Cejna Cimayî li qûbeya ku DAIŞ’ê zirar dabûyê hat pîrozkirin

Jinên Êzidî yên ku tevli cimayî ya Hesin Mama bûn diyar kirin ku ji bo wan tişta herî pîroz adet û teqalîtên wan in û gotin ku dê heta dawiyê rêûresmên xwe yên olî pêk bînin.

MEDYA HAWAR

Şengal - Bi derbasbûna meha destpêkê ya payîzê re cejna cimayî û nûkirina qûban dest pê kir. Her hefte roja pêncşem û înê bi dorê li qûban cejnên cimayî tên pîrozkirin. Roja yekem, roja amadekariya ji bo cimayê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye. Ev cejnên ku li gorî salnameya Eşayîrî (ne hikûmî) tên pîrozkirin, di destpêka meha Tebaxê de pîrozbahî li Şengalê dest pê dikin. Lê ji ber ku sala 2014’an di destpêka meha Tebaxê de ferman li ser Êzidiyan pêk hat, di van salên dawî de pîrozbahî di meha Îlonê de dest pê dikin û ev yek dikare ji aliyê kesên olî ve were guhertin. Di rojên cimayî de her eşîretek û komek diçin ber qubek û li wir dua dikin, hêviyên xwe nû dikin, perî û hilêl siwar dikin û şahiyê digerînin.

Vê hefteyê jî Cejna Cimayî ya Hesin Mama bû ku li navenda Şengalê ye. Cejna Cimayî ya Hesin Mama roja Pêncşemê dest pê kir û duh jî bi siwarkirina perî, bi govendê bi dawî bû.

Qûbeya Hesin Mama ku li ser girekî bilind ê navenda Şengalê hatiye çêkirin, di dema êrîşên DAIŞ’ê de hinek aliyên qubê bi bombeyan hatibûn hilweşandin. Lê piştî rizgarkirina Şengalê di sala 2021’ê de Qubeya Hesin Mama ji nû ve hat çêkirin û niha ev sê sal in Êzidî Cejna Cimayî ya Hesin Mama li cihê wê pîroz dikin.

‘Beriya Şerfedîn nabe cimayî bên çêkirin’

Têkildarî cimaya Hesin Mama jinên Êzidî axivîn û gotin ku ji bo wan tişta herî pîroz edet û teqalîtên wan in.

Xizmetkara (Mûcewîr) Qûba Hesin Mama Dilvîn Şingalî diyar kir ku îro cimayî li quba wan e ji ber vê yekê gelek kêfxweş in ku Êzidî cimaya xwe pîroz dikin û wiha got: “Rêûresmên wê du roj in, roja pênçşem û înê ne. Ev sala sêyemîn e ku li qûba Hesin Mama cimayî tê pîrozkirin. Piştî fermanê hemû rojên cimayî hatine guhertin. Par me di 14’ê îlonê de çêkir lê îsal me di 20’î îlonê de çêkir. Ji ber cimaya Şerfedîn hat taloqkirin, me got heta cimaya Şerfedîn neyê çêkin, em ê jî çênekin. Çimkî nabe beriya Şerfedîn cimayî bên çêkirin.”

Heyat Êzidî jî cimayî li hemû Êzidiyan pîroz kir û serkeftinê ji Êzidxan û gelan re xwest.

Cimayî du roj in

Di heman mijarê de jina ciwan a bi navê Ferîde Şengal destnîşan kir ku beriya fermanê quba Hesin Mama tune bûye, qube piştî fermanê hatiye çêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev sê sal in cimayî li quba Hesin Mama tê pîrozkirin. Cimayî du roj in, rêûresmên cimayî roja Pênşemê dest pê dikin. Roja destpêkê em xwarinê ji kesên ku tên cimayî ya qubê re çêdikin û piştî nîvroyê jî dîlan tê gerandin. Roja duyemîn jî em diçin periyan tînin û siwar dikin û piştî wê jî em dîlanê digerînin. Cimayî roja duyemîn piştî siwarkirina perî û gerandina dîlanê bi dawî dibe.”

‘Quba Hesin Mama piştî fermanê hatiye çêkirin’

Têkildarî quba Hesin Mama, Şemê Remo jî ev agahiyan parve kir: “Ji bo me tiştên herî pîroz ev edet û teqalîtên me ne. Ji ber qubên Hesin Mama kêm bûn pîrên Hesin Mama jî kêm in. Ji Şerfedînê heta vê derê qubeyeke din nîn e ji bilî Hesin Mama. Qubeyek jî li Geliyê Ziyaretê ye. Wekî me got pîrên Hesin Mama kêm in ji ber vê piştî fermanê hinek xêrxwazan vê qubê dane çêkirin. Bi rastî jî tişta herî pîroz a di nav Êzidiyan de edet û teqalîtên me ne. Ji ber bîr û baweriya me ev çend ferman tên serê me. Îro em bimrin jî heta dawiyê em ê terka edet û teqalîtên xwe, nasnameya xwe nekin. Nasnameya me Êzidayetiya me ye, edet û teqalîtên me ne, ev qub û pîroziyên me ne. Dema fermanê DAIŞ’ê çi kir, qubên me fecirand yanî hilweşand, êrîşî pîroziyên me kir. DAIŞ’ê dixwest bi êrîş û hilweşandina cihên me yên pîroz me tune bike lê dijmin çi bike jî em ê rêûresmên xwe yên olî pêk bînin.

Her wiha em vê cejnê li Serok Apo, miletê xwe, xêrxwaz û azadîxwazan pîroz dikin û em dibêjin înşalah bi qeweta Tawisî Melek û Hesin Mama ev cejn cejna serkeftinê ye û ji bo dijmin jî cejna binketinê ye.”

Girêkek jî ji bo kedkarên ragihandina azad

Dayikê piştî bidawîkirina axaftina xwe girêkeke perî jî ji bo kedkarên ragihandina azad lê da. Ji ber ku wan ku di dema fermanê de, di oxira dayîna canê xwe de jî hemû rastiyan raxistine ber çavan û nîşanî cîhanê dan.