Di hefteya 653’an de aqubeta Mehmet Mehdî hat pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqubeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Pasûr a Amedê, di 20’ê Sibata 1994’an de, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 653’yemîn bi onlînê li der xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî li gundê Kerra yê girêdayî navçeya Pasûr a Amedê, di 20’ê Sibata 1994’an de, ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.
“Mehmed Mehdî birin qereqolê û carekdin agahî jê nehat girtin”
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven, çîroka windabûna Mehmet Mehdî Akdenîz wiha anî ziman: “Esker di 20’ê Sibata 1994’an de bi ser gundê Kerra de digirin. Bi zorê welatiyan ji malên wan derdixin derve. Mehmet Mehdî Akdenîz, wê demê ji mizgefta gundikê Gerger ê girêdayî gund digirin û tînin gund. Eskeran jin, zarok, pîr û kal li qada gund kom dikin. Dûre hin mal dan ber agir. Eskerêkî navê 6 kesan xwendin. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şirin Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî yên navên wan hatin xwendin, li ber çavên gundiyan ji aliyê eskeran ve hatin îşkencekirin. Eskeran pişt re ev 6 kes birin navçeya Pasûrê. 
Ji 6 kesên hatin binçavkirin, Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest hatin berdan. Kesên hatin berdan, diyar kirin ku bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re mane û îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Kesên serbest hatin berdan, da zanîn ku eskeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birin Qereqola Eskerî ya navçeya Farqînê û carek din ew nedîtine. Malbata ku agahî ji kurê xwe negirt, derbarê aqûbeta wî de serî li saziyên fermî da. Lê ligel hemû hewldanan jî, bi tu awayî agahî ji Mehmed Mehdî Akdenîz nehat girtin. Ew her hefte bê navber çalakiya xwe dewam dikin. Em dixwazin aqûbeta kesên winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin. Tevî hemû qedexeyên neqanûnî yên Walîtiya Amedê jî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan dewam bikin.”