Dewlemendiyên Belochistanê û hejariya gelê wê
Belochiyên li Belochistan a berê di nava welatên Pakîstan, Îran û Afganistanê de hatî dabeşkirin dijîn weke welatên dinê yên bindest rastî binpêkirinên mafan tên û tên bişaftin.
Navenda Nûçeyan - Belochî li herêma Belochistanê ya dikeve navbera Pakistan, Îran û Afganistanê dijîn. Ji sedî 3.6 şêniya wê ji Pakistanê û ji sedî 2 jî ji Îranê ne. Belochistan ji hêla erdnîgarî ve ji Hindistan û Îran serbixwe ye lê di navbera Pakistan, Îran û Afganistanê de hatiye dabeşkirin. Paytexta Belochistana Rojhilat a girêdayî Pakistanê Quetta ye. Welatiyên wê karê çandiniyê û xwedîkirina lawiran dikin. Herêmên Sistan (Zahedan) û Makran ên ku li ser Kendavê ne jî weke Belochistana Rojava (ya Îranî) tên binavkirin. Debara xwe bi çandinî, xwedîkirina lawiran û masîvaniyê dikin.
Eşîrên Belochiyan
Ji demên kevnar ve eşîrên Belochiyan ji bakurê Iraqê û Şamê koçî herêma bi navê Çiyayê Makraan kirine, hejmarek mezin jî koçî Kendava Ereban, Uman, Îmarat, Kuweyt, Siudiyê û Iraqê bûne. Di roja îro de hejmara Belochiyan bi qasî deh milyonan e.
Belochî hem navê herêmekê ye, hem navê gelê li wê herêmê dijî û hem jî navê eşîrek ji wî gelî ye. Der barê navê Belochî de şeş nêrînên cuda hene. Destpêkê endamên wê eşîrê bi navê Wadî Baloch li Levant dijiyan. Li gorî hinek nêrînan peyva Baloch ji erebiya Iraqê hatiye û koka xwe ji navê Melik Belos girtiye. Li gorî hinekan jî koka wê ji zimanê Tirkî ye û di wateya wêrekbûnê de ev nav li hinek mirovên eşîra Jarrar kirine.
Çand û ciwarbûn
Şêniyên Belochî bi çanda xwe ya resen li berfirehiya kendava Ereban belav bûne. Di nav dîroka koçberiyê de têkiliyên wan ên bazirganiyê hatine avakirin. Hejmareke mezin ji wan îro li Kuweyt, Oman, îmarat û Iraqê dijîn. Zimanê wan ê zikmakî Belochî ye ku baskek ji zimanên farisî ye û gelek devokên wan ên cuda hene. Yên ku li çiyayê Silêman dijîn bi zimanekî daxivin ku ev ji zimanê Balochiya Rojava û Rojhilat cuda ye. Ger em gotinên Farisî, Hindî û Boşto ji nav zimanê Belochî derxînin wê demê wê bibe zimaneke Semîtîk.
Di sedsala 19’an de hinek girîngî ji bo çand û zimanê Belochiyan hat nîşandan. Li gorî lêkolînên der barê Belochiyan de hatine kirin tê dîtin ku hemû ne ji yek kokê ne. Mirovên Belochî bi hewldanên xwe, paqijiya xwînê û taybetmendiya kesayeta xwe parastin. Mîtan û bîranîn bingeha hevgirtî ya berxwedana Belochiyan in di van 150'î salên borî de.
Ew civakek aram a li herêmek diyarkirî ya başûrê rojavayê Asyayê li ser yek berjewendiya aborî û neteweyî dijiyan. Bi zimanek hevbeş ê Belochî daxivin. Cûdahiya Belochî di sedsala donzdemîn a Zayînî de bi zelalî dest pê kir û di sedsala 16 û 17'an de welat li ser bingeha serokên arîstokrat û feodal man. Di sedsala 18'emîn de jî xanedanên kelat heya sala 1839'an weke dewlet ji Belochiyan re hat xuyakirin. Dema herêm di bin bandora Brîtanyayê de bû, welatê Belochistanê di navbera Hindistan û piştre Pakistan, Iran û Afganistanê de hat dabeşkirin.
Bawerî
Hişmendiya Belochiyan ji bo zimanê wan û mîrateya çandî ya hevpar bingehek girîng e ji bo neteweperestiya wan. Nirxên çandî yên Belochî di komek norm, kevneşopî û folklora hevbeş de diyar in. Piraniya misilmanên Belochî Henîfî û Sunî ne. Bi gelemperî ew ol û siyasetê ji hev vediqetînin. Berî ku bibin Misilman baweriya wan bi Zerdeştiyê dihat lê di jiyana rojane ya gelê Belochî de Îslamiyet rolek girîng dilîze.
Xwediyên xaka dewlemend bi xwe hejar in
Herêma Belochistanê yek ji deverên ku di warê çavkaniyên xwezayî yên mîna gaz, zêr û neftê de dewlemend e. Dikeve aliyê Kendava Ereban, Deryaya Oman û Ereban. Niştecihên wê yên Belochistanî di nav her du welatên Îran û Pakistanê de yên herî xizan û zorî li wan tê kirin in. Li herêma Belochistana ku dikeve beşa Pakistanê mal û milkê wan tên wêrankirin, gundê wan dişewitînin, bi zorê didin koçberkirin û heta lebatên laşê wan tên dizîn. Li herêma Vagî ya Belochistanê zarokên ji dayika xwe nûbûyî bi çekên Pakistaniyan hatine şewitandin, ev di testan de hatiye piştrastkirin.
Li Îranê jî Balochiyên dijberî pergalê ji şêxên olî heta ciwanan tên girtin û darvekirin. Ji bo çavtirsandinê li kolan û gundan darvekirinên girseyî li pêş çavên mirovan tên kirin.
Tevî ku Belochistan yek ji deverên di warê çavkaniyên xwezayî de dewlemend e jî yek ji herêmên herî xizan e li Pakistanê. Hikûmeta navendî ya Pakistanê bi pergalî pêşî li pêşketina Belochiyan digire da ku lawaz bimînin. Ji ber berjewendiyên karsaziya navneteweyî û domandina aloziyên domdar naxwaze veberhênanê li herêmê bike. Ji bo çareserkirina pêşeroja aborî ya Pakistanê, Chinaîn li herêmê 46 milyar dolar veberhênan kir.
Di sala 1947'an de piştî Brîtanya ji Hindistanê derket, Belochiyan dewleta xwe ya serbixwe ragihandin û neteweperestên Belochî hikûmeta xwe ava kirin lê dewleta wan a serbixwe tenê 8 mehan berdewam kir û Pakistanê erdên Belochî tevli erdên xwe kir. Di sala 1970'yan de pergala yekitiyê li Pakistanê bi dawî bû û Belochistan weke herêmek cûda hat îlankirin. Di heman demê de hejmareke mezin ji Peştoneyan tevlî herêmê hatin kirin û hejmareke mezin ji Belochiyan jî tevlî herêmên Sind û Punjab hatin kirin. Dema hilbijartin pêk hat Netewperestên Baloch li piraniya Parlamentoya herêmî ya Belochistan serdest bûn û di sala 1972'an de hukumeta yekem ku nûnertiya wan dike ava kirin.
Daxwaza otonomiyê
Têkoşîna Belochiyan dest pê kir û rê da ku li Pakistanê bêtir otonomiyê bixwazin û doza reformên civakî û aborî bikin. Gelek caran Belochiyan li dijî Îran û Pakistanê serî hildan. Serîrakirina herî dijwar jî di navbera 1973'an û 1977'an de pêk hat. Pakistan ji hêla erdnîgarî ve wekî du herêmên ji hev dûr Pakistana Rojhilat (Bangladesh) û Pakistana Rojava ji hev cuda dibin. Şêniyên Pakistana rojhilat zêdetir in û di aliyê nijadî de jî homojen in. Pakistana Rojava jî ji hejmarek etnîsîte û neteweyên ji Punjab, Sindh, Piştûn, Baloch û koçberên ji Hindistanê pêk dihat. Pergala siyasî ya Pakistanê hewl da ku Pakistaniyên Rojava bike yek lê Belochiyan ev yekitî red kirin û daxwazên neteweyî dîsa li wan hatin vegerandin.
Li Îranê Pahlaviyan hemî nîşaneyên hestên neteweperest ên ku ji sala 1930'î heta 1950'î di nav Belochiyan de derketin holê tepisandin û tedbîrên hişk girtin ji bo tepisandina Belochiyan. Ziman, nav û muzîka Belochiyan hat qedexekirin.
Reformên axê
Di salên 1950'î û 1960'î de gelek aloziyên siyasî li Pakistanê çêbûn û strukturên eşîrê yên li Belochistanê rastî Astengiyên mezin hatin, ji ber bicihkirina Bedewiyan, zêdebûna nifûsa bajêr û reformên axê yên ji hêla hikûmetên navendî ve hatibû destpêkirin. Bi vî rengî di sênaryoya çandî de guhertinek berbiçav çêbû ku çapemeniya Belochî dest bi weşandina kovar û pirtûkan kir û çapemeniya nivîskî dest bi rola îlhamê ji bo nasyonalîzma Belochî kir.
Daxwazên neteweperestên Belochî li Pakistanê ber bi otonomiyê ve diçû. Ji bo vê armancê Partiya Astaman Gul (Partiya Gel) hat avakirin lê di salên 1958'an û 1969'an de hegemonyaya leşkerî ya Balochisatna demokratîk negihîşt tu çareseriyê. Di sala 1973'an de piştî parçebûna Bangladeşê şoreşek Belochî dest pê kir û 4 salan berdewam kir. Vê şoreşê nebawerî di navbera Belochiyan û Hikûmeta Navendî ya Pakistanê de çêkir.
Li Îranê siyaseta navendî ji Pakistanê zordartir bû, ji ber vê yekê tevgera neteweyî ya Baloch li Îranê di asta leşkerî, siyasî û raghandinê de kêm bû. Siyaseta Farsî li ser çand û nasnameya Belochî meşand. Lê Balochiyên Îranî ji aliyê çandî ve xwe wekî neteweyek serbixwe didîtin.
Têkoşîna bidestxistina nasnameyê
Di 1979'an de piştî hilweşîna rejîmê, Belochiyan dest bi pêngavek bi lez kirin da ku nasnameya xwe bidin nasîn. Ji bo wê li dijî hikûmeta Îranê ya nû rabûn. Ji bo wê jî çekên partiyên siyasî yên Belochî hatin qedexekirin. Vê carê jî Belochî rastî cudahiya mezheban ên Sunî û Şîa hatin. Di civaka Belochî de ji ber guhertinên xwendinê yên aborî û civakî, tevlibûna jinan di jiyana giştî de zêde bû.
Pêşketinên demokratîk û çandî derfetek berfireh ji gelek nasnameyan re vekir, ji Belochiyan re tê erêkirin ku bi rehetî nasname û çanda xwe bi kar bînin û di heman demê de weke welatiyên Îranî û Pakistanî tên naskirin.
Afganistanê her wiha piştgirî da serhildanên gelê Belochî yên ji bo bidestxistina mafê xwe li hemberî Îran û Pakistanê hatine lidarxistin. Hejmareke mezin ji Belochiyên ku kuçberî welatên kendavê bûne tevî ku ji demeke dirêj ve li wir in jî lê hê her dem weke koçber tên hesibandin û tu mafên zayendî bi dest naxin.