Dewleta Tirk sucên şer dike: Divê bê darizandin

Şemsa Salim El-Heşî ya ji gundê Til Gerabêt ê navçeya Til Temirê bi gotina “Dewleta Tirk li heremê sûcê şer dike” bertek nîşan da û xwest dewleta Tirk bê darizandin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Piraniya gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên sînorî bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rûbirû ne, gundên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê jî di nav de ne. Til Gerabêt ê ku nêzî 6 km. li rojavayê navçeyê ye, 4 sal zêdetir bi topbaranên dagirkeriyê re rûbirû ye. Barageha leşkerî ya dewleta Tirk a gundê Dawûdiyê û Ezîziyê jî ji gund ve baş xuya dikin û êrîş ji wan baregehan li dijî sivîlên gund ku piraniya wan jin û zarok in pêk tên.

Êrîşên çêdibin û topên ku dibarin û zindiyên şîn û hişk dişewitînin, zirarê li jinên ducanî, zarokên astengdar û kesên temenê wan mezin ên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî dikin. Bi êrîşan awayê jiyana mirovan li ser xeta agir guherî ye lê sivîlên ku axa xwe terik nekirin vê carê li gorî êrîşan jiyana xwe didomînin.

Şemsa Salim El-Heşî dayika 5 zarokan e û yek ji kurên wê jî astengdar e, ji me re behsa rewşa ku bi dagirkeriyê re hatiye avakirin kir.

Di êrîşan de rewşa zarokan

Şemsa El-Heşî got ku êrîş ketine sala 5'an û wiha domand: "Ji ber êrîşan em nerihet in. Dema zarok dadikevin ser ger dilîzin, em dibêjin ha niha wê topbaran çêbibe û em bilez zarokên xwe careke din vedigerînin malê. Em diçin cihekî jî ji tirsa yan divê ku ez zarokên xwe bi xwe re bibim an jî ez nikarim gavek bavêjim derveyî malê. Rewşa zarokan û derûniya wan a ji ber şer û êrîşan nebaş e. Wekî berê êdî nikarin bilîzin an jî em ditirsin tiştekî wekî mayin, an bombeyekê li erdê bibînin pê bilîzin û bi wan de biteqe. Dema zarok keriyê pez ji bo çêrandinê dibin jorê (nêzî noqteyên çeteyan û rastî barageha leşkerî ya dewleta Tirk) divê ku ez biçim wan vegerînim, ji ber zarok in û xeteriyên wiha nizanin."

‘Bi şev û roj topbaran û gera balafirên keşfê û şer didome’

Şemsa El-Heşî got ku şevên ew dijîn ne wekî tu şevê gelê din ê cîhanê ne û wiha behsa şevên xwe kir: "4 sal in, şevên me ne tu şev in, li gorî topbaranê û gera balafirên keşfê û balafirên şer cih û saeta xewa me jî tê guhertin. Dema balafirên (SIHA-IHA) derdikevin em hemû jî derbasî jêr dibin lê bi gera balafirên keşfê (SIHA) re carna jî zarok tevgera xwe ya li gund ranawestînin. Hin roj hene em şevê ranazin û xew nakeve çavên me de. Hin jinên ducanî di rewşên topbaranê de nikarin li gund bimînin lê dema ku rewş asayî be tên. Kesên temenê wan mezin û zarokên astengdar jî zirarê dibînin. Ev beşa herî qels di civakê de ne lê belê ew jî li ber xwe didin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê dayika min 4 caran tromboz lê xistiye."

'Dayik xwedî li gundan derdikevin'

Şemsa El-Heşî got ku hebûna dayikan hiştiye ku ewqas gund neyên valakirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dayik nebana wê kesek li gund rûneniştiba û li hember ewqas êrîşan li ber xwe nedana. Em nebana wê gund bihata valakirin, em wekî xelikê gund û taybet jin bi hebûna hev xwe bihêz dibin. Li aliyê din jî em pezê xwe xwedî dikin lê wekî berê bi saetên dirêj em nikarin biçin nav zeviyan û kar bikin, ji ber kîjan deqeyê êrîş çêbibin nediyar e. Carna û em di nav zeviyan de pembo berhev dikin topbaran çêdibe, beriya ku em bigihîjin malê tu hew dibînî top li gund dikevin û tirsa me ya li ser zarokên me zêde dibe. Hemû jin niha parêzvanên zarok, mal û axa xwe ne û tu dayik jî nikare dest ji ewqas tiştan berde û biçe, ji lewre heta dawî dayik ligel zarokên xwe li ber xwe didin."

'Naqede lê dîsa jî daxwaz dikim'

Şemsa El-Heşî hêviyên xwe ji bo qedandina şer û herikandina xwînê wiha anî ziman: "Ez bibêjim jî nebêjim jî tiştek nayê guhertin û naqede! Lê daxwaza min qedandina vî şerî ye û êdî em jiyana bi ewle bijîn û ev herikandina xwînê bisekine. Dagirker ji axa me derkevin wê derûniya me û zarokên me jî baş bibe, wê careke din dibistan deriyên xwe li ber şagirtan vekin û çandinî û xebat ji berê xweştir û geştir bibe. Ger kurê min derkeve karekî wekî berê ez ê netirsim û nebêjim ka wê tiştek ji wê/î were û wê vegere malê eceb? Zarokên me biçin dibistanê jî topbaran çêbibe û dibe ku bimrin û careke din nebînim. Em her dem di vê derûniyê de dijîn."

'Qatilê keça min dewleta Tirk e'

Şemsa El-Heşî got ku kes nizane destê kîjan welatî di destê kê de ye û ev tişt anî ziman: "Divê êdî çarenûs zelal bibe, em di nav ewqas welatan de winda bûne. Tu êdî nizanî destên kîjan welatî di destên kê de ye û her tişt tevlihev bûye. Pêşeroj bi guman e ne zelal e. Em birçî jî bimînin ne pirsgirêk e, herî kêm rewşa ku îro em dijîn zarokên me nejîn û ya herî girîng bixwînin û her kes bixebite û tu xwestekek me ji vê zêdetir û mezintir jî tune ye. Ne ji dagirkeriyê ba wê koçberiya me ya destpêkê jî çêneba û keça min a 18 salî jî bi kehrebê nehatiba kuştin. Ev hemû sûc in û ez dixwazim dewleta Tirk li ser wê were cezakirin. Keça min a 18 salî çima bi vî awayî were kuştin û ez berpirsiyarê yekem ê qetilkirina wê dewleta Tirk dibînim. Kesên ku bi topên dagirkeriyê û di encama vê êrîşê de hatin qetilkirin gunehê wan tunebû."

'Ne leşker karker bûn'

Şemsa El-Heşî bal kişand ser bûyera hedefgirtina karkerên jin ên pembo û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Karkerên ku diçin nava zeviyan û pembo berhev dikin, wê çima werin topbarankirin. Wê çima lingên wan jê bibin û ewqasî giran birîndar bibin. Ev ne leşker in, karker in û pembo berhev dikin. Ji ber dagirkeriyê gihîştiye wê astê ku yê birçî be jî wê li mala xwe rûne û dernekeve kar neke. Ev hemû jî sûc in, wê çima xelk bi vî awayî jiyana xwe ji dest bidin? Ger ku welatên derve dengê me guhdar kiribûna wê niha xwîna me ya tê rijandin bisekiniya. Kes napirse jî ev gel bi çi gunehî û bi vî awayê hov di van êrîşan de tê qetilkirin. Divê ku tu welat xwîna me ewqasî erzan nebînin û êrîşên wiha li ser me qebûl nekin."