Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak li hev civiyan

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Hasan Ocak ê beriya 27 salan hatibû binçavkirin û qetilkirin, bê eşkere kirin.

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji ber şert û mercên şewbê vê hefte jî çalakiya xwe bi rêya medya mecazî li dar xistin. Di hefteya 886’emîn ya çalakiya xwe de kujerên Hasan Ocak ê cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin, pirsîn. 

Di daxuyaniyê de ewil malbata Hasan Ocak axivî. Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak bi bîr xist ku bi ser wendakirina birayê wî ya di bin çavan de 27 sal derbas bûn û bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê. Masîde Ocak wiha axifî: “Tevî astengiya polîsan jî daxuyaniyên me yên li ber ÎHD'ê berdewam dikin, ji ber şewbê li mal û li her derê derketina pêşberî raya giştî dewam dike. Doza ku ji ber daxuyaniya me ya hefteya 700’emîn a di têkoşîna jibîrnekirin û ne din jibîrkirin de derbarê me de hat vekirin, dê 23’ê Adarê roja Çarşemê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Yekane tişta ku em nikarin ji bo xizmên windayan û parêzvanên mafan berçav negrin, dest ji rûmeta xwe ya mirovatiyê berdin e. Çi dibe bila bibe di her şert û mercî de em dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û parastina Galatasarayê bernadin.” Dayik Emîne Ocak jî di axaftina xwe de got: “Em edaletê û Qada Galatasarayê dixwazin.”

“Lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin”

Parêzera malbata Ocak Gulseren Yolerî anî ziman ku Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hatiye binçavkirin lê nayê qebûlkirin ku hatiye binçavkirin. Gulseren Yolerî bal kişand ser têkoşîna malbatê ya eşkerekirina aqûbeta Ocak û da zanîn ku malbat di encama vê têkoşînê de gihişt cenazeyê Ocak ê hatî qetilkirin. Gulseren Yolerî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de di hiqûqa navxweyî de tu pêşveçûn pêk çênebûye û diyar kir ku di serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî biryara binpêkirinê hat dayîn. 

“Di 17’ê Hezîrana 2016’an de dozgeriyê bi biryara neşopandinê hewl da dosyayê bigire. Li ser îtîrazê, Dadweriya Cezaya Sulhê di 5’ê Çileya 2017’an de biryarek ku divê biryara neşopandinê bê rakirin û doz ji nû ve bê vekirin da. Li ser vê yekê dozgeriyê dosya jî nûve vekir û dest bi meşandinê kir. Lê belê ev demeke dirêj e dîsa lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.”

Gulseren Yolerî da zanîn ku daxwaza wan ew e ku faîlên Hasan Ocak bên eşkerekirin, daxwazên wan ên di dosyaya lêpirsînê de bên bicihanîn û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a hiqûqî bidome.

“Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin”

Piştrê daxuyaniya hefteya 886’emîn xarziya Hasan Ocak, Dîcan Acer xwend. Dîcen Acer wiha axivî: “Kesên 27 sal in Hasan dan windakirin, bi zirxê bêcezatiyê tên parastin. Em di hefteya 886’emîn de careke din bi bîr dixin û daxwaz dikin; dewlet di rewşên binpêkirinên mafan û îskenceyê de mecbûr e faîlên sûc tespît bike û wan ceza bike. Divê dewlet vê bêcezatiyê bidawî bike û di dosyaya Hasan Ocak de lêpirsîneke bi bandor, bi rêzgira mafên mirovan û adilane bimeşîne. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Hasan Ocak û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, bendên hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 187 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”