Daxwaza Kefa Ibeyîd ya koçber û birîndar vegera gundê wê ye

Kefa Ibeyîd a ku ji gundê Şêx Elî ji ber topbarana dewleta tirk koç dibe û li gundê Til Şinan bi cih dibe, dema ku çeteyên dewleta tirk a dagirker gundê Til Şinan didin ber topan, ji lingê xwe birîndar dibe û ev 5 meh in li erdê ye nikare bimeşe. Kefa dibêje ku ew tiştekî ji bilî vegera li gundê xwe û derketina dagirkeran ji axa xwe, naxwaze.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, de gelek sivîlên bêguneh hatin qetilkirin û bûn qurbaniya vî şerî. Her wiha di encama topbarana gundên navçeya Til Temirê Um El-Kêf, Dirdara, Til Şinan û Til Tewîl û Til Cûma ên Aşûrî û gelek gundewarên din rojane nebe, du rojan carekê tên topbarankirin. Sivîlên ku li wan gundan dijîn dibin qurbaniya wan topan û di encamê de gelek jin û zarok birîndar bûne. Kefa Ibeyîd a ku ji gundê Şêx Elî ye ku ev gund di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de ye û heman wextê jî xeta agir e, her roj tê topbaran kirin. Kefa neçar dimîne ku ji gund derkeve da ku jiyana zarokên xwe yên biçûk biparêze, ji lewre vê carê berê xwe dide gundê Til Şinan ê Aşûrî ku li kêleka rêya M4 û rojhilatî bajêr bi du km heman wextê di navbera Til Temir û Qamişloyê de ye dikeve, li wir bi cih dibe. Paşê neçar dimîne ku ji wir jî berê xwe bide gundê Til Ruman ê ku dikeve ser rêya Til Temir û Hesekê, konekî xwe vedigêre û li wir bi cih dibe. Til Ruman gundek ji gundê Aşûriyan e, wekî wê wekî 30 gund in din koçberên Serêkaniyê, gundewarên Til Temirê û Zirganê hembêz kiriye. Gund berê di encama şerê di navbera DAIŞ û YPJ/YPG, Meclisa Leşkerî a Suryanî û Hêzên Parastina Xabûrê de, rûxuyaye û malên wê bêyî kun tune ye. Koçberên ku lê bicih bûn ew mal ji nû ve sererastkirin û lê jiyana xwe domandin, bi hêviya ku di zûtirîn dem de vegerin ser axa xwe. 
Gemiya dayika Kefa a 45 salî herî dawî beriya 5 mehan li gundê Til Ruman radiweste. Ji bo ku em bêtir çîroka dayika Kefa û sedema ku gemiya wê li ewqas gund geriyaye çi bû, nas bikin me berê xwe da gund û li gel dayikê hevdîtinek pêk anî. 
Rêwîtiya koçberiyê û çawaniya birîndariyê
Kefa di destpêka axaftina xwe de behsa rêwîtiya koçberî û çawaniya birîndariya xwe dike: "Piştî ku ji em gundê xwe Şêx Elî koç bûn, hatin li gundê Til Şinan di konan de tevî pez û çêleka xwe jî bi cih bûn. Rojekê em rûniştî bûn, hew me dît ku top wekî baranê bi ser me de dibarin. Me pez û çêlekên xwe girt û em di nava zeviyan de wan direvînin, ji tirsa topan me nizanibû em ber bi ku ve diçin. Di dema ku min çêleka xwe direvand, parçeyekî topê li lingê min ê çepê ket û ez birîndar bûm, şervanên gund ez rakirim nexweşxanyê û min derman kirin. Paşê bijîşkan lingê min emeliyat kirin û hesin xistinê û ev 5 meh in ez li erdê me, nikarim bimeşim. Ez tenê dikarim li ser xençlokan bimeşin, derveyî wê ku ez tenê rabim û bigerim na. Qaşo em hatin Til Şinan da ku em xwe ji mirinê xilas bikin lê topên dewleta tirk nehiştin ku em rehet bijîn. Berî hefteyekê, ez çûm nexweşxaneyê û bi riya emeliyatê re hesinên ku di lingên min de bûn, derxistin. Bijîşkan paçekê wekî ling dane min, piştî 20 rojan ez ê li xwe bikim û êdî hêdê hêdî li ser bimeşim û barê xwe bidin ser xwe, ne li ser xençlokan. Wekî berê ji xwe ez nikarim êdî birevim, karên malê bikim ango şivantiyê bikim. Ez niha tenê dikarim li ser xençlokan bimeşim û çend gavan biavêjim." 
Di navbera sermaya konan de û hesreta dîtina gund û mala xwe de maye
Kefa da zanîn ku ew niha di konekî de dijîn û serma zirarê dide hestiyên lingên wê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Me çend pezên xwe firotin û bi pereyên wê konek da çêkirinê û niha lê dijîn. Zivistana îsal pir dijwar e, sobe me germ nake û bi taybetî piştî ku emeliyat bûm û hesinê lingê xwe derxistin, bi şev û roj ev sobe vêketiye û hestiyên min germ nake. Pezê me jî ji vê sermayê zirarê dibîne. Bijîşkan gotin xwe ji sermayê biparêze lê dema ku malên me çûn û ketin xeta agir de bi dewleta tirk a dagirker e, em nikarin biçin wir û lê bi cih jî bibin, wê demê em ê germahiyê ji ku derê bibînin. Ji dûr ve em li gund dinêrin û her roj ji ber dagirkeran agir bi malekê dikeve û em newêrin ku nêzî wê bibin, îşte êş û hesret ev e. Malên me yên ku bi rondikên çavan û xwêdana eniyan ava kir, di kêliyekê de her tişt li ber çavên me çû."
“Em pê razî ne ku di axûra pez de jî bimînin”
Kefa da xuyakirin ku ji derveyî vegera mala xwe û derketina dewleta tirk ji axa xwe tiştekî din naxwazin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ma ev rewşa ku em tê de ne jiyan e gelo? Ne mirov, çêlek û ne jî pez cihekî wê heye. Herî kêm li mala xwe em dizanin ku em ê çawa bikin û cihê mirovan ji yê lawiran jî cuda ye, ne wekî niha. Em tenê vegera mala xwe dixwazin. Eger cihê pez ê saxlem jî mabe em ê lê bijîn lê ya girîng ew e ku em li ser axa xwe bin."
“Ger em biçin gund em ê werin qetilkirin”
Kefa bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku niha em biçin gundê xwe em ê werin qetilkirin û dagirker wê me di halê me de nehêlin em rehet bijîn. Wê bi top û çekên giran me topbaran bikin. Roja ku ez vegerim gundê xwe, ez ê dest bi paqijkirina mala xwe bikim, sererast bikim û herî kêm em ê rehet bê tirs razên. Ji derveyî vegera malê û derketina dagirkeran ji xaka me, tu hêviyên min ên din tune ne."