Boykota mamostayên bi peyman berdewam dike

Boykota ku mamoste û fermanberan ji bo bidestxistina mûçeyan dest pê kirine berdewam dike. Heta niha li ser vê yekê kesên rayedar helwesta xwe diyar nekirine û mûçe nehatine dayîn.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Du meh in mûçeyê mamoste û fermanberên herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Vê yekê jî rewşa aboriyê giran dike û bi giştî bazarê lawaz kiriye, bandorê li ser hemû çînên civakê kiriye. Mamoste, fermanber û xebatkarên qada tendirustiyê dest bi boykota karnekirine û heta niha jî deriyê dibistanên fermî yên li bajarê Silêmanî û navçeyên derdora wê nehatine vekirin.

‘Boykot bandorê li ser hemû aliyên civakê dike’

Mamosteya bi peyman Govend Receb, der barê nedana mûçeyên mamoste û fermanberan de nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Krîza darayî bandorê li ser hemû aliyên jiyan, civakê, tendirustî û perwerdeyê kiriye. Ji sala 2014’an ve hikumeta Iraqê bi berdewamî qeyran li pey qeyranê çêdike, ev jî sedemeke nedayîna mûçeyê hemwelatiyan e. Di salê de tenê çend mehan mûçeyê kêm dide hemwelatiyan. Nebûna mûçe ji ber bêplaniya hikumetê ye, tunebûna planek guncaw wisa kiriye ku rewş bigihîje vê asta niha.”

‘Boykota mamosteyan bandorek neyînî li ser xwendinê dike’

Govend Receb da zanîn ku boykot bandorek xirab çêdike û wiha got: “Dema mamoste boykota dibistanê dikin, bêguman bandora neyênî çêdibe, pêvajoya xwendinê bi paş dikeve, xwendekar êdî fêr nabin û nifşek nexwenda çêdibe. Boykot sarbûnê di aliyê xwedekaran de çêdike. Sala par li gorî daneyên wezareta perwerdeyê nêzî 20-30 hezar xwendekaran dawî li xwendinê anîn. Ev jî metirsiyek e, ji ber ku nexwendin di pêşerojê de civakê lawaz dike.”

‘Mamoste nikarin bi rûyê geş sala perwerdeyê pêşwazî bikin’

Govend Receb destnîşan kir ku sarbûna mamosteyan ji waneyan ji ber tunebûna mûçe û boykotê berdewam dike û got: “Salên borî di dema xwendinê de dema ku dibêjin 1-15 Îlonê wê deriyê dibistanan vebin, xwendekaran xwe ji bo dibistanê amade dikirin, bi heman awayî mamoste jî bi rûyekî geş diçûn dibistanê. Lê belê niha her çend, xwendekar xwe amade bikin jî mamoste nikarin bi rûyê geş pêşwazî bikin. Ger biçin navendên xwendinê, perwerde diyar dibe. Li gorî ku hatiye diyarkirin 35 hezar û 400 mamosteyên bi peyman di wezareta perwerdeyê de hene, ev rêje bûye sedema sîtemkirinê ji ber ku di nava sektora hikumetê de heta niha mamostehî ji bo wan nebûye pîşe, tenê karek e ji bo xwe dikin.”

‘Malbat zarokên xwe dişînin dibistanên taybet’

Govend Receb der barê bandora hebûna dibistanên taybet de wiha got: “Bêguman dibistanên taybet çînayetî û cudahiya perwerde û civakê çêdike. Kêmasiya dibistanên hikumetê, bûye sedem ku malbat zarokên xwe bişînin dibistanên taybet, dayik û bav hene ji derveyî bajar kar dikin û dema ku demek zêde li kar bin, neçar dimînin zarokên xwe bibin dibistanên demên wan zêde. Ev jî bargiraniyê li ser sîstema perwerdeyê çêdike. Wisa dibe ku malbat neçar dimînin zarokên xwe bibin dibistanên taybet. Ger sîstemek di perwerdeyê de hebûya, wê rewş wiha nebûya.”

‘Divê hemû ji bo bidestxistina mafên xwe hewl bidin’

Govend Receb di dawiya axaftina xwe de behsa herêmên ku xwendin lê didome kir û wiha got: “Tu caran xwendina di nava zextê de sûd jê nayê girtin, ger desthilatdar di giraniya rola xwe de be, rê nade mamoste bi rewşek ne aramî biçin dibistanê û peyameke zanistî û guncaw bidin xwendekaran. Ji ber azadiya fikrî nîn e divê hemû çîn ji bo bidestxistina mafên xwe hewl bidin, ji ber ku maf tên bidestxistin nayên dayîn.”