Dayikên Şemiyê: Nazim Babaoglu li kuye?

Dayikên Şemiyê hefteya 885’an a çalakiya xwe de aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu yê 28 salin winda ye pirsîn.

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo dîtina xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 885’an de jî çalakiya xwe li dar xist. Ji ber şert û mercên pandemiyê, dayikan çalakiya xwe bi rêya online kir. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu pirsîn ku di 12’yê adara sala 1994’an de li Sêwereg a Rihayê hatibû binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin.

Di çalakiyê de despêkê birayê Nazim, Cemîl Babaoglu axivî û da zanîn ku birayê wî herî dawî li pêşiya Mizgefta Mezin a Sêweregê hatiye dîtin û ji wê rojê ve jî tu agahî jê nayên girtin. Cemîl, diyar kir ku tevî gelek serlêdanan jî heta niha tu encamek bi dest nexistine û got ku dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.

Parêzerê malbatê Osman Baydemîr ku yek ji parêzerên malbatê ye jî axivî da zanîn ku di salên 90’î li gel cînayetên kiryarnediyar, her wiha bûyerên tacîz û destdirêjiyê jî hebûn. Di berdewamê de Osman Baydemîr anî ziman ku Nazim Babaoglu li ser agahiya “nûçeyeke mezin heye” diçe Sêweregê û wiha domand: “Li wir hate binçavkirin. Şahidên bûyerê di îfadeyên xwe de saet û roja hatiye revandin jî aşkere kirin. Lê ev 28 sal in deng ji dewletê dernakeve. Dewlet, bi salane van sûcên xwe înkar dike. Çeteyên ku bi destê dewletê sûc dikirin, bi destê dewletê tên parastin. Em ê heta dawiyê aqûbeta windakiriyan bipirsin.”

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka rojnameger Ferhat Tepe ku hatibû windakirin Ayşe Tepe ve hate xwendin. Ayşe Tepe, gotinên dayika Nazim Babaoglu, Makbûle Babaoglu ku digot; “Ez dixwazim beriya mirina xwe gorê zarokê xwe bibînim û kujerên wî bên darizandin” bi bîr xist. Ayşe, diyar kir ku dayika Makbûle bêyî ku edalet pêk were, di sala 2017’an de wefat kir. Ayşe, da zanîn ku rojnameger Nazim Babaoglu di 19 saliya xwe de li Bûroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî û serpêhatiya wî wiha vegot: “Şefê Bûroya Rihayê yê Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin. 4 cerdewanên ji eşîra Bucakê bi ser mala mamosteyan de girtibûn û dest dirêjî mamosteyekê û xwîşka wê kirin. Nazim Baboglu jî nûçeya bûyerê çê kir û di Ozgur Gundemê de hate weşandin. Piştî vê nûçeyê jî gefên li ser Bûroya Rihayê zêdetir bûn.”