Destê Emşa yê bişifa hestiyan zu dicebirîne

Ger hun êşa hestî dikêşin serî li Emşa El Ehmed Hemîd ya li gundê Cideyid Til Fers ê yê Minbicê bidin û ji ava Ferêd jî kulmekê vexwin teqez hunê sudê wê bibînin.

Minbic - Navnîşana bijîşka xwezayî Emşa El Ehmed Hemîd, gundê Cideyid Til Fers yê ser bi bajarê Minbicê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê ye. Emşa ya ku çavkaniya ilhama wê çemê Feradê ye hê 11 salî li ber destê bavê xwe hînî bijîşkiyê û dermanên xwezayî dibe. 44 salin bê rawestan Emşa bi sirên xwezayê nexweşan derman dike. Heya niha gelek nexweş li ber destên wê yê bi şifa û bedewiya enerjiya xwezayê wezin girtî baş bûne. Destê wê yê derman li herêmê naskiriye û hemû nexweş xwe digihînin navnîşana şifayê mala Emşa ya li gundê Cideyid Til Fers ê... 
Cebara hestiyan
Emşa ya ji başkirina nexweşan hêz û moralê digire wiha qala karê xwe kir: “Herî zêde karê şikestinên hestiyan dikim. Gelek birînên şikestinên hestî û ji cîh derketî min xistine cîh û cebirandine. Ji ber bi heskirin dikim, hemû hêz û enerjiya xwe didimê ji bo wê jî zu dicebire. Ev jî bandoriyek erênî û baweriyê çêdike, êdî ji nava Minbicê derketime, ji gelek deveran nexweş tên ber destê min û heya niha kesê gazindek ji şêwaza min a dermankirinê nekiriye.” 
Dermanxaneya xwezayî mala Emşa yê
Emşa anî ziman ku di dema rejîmên de ji nexweşxaneyên dewletê teklîfên bi wan re karkirinê hatiye lê nepejirandiye û wiha dom kir: “Ez li mala xwe û gundê xwe hîn zêdetir bi rehetî dikarim xizmeta nexweşan bikim, ji bo wê jî min ticarî daxwaza nexweşxaneyan a li gel wan karkirinê ne pejirandiye. Niha jî gelek bijîşk daxwaz dikin ku ez li gel wan bixebitim, lê napejirînim, cihê herî xweş û baş mala mine. Dema mirov li cihek rehet be bandora enerjiya pozîtîf li ser nexweş û nexweşiyê jî dike û wan hîn zêdetir ber bi başiyê ve dibe. Ez li nexweşxaneyan bim teqez ezê nikarim weke mala xwe rehetbim û bi rehetî bixebitim ji bo wê jî nehewceye, ji xwe cihê min xweşe. Nexweşên tên ber destê min jî ji cihê min razîne, ev ji bo min bese, ez ti malê dinê naxwazim tenê xizmetê dikim û ji vî karê xwe hez dikim.”
Emşa ya bi heskirin li nexweşan dinêre û karê xwe pîroz dibîne ji bo berdewam kirina pîşeyê xwe jî ev tişt got:“Ev karek pîroze û pêwîste piştî min jî berdevam bike. Ji ber wê min pîşeyê xwe hînî zarokên xwe jî kiriye.”