Bi hişyarbûnê şîdeta li ser bingeha zayendî bi dawî dibe

Li ser çalakiyên konferansê û bikaranîna wê ji bo kêmkirina şîdeta li ser bingeha zayendî, endama komîteya zanistî ya Rêxistina Lîbyayê ya Şêwirmendî û Psîkoterapiyê û endama komîteya zanistî ya konferansa zanistî Ghada El-Maxrabî ji ajansa me re wiha axivî: "Ev konferans bi taybetî ji bo krîzên ku Lîbya tê re derbas dibe û şerên ku derbas bûne, banga erênî û xweşbîniyê dike her wiha hewl dide ku çand û hişmendiya derûnînasiya erênî belav bike.”

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî de, çalakiyên duyemîn konferansa zanistî ya "Psîkolojiya erênî, dîtin û Hêvî" ye bi dirûşma "Ber bi jiyana baştir a pozîtîv" ve hat destpêkirin. Çalakî bi armanca ronîkirina girîngiya rola piştevaniya derûnî û şêwirmendiyê di dîtina çareseriya pirsgirêkên civakê de tên lidarxistin.
Wezareta Perwerde, Piştevanî û Rênîşandanê li Lîbyayê, di 24-25’ê Mijdarê de konferansek zanistî ku ya duyemîn e, organîze kir ji bo danasîna qadên psîkolojiya erênî û girîngiya sepana wê ji bo tenduristî, malbat, jin û zarok, dibistan û kar.
Di konferansê de çend nîqaşên zanistî li ser derûnînasiya pozîtîf, têgeh, teorî û amûrên pîvandin û teşhîsê hatin gotûbêjkirin. Ji bo ronîkirina girîngiya derûnînasiya erênî di rêgirtina li pêş nexweşiyên derûnî û çawaniya dermankirina wan. Her wiha pênasekirina qadên serîlêdana wê ji bo ku beşdarî peydakirina çareseriya pirsgirêkên civakê bibin.
Di konferansê de ji bo krîzên ku Lîbya tê re derbas dibe dê banga erênî were kirin
Li ser çalakiyên konferansê û bikaranîna wê ji bo kêmkirina şîdeta li ser bingeha zayendî, endama komîteya zanistî ya Rêxistina Lîbyayê ya Şêwirmendî û Psîkoterapiyê û endama komîteya zanistî ya konferansa zanistî Ghada El-Maxrabî ji ajansa me re wiha axivî: "Ev konferans bi taybetî bi krîzên ku Lîbya tê re derbas dibe û şerên ku tê de derbas bûne, banga erênî û xweşbîniyê dike her wiha hewl dide ku çand û hişmendiya derûnînasiya erênî belav bike.”
Ghada El-Maxrabî da zanîn ku ev konferans hevdem e ligel Kampanyaya Cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û wiha got: "Derûnnasiya erênî di kêmkirina rêjeya tundûtûjiyê di civakê de xwedî roleke girîng e lewre em hewl didin vê çand û hişyariyê belav bikin, ji ber ku bi bilindkirina hişyariyê tundiya li ser bingeha zayendî jî bi dawî dibe.”
Zêdebûna tundiya li ser jinan
Der barê tundiya herî zêde ya li Lîbyayê li dijî jinan pêk tê jî dibêje: "Di salên dawî de diyardeya tundiya li ser jinan gelekî belav bûye. Zilam hene ku yan dayik, xwişk, hevjîn an jî keça xwe dikujin. Ev hemû sedemên xwe yên civakî û derûnî hene ku hewcedarî lêkolînê ne. Ji ber vê yekê konferans û semînerên bi vî rengî hatin da ku  lêkolînên zanistî pêşkêş bikin.” 
Li ser çawaniya kêmkirina tundûtûjiyê, wê teqezî li ser pêwîstiya bihêzkirina saziyên perwerdeyê, zanîngeh û saziyên civaka sivîl kir ji bo kêmkirina tundûtûjiyê bi hemû şêweyên wê, ji ber ku ew berê bûye diyardeyek berbelav di encama şoreş û şerên ku civaka Lîbyayê jiyaye de.
 Bi giştî li dijî zarok, mêr û jinan şîdet tê kirin
Li aliyê din, Profesora Şêwirmendî û derûnasiyê Cezia El Mestirî ku bawernameya masterê di warê birêvebirina dozên tundûtûjiyê de wergirtiye, dibêje: "Tundûtûjî ziyaneke mezin e ku mirov rastî wê tê û wiha domand: "Şîdeta zayendî ya li ser hemû beşên civakê tê kirin yek ji cureyên herî zêde yên salên dawî ye.”
Her wiha diyar kir ku gelek cureyên şîdeta li ser bingeha zayendî hene, şîdeta derûnî, bedenî û zayendî jî di nav de ye û wiha pê de çû: "Tundiya taybet jî heye (a) mebesta me tacîzkirin e û şîdeta taybetî (b) mebesta me îstîsmara tevahî li dijî zarok, jin an mêran e.”
"Em hewl didin perwerdeya erênî bi cih bikin"
Ji bo kêmkirina şîdetê, Cezia El Mestirî got: "Me bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan dest bi kampanyayên hişyarkirinê kir û em ê 16 rojan berdewam bikin, ji bo pêşxistina parêzbendiya derûnî ya jinên ku rastî lêdanê hatine û çawaniya danûstandina bi zarokên ku rastî şîdetê tên û her wiha çandina perwerdeya erênî li gel zarokan da ku ji tundiyê xilas bibin. Em gelek semîner û foruman li dar dixin da ku bigihîjin zarokên ku tûşî tundûtûjiyê dibin, bi taybetî li deverên populer. Di her forumê de kesên ku di warê hişyarî û rêberiyê de pispor in hene. Wekî din, di dibistanan de xebatkarên civakî û şêwirmendên derûnnas hene û nexweşxaneyan dest bi avakirina navendên birêvebirina dozê kirine da ku zarokên rastî destdirêjiyê hatine werbigirin û wan ji hêla psîkolojîk ve derman bikin.”
"Şîdeta li dijî kesên xwedî hewcedariyên taybet yek ji şêweyên xirabtirîn ên şîdetê ye"
Der barê girîngiya hişyarkirina tundûtûjiya li dijî kesên xwedî pêdiviyên taybet, mamosteyê perwerdeya taybet Ebîr Ebû Hecer dibêje: "Yek ji karên ku mamosteyên perwerdeya taybet di dibistanan de digrin ser milên xwe ew e ku çavdêriya yek an du şagirtan bike ji aliyê perwerdeyê ve. Ez dixwazim diyar bikim ku şîdeta li dijî kesên xwedî pêdiviyên taybet an jî kesên kêmendam yek ji tundtirîn cureyên şîdetê ye ji ber ku ew nikarin xwe îfade bikin an jî rûbirûbûna xwe ya li hemberî tundiyê eşkere bikin. Ji ber vê yekê divê ew li ber çavan werin girtin û tevli civakê bibin.”