Bi xebatên xwe bawerî û hêza zarokan bilind dike

Jina ciwan Xûşkan Şêrko piştî temamkirina zanîngehê li benda bi fermî tayîkirinê nema, bi serbixwe karê xwe dike û ji ber wê jî kar li gel zarokên xwedî pêwîstiyên taybet dike û dibêje; “Her çendî civak hişyare jî lê belê ne di asta pêwîst de ye.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Jinek ciwan, bi riya xebatê hewl dide xwe bi pêş bixe û bigihîje armanca xwe. Bi karê xwe dibe sedema kêfxweşî û hêviya gelek zarokên xwedî pêwîstiyên taybet, gelek ciwan hene bê armanc dijîn, piştî temamkirina xwendinê vala roja xwe derbas dikin. Yan jî xwendinê temam dikin ji tayînbûnê bêhêvî dibin û li pey armancên xwe naçin. Lê belê ciwan jî hene cihê xwe di civakê de diyar kirine, hewl didin xwe bigihîjînin armanca xwe.

Xûşkan Şêrko yek ji wan ciwanan e ku dema xwendina xwe ya zanîngehê temam dike, dest bi karê xwe kiriye her wiha karek mirovane dike. Piraniya armanca wê kêfxweşî û başkirina rewşa zarokên xwedî pêwîstiyên taybet e. Ew bi zarokên bi Sendroma Down û Otîzmê re mijûl dibe.

“Li zanîngehê min dest bi çalakiyên ji bo zarokên xwedî pêwîstiyên taybet kir”

Xûşkan Şêrko li zanîngeha Silêmaniyê beşa perwerdeya taybet di sala 2019-2020’an de temam kiriye. Der barê xwendina xwe de da zanîn ku bi xwesteka xwe berê xwe daye vê zanîngehê, dizanibûye wê di demên li pêş de bibe mamosteya zarokên xwedî pêwîstiyên taybet, ji vî karî hez dike ji ber wê vê beşê hilbijartiye.

Xûşkan Şêrko di destpêka qonaxa xwendinê de dest bi çalakiyan kiriye, li gel havalên xwe bi riya tora civakî zanyarî der barê zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û yên ku pêwîstiya wan bi perwerdeya taybet heye yên weke Otîzm, Down Sendrom dane û ev zanyarî daye malbatên zarokan.

Wê serdana Navendên çareseriya zarokan dikir, dema ku hîs dikir kêmûkurtiyên navendê hene bi riya çalakiyên ku li zanîngeha Silêmaniyê li dar dixst, gelek berhemên karên destan difirot û dahata wê ji bo alîkarîkiriya mamoste û xwendevanan dida bi kel û pelan ji bo navandê. Ji derveyî vê jî gelek semîner der barê awayê nêzbûna zarokan de dida malbatên zarokan. Di qonaxa dawî ya zanîngehê de ji bo rojên taybet ên Down Sendrom û Otîzmê, gelek çalakî li dar dixistin, bû hêviya ku ji bo malbatên wan zarokan tiştek bike.

“Li zanîngehê min çalakî û semîner li dar dixist”

Xûşkan Şêrko wiha behsa karê xwe kir û got: “Di çalakiyên xwe de min cil û berg nîşanî zarokên xwedî pêwîstiyên taybet da, ji ber wê jî ev çalakiya min li zanîgehê dest pê kir. Ev bû sedema destpêkê ku biryar bidim vî karî bikim. Ji ber xwendinê min nikaribû kar bikim, tenê weke xwebexş di çend navendan de min kar dikir. Piştî belavbûna vîrusa Koronayê ji ber karantînayê hemû navend hatin giritin, ez bi xwe diçûm malên zarokan û min rewşa wan çareser dikir.”

“Ez li benda tayînbûnê nemam min karê xwe yê serbixwe kir”

Dema ku der barê kar de me pirs ji Xûşkan kir çiqas zehmet bû kar li gel zarokên xwedî pêwsîtiyên taybet bike wiha got: “Xwendina min bi xwe hebû ji bo rewşa van zarokan û her dem min xwe bi pêş dixist. Ez ji bo navendan difikirîm û her wiha malbata min gelek bi min re bû alîkar û ji ber wê min hêsantir dikaribûm karê xwe berdewam bikim.”

“Ez li gel zarokên xwedî pêwîstiyên taybet bi aram dibim”

Xûşkan Şêrko der barê hişyariya hemwelatiyan ji bo zarokên xwedî pêwîstiyên taybet de wiha got: “Niha hesasiyet û hişyariya kesan di nava civakê de li hemberî zarokên xwedî pêwîstiyên taybet ji salên borî baştir e. Sedema wê jî hebûna kesên pispor di vî alî de her wiha dayîna semîner û belavkirinên di torê civakî de ye lê belê ev ne di asta pêwîst de ye. Divê zêdetir girîngî bidin zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û hişyariyên zêdetir hebin. Girîng e çalakî û semînerên ku tên lidarxistin, hemwelatî bi giştî beşdar dibin. Dema ku karek bi vî awayî tê encamdan, di nava xwe de aramiyê hîs dikin bi taybetî dema ku hevkariya kesek tê kirin. Çalakiyên weke pêşangehên wêne, nîşandana cil û bergan, muzîk, werzîş û karên destan tên lidarxistin.”

Hewldana Xûşkan rewşa zarokên xwedî pêwîstiyên taybet baştir dike

Xûşkan Şêrko wiha behsa ezmûna xwe ya yekem a karê xwe yê li gel zarokên Down Sendrom kir û wiha got: “Awêr yekem zarok bû weke mamoste ez pê re eleqedar dibûm, ev du sal in ez mamostehiyê dikim. Destpêkê tenê 10 peyv dizanbû lê belê niha asta wî baş bûye û dikare li ser hev çend peyvan bibêje. Di hefteyê de du roj yan sê rojan serdana Awêr dikim di van demên ku min serdan dikir de sûdek zêde gihîştiyê. Sedema pêşketina wî ji ber malbata wî bû her dem alîkariya wî dikirin, piştî mamoste, ew pê re dibûn alîkar, niha hemû tîpên Kurdî dizane û dikare heta astekê binivîsîne.”

“Zarokên xwedî pêwîstiyên taybet pêwîstiya wan bi nêzakatiyên baş heye”

Xûşkan Şêrko diyar kir ku pêşketina zarokên xwedî pêwîstiyên taybet dikeve ser milên malbatê, nêzîkatiyên malbatê biryar dide ku ev zarok lawaz e yan bi hêz e, ji ber mamoste hinek dem li gel zarokan in lê belê malbat her dem li gel wan in û wiha got: “Divê nêzîkatiyek taybet li gel rewşa van zarokan were kirin. Nêzîkatî li gel zarokên down Sendrom şêwaza taybet dixwaze. Ji ber wê jî divê mamosteyên taybet hebin divê malbat hewl bidin li gorî rewşa wan nêz bibin. Mixabin niha tu navendek nîn e ku malbat li gorî şêwazên xwe nêzî zarokên xwe bibin.”

“Awêr gihîşt qonaxa yekem a seretayî”

Di beşek din a hevdîtina me de me serdana dibistana Awêr kir ku niha di asta qonaxa yekem de ye û dest bi xwendinê kiriye. Li gorî gotinên Xûşkan Şêrko û mamosteyê Awêr yek ji zarokên bi aqil û têgihîştî bi berdewamî bi awayê bi tendirust dikaribûye di dibistanê de nêzîkatiyek baş li gel xwendekaran nîşan bide. Ne tenê bûyerên Down Sendrom belkî zarokek bi tendirust dikare heta astekê biçe, ji ber wê Awêr dikaribûye hêza xwe derbixe hole.”