di nava berxwedaniya ku di hat kirin de jî weke gelê penaber em di pêvajoyek gelek dijwar re em derbaz dibin. Ambargo ji hêla PDK’ê ve li ser wargeha me ya penaberên Mexmûrê dewam dike. di vê amabargoyê de gelek dayikan zarokên xwe winda kirin, gelek kes bê kar man û xwendevanên ku diçûn zanîngehê ji xwendina xwe bê par man. Ji bejayî ve hatina çeteyên DAIŞ’ê, ji hewayî ve jî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Di nava vê salê de çar caran wargeh ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombaran kirin. Heta cihê lîstoka zarokan jî bombakirin. Em dizanin armanca wan belavkirina wargehê û valedarxistina berxwedan û iradeya gele. Ji roja ev gel penaber bûne heta niha yek armanca me heye em gelek siyasîne heta nasnameyek ya Kurd nebe û em bi awayek fizîkî Rêberê xwe azad nekin wê berxwedana me berdewam be.”
“Di nava salê de herî zêde giringî hatiye dayîna perwerdê”
Xurbet Îşlek girêdayî xebatên saziyên meclîsê dane meşandin jî ev agahî dan: “Di binya Meclîsa Îştar de gelek sazî hene, her saziyek di nava Wargehê de rêxistinek xwe heye û di binya saziya xwe de xebatê didin meşandin û hemû jî nuneriya xwe di Meclîsê de dibîne. Meclîs weke sêwana hemû jinên ku di saziyên cûda de kar dikin e. Xebatên Meclîsê yên xweser ku jin didin meşandin weke Weqfa Jinê, di nava weqfê de beşê durinxane û dibîstanên dayikê, beş çandê, meclîsa zarokan hene. Ev hemû xebatên xwe di binya weqfê de didin meşandin. Akademiya Şehîd Jiyan jî di rêxistinkirin û perwerdekirina jinan de rol di leyîze. Komîteya Jineolojî jî perwerdekirina jin û mêran didin û di dibîstanê de waneya jineoliyê didin xwendevanan. Komîteyên me yên aborî û dîplomasî jî xebatên xwe didin meşandin. Di vê salê de xebatên perwerdekirina jinan,  waneyên zimanê Kurdî û perwerdeyên zimanên din ji bo keçên ciwan hat dayîn.”
“Di konferansê de me bernameyên du salan dan pêşiya xwe”
Endama koordnasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek bi bîr xist ku hemû xebatên sala 2021’an di bin navê pêgava ‘Dem Dema Azadiyê’ de hatine meşandin û got: “Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jin bi cilên xwe yên rengîn li hev kom bûn û xarinên herêma xwe dan nasîn. Bin navê pêgava ‘Dem Dema azadiyê’ ye gelek çalakiyên weke daxuyanî, seminer û sînevizyon hatin li darxistin. 5’ê Mijdarê bi diruşma ‘Bi ruhê yekitiya jinan, emê têkoşînê bilind bikin, Rêber Apo azad bikin’ me 12’emîn Konfaransa xwe bi bejdarbûna 400 delegeyan li darxistin. Di konfaransê de berxwedana dayika Emîne Şenyaşar û dayikên li ber deriye Sêmalka ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne hat silav kirin. Bi rasthatin 25’ê Mijdarê roja têkoşîna jinê ya li beramberî tundîtujiyê re cardin semîner di derbarê berxwedaniya jinê de hatin dayîn, bi awayek girseyî jî ev roj hat pêşwazî kirin û jin meşiyan. Di sala pêşiya me de jî hîn zêdetir emê xebatên xwe baştir bikin û armanca me ya serke bi awayek fizîkî azadkirina Rêber Apo ye. Dê çalakiyên me bi xebatên me yên nû re hîn zêdetîr xurtir bibe.”  
Xurbbet ji bo nêzîkatiyên hikumeta Iraqê ya xwestin derdora wargeha wan têl bikin jî wiha got: “Weke jinên wargehê em bi biriyarin ku emê li hemberî vê helwesta wan bisekinin û desturê nedin tu hêz me têxe qefesê.”