‘Desthilatdariya ku Başûr bi rê ve dibe sedema zêdebûna tundiyê ye’

Berpirsa Desteya Jinên Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyar kir ku desthilatdariya ku Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe, bi xwe sedema zêdebûna tundiyê ye. Ji ber ku ew kesên jinan qetildikin cezayê xwe nagirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di meha Mijdarê de tevî ku pêngava pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan dest pê dike jî çalakî û belavkirina hişyariyê ji aliyê rêxistin û çalakvanan tên lidarxistin jî tundî didome. Ji ber bêxemiya aliyên pêwendîdar û dethilatê tenê di nava meha Mijdarê de çend jin ji aliyê mêrên nêzî xweve hatin kuştin.

‘Bûyerên qetilkirina jinan li gor salên borî veguherîne komkujiyê’

Berpirsa Desteya Jinên Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza der barê zêdebûna bûyerên tundiya li hemberî jinan de diyar kir ku her sal derbarê tundidyê de axaftin tên kirin lê heta niha rewş çareser nebûye û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê di nava 20 salên derbasbûyî de dema ku mirov li hejmara jinên hatine qetilkirin binêre dê bibîne ku komkujî ye. Şerek li dijî jinan heye, bi aqilê mêrsalarî didome. Bûyerên kuştin û tundiyê roj bi roj zêde dibin. Her çendî meha Mijdarê weke meha têkoşîna li dijî tundiya ser jinan hatiye diyarkirin jî tundî di her warî de didome. Tenê di çend mehên salê de mirov dibîne ku rêjeya tundiyê zêde ye. Ji ber ku di medyayê de behsa bûyerên tundiyê nayê kirin bûyer tên veşartin û behs nakin.”

‘Desthilatdariya ku Başûr bi rê ve dibe sedema zêdebûna tundiyê ye’

Sara Reza di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdariya ku Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe, bi xwe sedema zêdebûna tundiyê ye. Ji ber ku ew kesên jinan dikujin cezayê xwe nagirin. Ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin.”

Sara Reza di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê di berdewamiya pêngava 16 rojên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de çalakiyên cur be cur li dar xist, serdana gorên jinên bê nasname kir. Semîneran li gund û navçeyên dûrî desthilatdariyê da her wiha meşek li bajarê Silêmaniyê li dar xist.”

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jinên Başûrê Kurdistanê ji têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sûdê bigrin, ji xwe re bikin mînak û xwe li ser fikrên azadiya jinan xwe perwerde bikin.”