‘Dewleta Tirk her der kiriye girtigehek ser vekirî’
Jinên Başûrê Kurdistanê yên ku bi rêya deriyê sînor a Îbrahîm Xelil çûbûn Bakûrê Kurdistanê, behsa kiryarên polîsên dewleta Tirk ên li deriyê sînor kirin û diyar kirin ku bajarên Bakûrê Kurdistanê jî veguherandine girtigehek ser vekirî.
LAVE KURDE
Silêmanî – Dewleta Tirk bi girtin û xistina girtîgehan dixwazin rê li fikrê azadî û demokratîk bigrin. Bi hezaran kesayetên Kurd ên azadîxwaz ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, li zindanan mafê wan tên binpêkirin û ji mirinê re tên hiştin. Kiryarên devleta tirk bi van sînordar namîne, bi kirinên xwe tevahî Bakûrê Kurdistanê veguherandiye girtîgehek ser vekirî.
‘Îbrahîm Xelîl navenda girtîgehê ye’
Jina ji Başûrê Kurdistanê ya bi navê Nesrîn ku nexwest navê xwe yê rast eşkere bike bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl ji bo geştiyarê berê xwe dabû Bakûrê Kurdistanê diyar kir ku li deriyê sînor ji aliyê karmend û polîsên Tirk bê rêzî li beramberî geştiyaran tên kirin û got: “Dema ku digihin ber deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl xaka Başûrê Kurdistanê di cih de dimîne û hêdî hêdî hest bi tirsê dikin. Hêjmarek zêde ya polîsên Tirk bi navê lêgerinê çanteyê geştiyaran li ber derî disekinin, ji bo karê çavdêriyê danîne ber derê bê rêziyê gel dikin taybetî jî li gelê Kurd dikin. Ez jî rastî bê rêziyê hatim ji ber ew polîsên faşîst in û bi wî awayî hatine perwerdekirin.”
Nesrîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li cihê lêgerina çanteyan de ewqas stun û têl danîne weke girtîgehê lêkirine û bi hêsanî mirov derbas nabe û dema ku derbas jî dikin, bi tu awayî nikarî vegerî ji ber kilîtek mezin lê didin, carekê dema ez derbas bûm min pasaporta xwe di Erebeyê de ji bîr kir, diviyabû cardin vegeriyam, lê polîsên devleta tirk nedihiştin ku ez vegerim pasaporta xwe bînim. Heta ku min da fêmkirin gelek bê rêzî li min kirin û bi zorê derbas bûm heya ku pasaporta xwe anî.”
‘Li her deverê xalên lêgerinê hene’
Jina ku nexwestî navê xwe bide Jiyan jî diyar kir ku di geşta ji bo Bakûrê Kurdistanê hebûna xalên lêgerinê ew bêzar kiriye, diyar kir ku li her cihekê xalên kontrolê heye û wiha got: “Di dema xalên lêgerinê de tirs di nava xelkê de çêdibe. Derveyî wê jî di nav bajaran Amedê de ez çûme ku derê li ser cadeyan gelek xalên lêgerinê heye û wêneyên nexweş û bi tirs tê ber çavê mirov. Di nava bazara Sûra Amedê her roj ji siharê heta derengê şev maşineyên zirxî ne disekînin, min de tirsek da avakirin ji ber min di jiyana xwe de ew maşineyên zirxî ji nêz ve neditiye.”
‘Balefirên şer li esmanê Silêmanî û Amed bûn’
Jiyan got: “Di roja 2’ê Mijdarê de dema ku ez li Amedê bûm min bi rêya nuçeyan zanî bajarokê Mewt yê Şarbajarê Silêmanî hatiye bombaran kirin. Her roj ji siharê heya derangiya şevê balafirên şer li ser esîmanê Amedê digeriyan gelek caran nizim difiriyan, ez ji dengê wê bêzar bûm. Dema ku min nuçeya Silêmanî bihist vê demê fêm kir ku çima ew balafir li ser serê me difirin. Min li vê derê dit ku dewleta Tirk hemû cih kiriye meydana şer û girtîgeh.”
‘Dixwazin bi wêne û alan şikestina xwe veşêrin’
Jiyan û Nesrîn destnîşan kirin ku di dema geştiyariyê de li ser hemû cadeyan wêneyên Erdoxan û ala dewleta Tirk hebû wiha gotin: “Li her welatê ku bi vi awayî al û wêne hatibe bilindkirin, tê wê wateyê ku zordarî û şikestina wî. Rast e al sembola gelan e, lê belê dewleta Tirk alê ji bo dijminatiya gelê Kurd bi kartîne. Niha ew dewlet di nav şikestinek mzin de ye û bi al û wêneyan dixwaze hebûna xwe bide diyarkirin.”