"Bila kêfxweşî û aramiya ji me girtin nebe para wan"

Çarenûsa Mehmet Can Ayşin ê ku piştî gundê wan ji aliyê leşkerên Tirk ve hat dagirkirin û şewitandin, hat binçavkirin û ev 27 sal in nayê zanîn çi pê hatiye. Aynur Ayşin dibêje ku ji wê rojê û vir ve wan qet agahî ji bavê xwe negirtine.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Kiryarên kuştinên nediyar ên li Tirkiyeyê di salên 90'î de qewimî hîn jî nehatine zelalkirin. Têkoşîna hiqûqî ya xizmên windayan, ên ku bûn şahidên salên ku bi sedan kes di şevekê de ji gund, xaniyên xwe yan ji kolanê hatin revandin, hê jî didome. Yek ji wan kesan jî Mehmet Can Ayşin ê ku bavê 9 zarokan e, dixwazin çarenûsa wî bê pirsîn, tawanbar û berpirsyarên wî bên eşkerekirin.
Piştî serdagirtina leşkeran a  di 8’ê Gulana 1994’an de, li gundê Mizak ê Licêya Amedê, mal hatin şewitandin şûnde tevî Mehmet Can Ayşin, hemû gundî hatin binçavkirin. Gundî piştî du rojan hatin berdan lê Mehmet Can Ayşin di bin çavan de ma. Zarokê Mehmet Can Ayşin ku koçî Amedê bûne, roja serê sibeha cejnê ango di roja 8’emîn a binçavkirina Mehmet Can Ayşin de ji bo pirskirina bavê xwe çûn li qereqola leşkeran a Navçeya Licê ji van bersiva “Dozger çûye betlaneyê, piştî ji betlaneyê  vegeriya, em ê îfadeya bavê wê bigrin û serbest berdin. Ji hingê ve, tu agahî ji Mehmet Can Ayşin nehatiye girtin. Tevî ku malbatê gelek serlêdan li qereqola leşkeran Licê, Walîtiya Amedê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Qeymeqamiya Rewşa Awarte ya Walîtiyê kir jî bersivên wekî  “Me kesek wiha negirtiyê û nedîtiye” girt. Piştî roja ku ew hat binçavkirin, malbata Mehmet Can Ayşin der barê wî de nekariye tu xeberek bigre yan cenazeyê wî bibîne.
"Jiyana me ji destên me girtin"
Keça Mehmet Ayşin Aynur Ayşin ev 27 sal in ku ji bo çarenûsa bavê xwe hîn bibe têdikoşe. Aynur Ayşina ku serpêhatiya xwe ya piştî serdagirtina leşkeran û şewitandina gundê wan a di 1994’an de jiya ji ajansa me re vegot, diyar kir ku piştî wê rojê hem jiyana xwe hem jî bavê xwe winda kirine. Aynur Ayşina ku dema bavê xwe winda kir temenê wê 24 salî bû wê rojê bi van gotinan vegot:
 “Wê demê li her gundî kesên ku li aliyê leşkeran ve hatibûn windakirin hebûn. Hemû kes li bendê bûn ku kengê dor were wan. Dema wê rojê hatin gundê me, wan hemû mirovên di malan de derxistin derve. Birayê min ê herî biçûk wê demê yeksalî bû. Bêyî kû bêjin jin û zarok, hemû kes li meydana gund kom kirin. Piştî ku me li meydanê kom kirin, wan xaniyên me şewitandin. Piştî ku xanî şewitîn me û zarokan tenê hiştin. Wan zilaman li seyareyek siwar kirin û birin Licê. Ji xeynî bavê min her kes li Licê hat berdan lê bavê min bernedan. Piştî ku gundê me hat şewitandin, em neçar man koçî Navenda Amedê bikin."
"Em dixwazin kêla gora bavê me hebe"
Aynur Ayşina ku dibejê her çend me piştî bûyerê bi salan li bavê xwe geriyan û daxwaznameyan nivîsand lê ew nikarin ji wî xeber bistînin û diyar kir mafê wan heye xwedî gorekî bin. Aynur Avşin gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Di wan rojan de tiştek nema ku me nekişand û nejiya. Em bi mehan û salan li bavê min geriyan lê me ew nedît. Bapîr û dapîra min bi rojan li ber qereqola leşkeran man lê me tu bersiv negirt. Xwişk û birayên min bê bav mezin bûn. Jiyana me wêran kirin. Tiştê ku me jiya tenê Xweda dizane. Daxwaza me tenê ew e ku gorek hebe û tawanbar di demek zûtirîn de werin darizandin. Ev 27 sal in, em hemû li ber derî li benda agahiyek in. Ez hêvî dikim ên ku van tiştan bi me didin jiyîn, kêfxweşî û aramiya ku ji me girtine bijîn.”