Demsala bixêr û bêr a berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Jinên kantona Kobanê dest bi berhevkirina darên zeytûnan kirin. Jinan têkildarî vê mijarê wiha gotin: "Zeytûn dara herî bixêr, bêr û berhem e. Axa Kobanê ji bo çêbûna van daran baş e, ji ber vê gelekî tê çandin."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê erdnîgarî de xwedî axeke wiha ye ku herî zêde niştecihên wê debara xwe ji çandiniyê dikin. Herêma Firatê û bi taybetî Kobanê herêmeke deştî ye ku darên zeytûn û fistiqan bi rengekî baş lê çêdibin. Ji ber vê bi qasî mirov çavên xwe li Kobanê û gundewarên wê digerîne, darên zeytûn û fistiqan xuya dikin.

Niha jî di demsala payîzê de niştecihên Kobanê û bi taybetî jinên wê ku herî zêde bi mijara çandiniyê re mijûl dibin, dest bi berhevkirina zeytûnan dikin.

Ajansa me di çarçoveya berhevkirina zeytûnan û rêbazên bi kar anîn wê her wiha çawaniya demsalê li gel jinên gundê Ziravkê yê li Rojavayê Kobanê hevdîtin çêkir.

"950 darên min hene"

Emîne Şêx Ehmed a 70 salî ku 950 darên wê hene, behsa pêvajoyên çandinî û girtina berhemên ji darên zeytûnan kir û wiha got: "A niha demsala berhevkirina zeytûnan e, em ji xwe re hinekî ji bo xwarinê radikin û yên mayî jî dikin zeyt. Zeyta zeytûnan esîl û paqij e, em zêde difroşin û ji bo malê jî di xwarinê de bi kar tînin. Em destpêkê şitlên herî baş dikirin.  Şitlan diçînin û dora wê baş çêdikin. Sal bi sal cêmikan jêdikin, dora wê ji gihayên bi zirar paqij dikin û derdora daran cot dikin. Bi vê xizmetê darên zeytûnê sal bi sal mezin dibin û êdî berheman didin. Avdana daran jî li gorî baranê ye, heger baran zêde be pêwîst nake ku werin avdan. Ji ber sala borî baran kêm bû me îsal 4 caran dar avdan, dîsa jî nebes bû. Her wiha zeviyên me deşt in, ji ber vê darên zeytûnan baş lê çêdibin. Ji lewre me 950 dar çandine, me ev dar li zarokên xwe parve kirine û 100 ji bo min û hevjînê min man. Ez baş xizmetê dikim ji bo vê berhemên wê têre mala min dikin."

"Zeytûn xizmet û kedeke mezin dixwazin"

Mewlîde Deho Îbrahîm a 60 salî wiha behsa darên xwe kir: "Li gundê me herî zêde darên zeytûnan tên çandin, di van salên dawî de darên fistiqan jî tên çandin. Min jî di hewşa mala xwe de nêzî 10-20 daran çandine lê piranî ji ber nexweşiyê hişk bûne. Ez û hevjînê xwe bi tenê ne û temenê me mezin e, ji ber vê em nikarin xizmeta daran bikin. Heger me derman bikira, darên me hişk nedibûn. Gundiyên me ji bo parastina daran ji kurman, yan daran kehrebe dikin an jî derman dikin. Yê min çend daran zeytûn girtin lê bi giştî îsal demsal nebaş e ji ber ku germa havînê bandoreke mezin lê kir. Heger tûrek zeytun ji darên min derkevin, wê bîdonek zeyt jê derkeve. Ji ber zeytunên darên min bi zeyt in, ez teqez dizainim ku wê tenekeyek jê derkeve."

Mewlîde Deho bal kişand ser çawaniya berhevkirinê  û got: "Em palasê di bin darê de rêdixin, pişt re hemû zeytûnan berhev dikin. Ji nava zeytûnan pelan derdixin ji bo ku zeyt tehl nebe, pişt re dixin tûrikan û dişînin meserê. Xêr û bêra zeytunan gelek e, sala borî herî kêm her malekê 100 teneke zeyt bidest xistin. Kobanê herêmeke ku niştecihên wê herî zêde aboriya xwe ji çandiniyê digirin e. Herî zêde jî genim, ceh, zeytûn û fistiqan diçînin."

"Ji bilê zeytê em ji bo xwarinê jî bi kar tînin"

Melîke Ibrahîm a 45 salî rêbazên bikaranîna zeytûnana wiha bi lêv kir: "Ji bilî zeytê, em berhemên cur be cur ji zeytûnan dibînin. Me dest bi berhevkirina zeytûnên xwe kiriye, me hinek zeytûnên kesk bi taybetî ji bo xwarinê berhev kirin. Em zeytûnan yek bi yek dişkînin, piştre dikin nava avê û rojane ava wê diguherînin heta ku şêrîn dibin. Herî dawî jî xwê û leymûnan dikin nav û ji bo xwarinê amade dibin. Her wiha em bi rêbazeke din jî çêdikin, zeytûnên mikeles. Ev jî bi taybetî divê ku zeytûnên ji cureya Xilxalî werin bikaranîn ku zetûnên wê mezin in. Li aliyekî din zetûnên reş jî hene (Etûn). Ev jî divê ku bi taybetî zetûnên reş ên mezin bin. Hinek kes bi çetelê kun dikin û hinek jî dermanê wê bi kar tînin. Ez bi çetelê kun dikim, piştre xwê dikim û li ber tavê radixim heta ku zuha bibin. Herî dawî jî di nava zeytê, cehter û leymûnê de dadigrin."

‘Dareke bi xêr û bêr e û zeytûnên wê xwarina şevên zivistanê’

Melîke Îbrahîm girîngiya dara zeytûnê anî ziman û wiha axivî: "Em van zeytûnan ji xwarina taştê û dawiya şevê re çêdikin. Li kêleka penêr, lebnê, zeyt û zater sefreya zivistanê bi zeytûnan temam dibe. Bi taybetî jî di dawiya şevê de, em nan li ser sobayê germ dikin, çayekê çêdikin û zeytûnan datînin. Ji ber vê zeytûn xwarina şevên zivistanê yên dirêj in. Zeytûn dareke pîroz e, heta ev yek di pirtûka pîroz de jî hatiye bilêvkirin. Her wiha berhemên wê gelek in, di warê jiyanî de dareke bi sûd e û ji bo nexweşiyan derman e. Bi taybetî di vê demê de nirxê zeytê buha bûye, ji ber vê her kes bi dil û can xizmeta darên xwe dike. Nêzî 200-300 darên me hene, temenê wan 25 sal in. Wê dem bagir tunebû li gund, ji ber vê apê min kortên daran bi destan kolandin û dora wê çêkir. Zeytûnên wê biçûk in û tev de zeyt in, her wiha zû çêdibin heta em ên xwe berî yên din berhev dikin."