Dewleta Tirk ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê avê weke çekek bikar tîne

Îro em dibin şahidên şerekî cîhanê yê avê. Dewleta Tirk û hevkarên wê serkêşiya vî şerî dikin û qutkirina avê wekî çekek ji bo pêkanîna berjewendî û siyaseta qirkirinê pêk tînin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Av ji bo jiyana xwezayî ya li erdê çavkaniya herî girîng e, lewma jiyan bê av nabe û şerê avê şerê hebûn û tunebûnê ye. Di asta Rojhilata Navîn de jî her kes dizane memên Dîcle û Firatê çavkaniyên jiyana gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê ne. Girîngiya van her du çeman roja me ya îro jî didome û jiyanî ye. Dewleta tirk a dagirker ji 1998’an ve ye ava Firatê wek çekê li dijî gelên Rojava û Sûriyeyê bi kar tîne. Bi taybetî piştî krîza li Sûriyeyê ya 2011’an, avê bêtir qut dike û peymanên navneteweyî binpê dike.

Yek ji sedemên krîza aborî û tenduristî qutkirina avê ye

Dewleta Tirk para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê kêm dike ku miqdareke pir kêm ne zêdetirî 200 metrekup di saniyeyê de berdide. Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de ku di sala 1987’an de hatiye îmzekirin divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekup ava çemê Firatê berde Sûriyeyê û para Iraqê ji vê yekê ji sedî 60 be. Piştî ku di kanûna 2015´an de QSD´ê Bendava Tişrîn rizgar kir êdî ev yek veguherî siyaseteke sîstematîk. Ji wê demê ve, her bihar û havîn tenê saniyeyê 250-300 metreyên kubî diherikin Bakur û Rojhilatê Sûriye û Rojava. Ev derbeke mezin li hilberîna elektrîkê dixe ku tesîrê li Minbic, Kobanê, Tabqa û Raqayê dike. Ji bo avdaniya erdan jî encamên wê yên gelekî xirab hene. Mirov dikare bibêje ku krîza aborî ya heyî, yek ji sedemên wê jî qutkirina avê ye. Ji ber ku gelek bajar aboriya xwe li ser çandinyê bi pêş dixin lewma qutkirina avê gelek krîzan bi xwe re aniye wekî krîza aborî û tenduristî.

Li ser vê kêmbûnê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî dan ku dê bi vê yekê karesteke mirovî li herêmê derkeve. Zêdetir 5 milyon mirov lê wê herêmê hene û debara xwe ya ava vexwarinê, avdan û kehrebeyê bi çemê Firatê dikin. Ji ber ku kêmkirina asta avê bû sedema qirêjbûna avê û derketina sedef û kevziyan ku bi xwe re nexweşiyên xeter mîna Covîd-19 û kolerayê tînîn, ev nexweşî jî di havînê de derdikeve ku niha her kes pê re rûbirû maye.

30 îstasyon hatine rewestandin yek ji wan jî îstasyona Elok e

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 30 îstasyon ji xizmetê derketine û ji wan li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, Reqa,T ebqa, Kobanê û îstasyona Elok a bajarê Hesekê ku ji dema dagirkirina dewleta tirk a Serêkaniyê ve her tê qutkirin zêdeyî milyonek kes ji ava vexwarinê bêpar mane.

Gelên bajarê Hesekê berî aloziya Sûriyeyê ava vexwarin û avdanê ji Çemê Xabûr, ceqceq û bendavan peyda dikirin. Di dawiya salên 1990’an de ji ber rewşa hewayî û projeyên şaş ên ku li ser sînoran pêk dihatin av kêm bû, dewleta tirk wê demê li ser sînorên xwe bîr kolan û ev bû sedema kêmbûna ava Xabûrê û her bendavê. Piştî wê rêjîma Sûriyeyê îstasyona Elok a Serêkaniyê da avakirin. Xelkên Kantona Hesekê ava xwe jê peyda dikirin û li ser jiyana xwe didomandin.

Bi dagirkirina îstasyona Elok jiyana welatiyên Hesekê ket xeterê

Bêguman ji dema ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmeha 2019’an de, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ve di encamê de bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî li gel bi dehan gundên derdorê ketin destên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wî. Xelkên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn û niha lI Hesekê 2 kamp ji bo koçberên Serêkaniyê hatine avakirin, Kampa Waşokanî û Kampa Serêkaniyê. Bi dagirkirina Serêkaniyê re îstasyona avê ya Elokê hat dagirkirin. Îstasyona Elok avê dide zêdetirî milyon û nîvek sivîlên li bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, Kampa Waşokanî, Serêkaniyê her wiha kampa Holê ku zêdetirî 73 hezar koçber û malbatên çeteyan lê hene, kampa Erîşa û bajarokê Şedadê û ev jî nîşan dide ku jêdera sereke ya ava vexwarinê ye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê mafên mirovan binpê dikin

Piştî dagirkeriyê gelek caran qutkirina avê wekî beşeke ji şerê taybet ê li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê da meşandin. Şerê qutkirina avê cara pêşî di 24’ê sibatê de ava îstasyona Elok ji ser Hesekê, Til Temir û çend navçeyên din qut kir. Piştî wê jî di 21’ê adara 2020’an de dîsa duyemîn car, dewleta  Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê îstasyona Elok ji kar xistin û av li ser bajarê Hesekê û çend deverên din birîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutkirina avê Rûsya û dewleta Tirk li hev civiyan û di civîna wan de hat diyarkirin ku av carek din neyê qutkirin. Lê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ew biryar cidî negirtin û her car av li ser Hesekê tê qutkirin. Di roja me ya îro de ji 2 heyvan zêdetir e xelkên Hesekê ava îstasyona Elok nedîtine û rewşeke gelek xeter û zehmet tê jiyîn. Xelkên Hesekê neçar dimînin ava vexwarinê ji sehrîcan bikirin û bi zor û zehmetî jî tê peydakirin. Di heman demê de ji ber nebûna avê û nepaqijiya wê rêjeyên nexweşiyê li Kantona Hesekê her ku diçe zêdetir dibin wekî nexweşiyên îshal, mîde, gurçik, Covîd -19 û niha li pêşberî nexweşiya kolerayê heye.

Li dijî gerdûnê şerekî qirêj tê meşandin

Qutkirina avê bandora wê ya xerab ne tenê li ser mirovan e, li ser xwezayê û hevsengiya ekolojiyê jî heye. îro em bûne şahidên şerê qirkirina mirovî û xwezayî. Li gundewarên Hesekê bi taybetî xeta Çemê Xabûr a ku bi şînayê dihat naskirin îro hişkahî heye, dar ji ber tunebûna avê hemû şewitîne, çandinî kêm bûye û xelkên gundan bîr kolane da ku debara xwe bi wan bikin lê mixabin her ku diçe ew bîr jî dimiçiqin. Îro li dijî gerdûnê şerekî qirêj tê meşandin şerekî qirkirinê ye.

Hêjaye bibîrxistinê ku di 23 sibata 2015’an de, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ li ser xeta Çemê Xabûr- Til Temir dewleta Tirk a dagirker av berda çemê Xabûrê û ev bû sedema revandina 200-300 mirov ji xelkên Aşûrî. Lewma dewleta Tirk avê wekî çekekî ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên qirêj pêk tîne. Şerê avê şerekî fetisandinê ye bi vê riyê dixwazin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber krîzên ku derdikevin holê neçarî koçberiyê bibin. Li hemberî van siyasetan gel li ser esasê felsefeya azad û projeya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kirine û di bin şert û mercên giran û zehmet de li ber xwe didin. Yên ku barê peydakirina avê li ser milên wan e jî jin in, ji bo peydakirina avê ji zarokên xwe re di konan de bi bîdonan li ser milên avê dikşîne, di nava gund û bajaran de hewldanên çandina bexçeyan bi zor û zehmetî kar dike.