Bijîjk Rena Mihemed: Pêwîstiya projeya min bi piştgiriyê heye

Projeya nexweşiya mantarê ya bijîjk Rena Mihemed Ubeydî li zanîngeha Silêmaniyê cara yekem e tê encamdan û armanca wê sûdgirtin e lê belê pêwîstî bi piştgiriya hikumetê heye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe – Li Helepçeyê bi amadebûna hejmarek bijîjk, profesor û endezyarên zanîngehên Iraqê, bi serpereştiya bijîjk Mihabad Kamil û bi hevkariya Navenda Navdewletî ya Fransayê, ji bo zanayan û dahêneran û herdu kolejên Samara û parwerdeya endezyariyê dehemîn konferansa pêşangeha navdewletî ji bo dahênan û nûkariyê hat lidarxistin.

Di konferansê de, hejmarek berbiçav a jinan hebû. Yek ji wan lêkolîneran Bijîjk Rena Mihemed Ubeyd bû ku bi projeya nexweşiya mantarê beşdarî konferansê bûbû. Rena Mihemed a behsa projeya xwe kir bal kişand ku ji bo projeya wê pêwistî bi piştgiriyê heye.

‘Divê hikumeta herêma Kurdistanê piştgiriyê bide projeya min’

Rena Mihemed Ubeydî li zanîngeha Silêmanî beşa beytariyê temam kiriye û diyar kir ku çar sal in wê dest bi vê projeya çarseriya nexweşiya mantarê kiriye heta ku lêkolîna xwe temam kir, karê wê li ser cudakirina bakteriyan bû, cudakirina vê madeyê demek dirêj jê re pêwîst bû, destnîşan kir ku bi hewldan û westandinek zêde dikaribûye karê xwe bi encam bike û wiha got: “Ez dikaribûm karê xwe bi encam bikim, ev madeye ji bo çareseriya bakteriyên nexweşiya mantarê tê bikaranîn.”

‘Di ceribandinê de min encamek baş bi dest xist’

Bijîjk Rena bi bîr xist ku ev madeye navê wê yê zanistî meşxur e (Bakteriya nexweşiya mantar) ku jê re dibêjin ‘Kandîda’ û li hemû cîhanê belav bûye û heye û her mirovek bi asanî digre. Ev lêkolîn heta niha cara yekem e li ser asta cîhanê tê encamdan û wiha got: “Çend çavkaniyên ku ji bo vê projeyê werin bikaranîn min nedît, ez çûm cihê taybet ji bo lêkolîna bakteriyên nexweşiya mantarê, min dît ku li ser vê yekê kesê kar nekiriye, ji ber wê min dest bi lêkolînê kir û min ceriband û encamek baş bi dest xist. Lê belê pêwîstiya min bi piştgiriya hikumetê yan jî kampanyayan heye. Ez dikarim pêwîstiyên xwe bi xwe temam bikim lê belê pêwîstî bi melzemeyên taybet ji bo laboratuwarê heye. Pirsgirêk ew e ku li zanîngehan labaratuwar ji bo xwendekarên zanîngehê hatine dabînkirin û nikarim li wê derê karê xwe bi encam bikim. Xweziya çend labaratuwarên baş li Silêmaniyê hebûna da ku bikaribûma lêkolîna xwe bixim meriyetê.”