Di nav kavil û wêranên şer de quncikek afirînerî û xeyalê

Li hemberî rewşa koçberiya ji Efrînê û rewşa trajîk a zarokan, Soraya Ehmed bi çêkirina cihekî ji bo xêzkirinê, piştgirî dide zarokan û di nav rastiya şer de qûncikek ji bo afirînerî û xeyalên zarokan ava dike.

RUBARÎN BEKIR

Şehba – Li yek ji qonaxên şerê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, afirînerî, huner û xeyal heye ku banga ewlekarî û aştiyê di destên nifşê pêşerojê de ye.

Soraya Ehmed a 26 salî ku mamosteya wênesaziyê ya 19 xwendekarên temenên cuda ye, dibêje ku ew hûnera xwe li navenda çandê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi fêrkirina zarokan pêk tîne, piştî ku şerê Sûriyeyê astengî li xwendina wê li Koleja Hunerên Bedew anî.

Li hemberî rewşa koçberbûna ji Efrînê û rewşa trajîk a zarokan Soraya Ehmed bi rêya hûnerê piştgirî dide wan û wiha dibêje: "Bûyerên ku zarokan di şerê li herêma wan de dîtin bandoreke neyînî li jiyana wan kir, ji ber vê yekê min biryar da ku herim navenda çandê ya li navçeyê. Ji bo ku zarok ji vê rewşê derbikevin ez dikarim tevkariyê bikim.”

Der barê awayê perwerdekirina wênesaziyê de Soraya wiha got: “Ez bi şêweyekî akademîk fêrî xwendekaran dikim, wek sîstema zanîngeh û enstîtuyê, ango xwendekar her sal derbasî qonaxeke nû dibe û asta me cuda ye. Hin ji wan jî ev in. Xwendekar hînî neqandina daran dibin û yên din hîn jî hînî siya û komirê dibin.”

Tevî bombebaranê jî perwerdeyê berdewam dikin

Soraya Ehmed destnîşan kir ku ew rûxmê dengê bombebaranê jî perwerdeyê berdewam dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Piştî serkeftinên ku xwendekaran bi dest xistin, me bi hevkariya komuna resmê li navçeyê pêşangehek ji tabloyên wan vekir û pêşangeh gelek serkeftî bû, ji ber ku beşdarên wê di pêşerojê de hêjayî serkeftinê ne. Navçeya Şêrewa rojane tê topbarankirin lê ev yek nebû astengî. Ev yek li ber daxwazên zarokên me ne asteng e, carna dengên bombebaranê bilind û nêzîkî me dibe lê perwerdeya me berdewam dike.”

Ew ji xwendekaran re di bijartina mijara ku dixwazin xêz bikin de, her çendî tercîh dike ku xwezayê xêz bike û komirê bikar bîne jî bi van tabloyan hesreta xwe ya ji bo axa xwe û girêdana xwe ya bi wê re tînin ziman.

Soraya Ehmed hêvî dike ku ev hewldana wê encam bide û zarokên ku ew wan hîn dike dê di her warê xêzkirinê de jî serkeftî bin û wiha got: “Em dixebitin ku xwendekar beşdarî pêşangehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, ji ber ku ew hêjayî serkeftinê ne. Nebûna îmkanan, zarok rismên cihêreng pêşkêş dikin.”

Piştî koçberiya ji Efrînê dest bi xêzkirinê kir

Ji aliyê din ve xwendekara 15 salî Sînem Elî wiha got: “Dema ku ez li bajarê Efrînê bûm, gundê me ji navendên xêzkirinê dûr bû, piştî koçberbûna me ya Şehbayê, rê li ber min vekir ku ez temrîn bikim. Bi xêzkirinê min dikaribû hestên xwe bînim ziman, nemaze li ser rojên me yên xweş ên ku me li gundê xwe derbas kirin. Dema ku ez bêriya wî dikim wêneyan xêz dikim.” Sînem hêvî dike ku di pêşerojê de, bibe wênesazek ​​jêhatî ku di tabloyên xwe de dîrok û mîrasa xwe ya kevnar îfade dike.

Wênesaza biçûk a 14 salî Suziar Hemmo hestên xwe wiha anî zaiman: “Ez bi xêzkirinê re eleqedar nebûm lê piştî ku tevli dersên Soraya bûm, min cesaret girt û hatim waneya hezkirinê. Xwezî şer bi dawî bibûya û em vegeriyana Efrînê”.