Dayikên Şemiyê: Yên Nurettîn Yedîgol winda kirin bêcezatiyê hatin parastin

Dayikên Şemiyê yên aqûbeta Nuretîn Yedîgol pirsîn, wiha gotin: “Tevî ku navên kiryar û şahidan hatin zanîn jî, lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Aqûbeta Nurettîn di tariyê de ma û yên ku wî winda kirin jî bêcezatiye hatin parastin."

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya vê hefteyê jî ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Nurettîn Yedîgol ê ku di 10'ê Nîsana 1981'an de ji mala xwe hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hate vegotin.

“Gora birayê min bidin”

Birayê Nurettîn Yedîgol Muzaffer Yedîgol, anî ziman ku birayê wî yê mezin ji 10'ê Nîsana 1981'an û vir ve winda ye û bi van gotinan bang li rayadaran kir: "Piştî ku kekê min hat binçavkirin me wî careke din nedît. Dibêjîm êdî bes e, hestî û gora birayê min bidin me. Dayik û bavê min çav vekirî çûn. Bêyî ku hestiyên kekê min bibînin jiyana xwe ji dest dan. Min ji ev têkoşîn ji dê û bavê xwe girt. Ger ez jî nebim dê zarokên min berdewam bikin. 41 sal in em li gorê digerin. 41 sal in em li hestiyan digerin. Me qebûl kir ku birayê min hatiye kuştin. Me qebûl kir ku bi îşkenceyê hatiye tunê kirin. Hûn ji qebûl bikin û gora wî bidin me.”

“41 sal e winda ye”

Piştre parêzera malbatê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn mafê axaftinê girt. Eren Keskîn, anî ziman ku Nurettîn Yedîgol 41 sal e winda ye û diyar kir ku Nurettîn Yedîgol û hevalên wî ji aliyê şaxa siyasî ve hatin binçavkirin. Eren Keskîn, diyar kir ku gelek şahidên îşkenceya li Nurettîn Yedîgol hatiye kirin hene û diyar kir ku hevalên wî derketine dadgehê, lê belê Nurettîn Yedîgol nehatine derxistina dadgehê û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Qilfa demboriyê!

Eren Keskîn wiha got: “Me di hiqûqa navxweyî de tiştek bi dest nexist. Piştî guhertina makeqanûnê dosyaya derbarê Kenan Evren û derbekerên din de hat veqetandin. Di vê dosyeyê de, ji ber demboriyê paşvekişandinê hat dayîn. Mixabin heta îro me encamek negirt. Mina mirovên me yên din doza Nûrettîn Yedîgol jî di bin navê demboriyê de hat girtin."

“Em edaletê dixwazin”

Yek ji Kesên Şemiyê Umît Efe ku şahidiya windakirina Nurettîn Yedîgol ê kir, daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 889'an xwend. Ûmît Efe, anî ziman ku ew di çalakiyên hefteya 889'an de ji cihê ku Îsmaîl û Zeycan Yedîgol hiştiye, ji bo Nurettîn Yedîgol edaletê dixwazin û diyar kir ku Nurettîn Yedîgol bi nasnameya xwe ya sosyalîst tê naskirin. Umît Efe, diyar kir ku ji bo Nurettîn Yedîgol ê li Stenbolê dijî, piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê biryara girtinê hatiye dayîn û bi bîr xist ku di 10'ê Nîsana 1981'an de li Îdealtepeyê di serdegirtinek malan de hatiye binçavkirin.

“AYM’ê rêyên hiqûqa nawxweyî girt”

Umît Efe da zanîn ku Anne Zeycan Yedîgol serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye û got: “AYM’ê di biryara xwe ya 10’ê Kanûna 2015’an de: Diyar kir ku erka dewletê ya ji bo meşandina lêpirsînek bibandor, heta ku ew cîh û çarenûsa kesê ku dema di bin konrola wî de winda bûye eşkere neke, bi awayekî potansiyel berdewam dike. Dadgeha Destûra Bingehîn pişta xwe da tesbît, hiqûqa gerdûnî û teamulan xwe û biryar da ku "Ji ber bêreyatiya serlêdane ya di warê dema de nayê qebûlkirin.” Bi vî rengî, bi tevahî rêyen hiqûqa navxweyî girt. Zeycan Yedîgol a ku li welatê xwe rêyek lêpirsîne ya bi bandor nedît serî li DMME'ê da.

“Aqûbeta wî di taritiyê de hiştin”

Ûmît Efe balkişand ku di nava 41 salan de hemû serlêdanên malbatê bê encam mane û wiha bivan gotinan dawî axaftina xwe anî: “Tevî ku navên kiryar û şahidan diyar bûn jî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Aqûbeta Nurettîn di taritiyê de ma û yên ku wî winda kirin jî bi polîtîkaya bêcezatiyê hatin parastin. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Nûrettin Yedîgol û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 190 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”