“Despêkê çavê me girtin û em ber bi Çiyayê kezwanan ve birin”

Meryem Kako ya 83 salî ku li gel temenê xwe yê mezin jî di 23'ê Sibata 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin, piştî ku ji destê çeteyan xelas bû carek din vegeriya gundê xwe, bang li Aşûriyên derveyî welat kir ku vegerin hembêza Xabûrê.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Roja 23'ê Sibata 2015'an weke her rojê tîrêjên rojê xwe berî nava çemê Xabûrê didan û şewqa xwe dida kulek û paceyên gundên derdorê yên debara xwe li derdora çem dikirin. Ji nişka ve hinek mirovên cilên wan reş û di destên wan de çek, ketin nava gundan û bûn celadên gelek canan. Di wê rojê de zêdetirî 200 jin, zarok, kal û pîrên Aşurî yên gundewarên derdora Xabûrê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Hinek ji wan bi hewldanên cuda ku dizanin dema çete pê bihesin dawiya jiyana wan e jî karibûn xwe rizgar bikin, hinek ji wan jî hê aqubeta wan nediyar e. 
Yek ji wan jinên temenê wê mezin û hemû jiyana xwe li gundê xwe yê ber çemê Xabûrê derbas kiriye û di dawiya temenê xwe de zilma çeteyên DAIŞ’ê dîtiye û karibûye xwe ji nav destên wan xilas bike, Meryem Kako ya 83 salî ye. Meryem ev demeke dirêj e li gundê Til Fêda ku dikeve Başûrî navçeya Til Temira kntona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tenê dijî. Me xwest vê carê em bi hev re li serpêhatiya Meryem Kako guhdarî bikin. 
"Ez ji xwendinê bêpar kirim"
Meryem Kako got ku ji ber hişmendiya baviksalarî bavê wê nehişt li dibistanê bixwîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "83 sal in, ji dema ku min çavên xwe li dinyayê vekiriye ve, ez li gundê Til Fêda dijîm. Ruxmî ku derfet jî hebûn, min nexwest ku dest ji axa li ser ji dayik bûme, berdim. Ji ber hişmendiya baviksalarî, ku digotin şerm e, bila keçik nexwînin û neçin dibistanê, bavê min bêyî ku li ser pêşeroja min bifikire, ez ji xwendinê mehrûm kirim. Zemanê ku em tê de bûn, ji dema niha cuda bû. Dixwestin ku ez karê male bikim, pez û çêlekan xwedî bikim, da ku bala min ji ser xwendinê bibin. Kar ne şerm e lê nezanî şerma mezin e. Di ser de jî şer li herêmê derket û ferman li serê me rabû, rewşa me xirabtir kir."
"Çek dirêjî serê min kir û got ez ê te bikujim" 
Meryem şerên ku li herêmê ji aliyê Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê ve qawimî bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Gundên me di sala 1933-1935'an de li qeraxa Çemê Xabûrê hat avakirin, berê gelek niştecihên wê hebûn. Ji dema ku êrîşan li ser herêmê dest pê kirin pê ve ber bi cihên bi ewle ve çûn. Ji ber ku hê metirsiya komkujiya Sêfo û Sîmêlê ji ser xwe neavêtibûn careke din nîşaneyên êrîşên ku dişibiyan wan xwiya dikirin, nekarî bimînin û derektin. Hinek ji wan koçî welatên derve bûn. Bi taybetî dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî gundên aşûriyan û navçeya Til Temirê kirin, zêdetirî 200 Aşûrî revandin. Di wê rojê de, dema ku min gihayê hewşa xwe bi mencelê radikir, min dît zilamekî hemû cilên wî reş in, li ser serê min sekinîye û çeka xwe xistiye serê min û dibêje yan tuyê ji vê malê derkevî yan ez ê te bikujim. Min got qey hinek ji dostên me ne û henekan dikin lê piştre bi rêbazekî nexweş bi min re axivî, wê demê min nas kir ku çete ye. Min bersiva wî da û got: Ev der mala min e, tu yê çawa min li ser axa min bikujî? Wî çeteyî ji cîranê min re got ku em ê mayinê bixin hundirê mala we û biteqînin, ew jî neçar ma ku derkevin."
"Çav û devê me girtin û em ber bi çiyayê Kezwanan ve birin" 
Meryem kêliyên êrîşên çeteyan ên ji wan re weke roja qiyametê bûn wiha vegot: "Piştî ku çeteyan min ji gund derxistin, min birin cem emîrê xwe, emîrê wan jî bi kaxeta dilîst û got ku ev çi ye, we çima ev dapîr aniye? Lê dîsa jî ne ez, ne jî Aşûriyên din berdan. Diyar bû ku komployeke nû li ser gelê Aşûrî dihat pêkanîn. Wê demê ji bo ku em çemê Xabûrê yê ku lehî rabûbû û pir bilind bûbû, derbas bikin, keştiyên tijî av amade kiribûn. Piştî ku me çem derbas kir, çav û devê me girtin û em ber bi Çiyayê Kizwanan, Reqa û paşê Şedadê ve birin. Di rê de ji bo ku derûniya me xirab bikin gule li ber me ji dûr ve direşandin, wekî ku îşkence li me dikirin. Li dijî jin û zarokên ku girtibûn heya kesên temenê wan mezin vê yekê dikirin. Wekî ku her tişt amade kiribûn, dixwestin Aşûriyên li qeraxa çemê Xabûrê dijîn, tune bikin. Lê çeteyan ne tenê Aşûrî, Kurd, Ereb û Êzidî jî revandibûn."
"Di destên wan de kîs hebûn, gotin em ê we bikujin û bixin van kîsan"
Meryem bûyerên ku di zindanê de li rast hatiye wiha vegot: "Çeteyan kîs anîn û gotin ger ku hûn neyên ser dînê îslamê em ê we bikujin û bixin hundirê wan. Me got ku çi bikin jî em nabin misliman, ji ber ku her netewe ola wî heye. Li ber çavên me bi hovane û kêfxweşî jinek kuştin. Kesên wiha bûn ên ku digotin divê hûn werin ser dînê îslamê. Me ji wan re got ku ger hûn roja în û çarşemê goşt bînin em ê bavêjin û naxwin û em ê rojiya xwe jî bigrin. Me rojiya cejna biçûk û mezin jî girt. Ruxmî ku me îşkence jî dikirin lê dîsa me her roja yekşemê, bi rengekî dizî, ji bo me nebînin me nimêj dikir. Nedihiştin ku zarok nêzî me bibin, beşên jin, zarok û kesên temenê wan mezin ji hev cuda bûn. Têkiliya me bi Kurdan re gelekî xweş bû. Dema ku me dibihîst kesek jiyana xwe ji dest daye, em pir xemgîn dibûn. Her kêliyek di vê salê de, wekî sedsalan di ser me de derbas dibû. Saleke tijî êş bû."
Vegerin ser axa xwe 
Meryem da xuyakirin ku kêliya hatine berdan û ketina gundê wê hestên bi aramî pê re çêbûne û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî salekê bi rêya fîdyeyê, em hatin berdan. Lê dema ku ez ber bi Til Temirê ve dihatim û derbasî gundê xwe bûm, min hîs kir ku ez nû ji dayik bûme. Dema ku ez li gund geriyam, min tu kesên ku min ew nas dikirin nedît. Gundê me bûbû çolistanek ku tenê ba lê digeriya. Min kêliyên derketina xwe bi kêfxweşiya azadbûnê û xemgîniya nebûna cîranên xwe jiya."
Meryem herî dawî bang li aşûriyên derketine derveyî welat kir ku careke din vegerin ser axa xwe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê ku aşûriyên derketine derveyî welat, vegerin. Ji ber ku welatê xelkê tu carî nabe welatê me. Bila vegerin ser axa xwe, hebûn û tunebûna wan wê li wir be, ne li welatên derve. Çavên min, gelek bêriya kolanên bi dengê jin û zarokan zindî kiriye. Ez fêrî kolanên vala û bê kes nebûme."