Bi kursa ku vekir jinan fêrî ajotina wesayîdê dike

Amed Dilpak a 29 salî ku xwediya yekemîn kursa ajotina wesayîdê ye, dibêje ku armanca wê ew e hişmendiya civakê ya ajotina wesayîdan ji bo jinan şerm dibîne bişkîne û jin bibin xwedî bawerî.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi şoreşa Rojava derfetên cur bi cur ji bo jinan çêbûn, di her warî de bûn pêşeng û xwedî bawerî. Li Qamişloyê Amed Dilpak jineke ciwan e yekemîn projeya fêrikina jinan ji bo ajotina wesayîdê pêş xist.  Amed Dilpak behsa yekemîn projeya xwe kir.

‘Jin dibin xwedî bawerî û hêz’

Amed Dilpak behsa projeya xwe ya yekemîn û armanca wê ya ji bo fêrkirina jinan ji ajotina wesayîdê re kir û wiha got: “Di demeke pir kin de nêzî heyvekê heye ku min ev der vekiriye. Projeya min bi taybetî ji bo jinan e ez wan fêrî ajotina wesayîdê dikim. Çima bi taybetî jin, ji ber ku berî şoreşa Rojava di milê hişmendî de ji aliyê civakê ve bi çavekî kêm yan jî piçûk li jinan dihat mêzekirin. Digotin ku jin nikarin wesayîdê bajon an jî şerm e, bi wê awayê nêzî jinan dibûn lê niha şoreşê gelek derfet dan me jinan ku em bibin xwedî hêz. Ez jî ji demeke dirêj ve ye wesayîdê dajom û bi projeyeke wiha min xwest ez wî qalibê bişkînim û bihêlim jin jî weke mêr wesayîdê bajon û bibin xwedî bawerî.”

‘Dema tu xwedî îrade bî tu yê bi ser bikevî’

 Amed Dilpak diyar kir û çend jin hînî ajotina wesayîdê bûne û wiha domand: “Dema ku min xwest karekî wiha bikim min ji malbat û hevjînê xwe jî pirs kir ka çawa ye. Pir bûn alîkar û piştgiriya min kirin. Di her karî de zehmetî hene lê dema tu xwedî îsrar û îrade bî tu yê bi ser bikevî. Di milê demê de hinek zehmetî derbas dibe ji ber ku demê dixwaze jin her roj saetek perwerdeyê dibînin. A din jî heta ku fêr dibin di rojên pêşî de bi taybetî ji ber ku hinek ditirsin hinek jê bêbawerî nêz dibin lê heta ku ji min tê ez bi wan re dibim alîkar. Ev çend jin derdiçin di fêrkirina ajotinê de bi serkeftî derbas dibin ji ber ku di nava bajar, bazar û bi şev wan fêr dikim rastî jî bi serkeftî derbas dibe. Dema ku ez vê encama keda xwe dibînim pir kêfxweş dibim û bi wan serbilind im.” 

‘Ya girîng ew e ku jin bi îsrar bin’

 Amed Dilpak bal kişand ser waneyên perwerdeyê û awayên fêrkirina jinan û wiha bi dawî kir: “Perwerde ji 7 waneyan dest pê dike. Di her hefteyê de 3 rojan wane hene û her wane saetek e. Di waneya yekem û duyem de hinekî zehmetî hene ji ber kêm bawerî û tirs heye. Piştî waneya sêyem jin asta wan baş dibe. Waneyek heye bi taybetî êvarê wan derdixim çawa di nava tarîtiyê de fêr bibin bajon. Waneyeke din jî heye çawa bi paş ve vegerin. Nêzî 15 jin perwerdeyê dibînin û 4 jin derçûne.  Dixwazim di rojên pêş de her dem vê projeyê berdewam û berfirehtir bikim da ku beşeke mezin ji jinan fêrî ajotinê bikim û dibistaneke taybet vekim. Ji her jinê rê dibêjim ku armanca te çi be xwedî bawerî û îrade be da ku tu bigihîjî armanca xwe. Ya girîng ew e ku li ser armanca xwe bi îsrar be.”