Bi dîlgirtina Ehmed berpirsyariyên wê girantir bûn

Negem Lîdadowe ya 29 salî ji Mezrea Rojava bakur rojavayê Ramalahê ye, du zarokên wê hene, piştî dîlgirtina hevserê wê ji ber dijwariya rewşa jiyanî, neçar dimîne ku biçe mala bavê xwe. Negem dibêje: “Dîlgirtina hevjînê min bandorek psîkolojîk li ser zarokên min kir, ez hewl didim li ser piyan bimînim heya Ehmed azad bibe.”

TEHRÎR BENÎ SAXIR
 
Ramalah - Leşkerên Israîlê 5’ê sibata 2020’an hevjînê Negem Lîdadowe ya 29 salî û dayika du zarokan Ehmed Abdilkerîm ji mala wî ya li bajarokê Bîrîzît binçav dikin, 22 rojan li girtîgeha Alclme lêpirsîn dikin pişt re wî vediguhêzin zindana Mecdo ya li herêma bakurê Israîlê.
Negem lidadowe diyar kir ku Ehmed hîn jî di girtîgehê de ye, ji dadgehkirin û darizandina wî hin tiştekî diyar tune ye. Tenê dema ew ji malê birine bi siyaseta ku di dema xwendina zanîngehê de kiriye, ew tewanbar kirine lê Ehmed di dema xwendina zanînghê de tu çalakiyên siyasî nekiriye. 
Dadgeha Israîlê ji bo dadgehkirina Ehmed Abdil Kerîm di Çileya 2020’an de, cara duyemîn 4 heyvan taloq kir. 
Hêzên Israîlê di demên dawî de hemwelatiyên Filistînê bê guneh û darizandin binçav dikin, dadgehkirina rêveber û jinan her tim tê talûqkirin, heya parêzerên wanjî sedemên dîlgirtina wan nizanin.
Zehmetiyên berpirsyariyê
Negem Lidadowe ku li Zanîngeha Bîrîzît beşa zanistên siyasî xwendiye dibêje: "Dûrbûna hevjînê min û nebûna bav li malê pir zehmet e, ji ber ku jiyan hevpar e û tunebûna bav berpirsiyariyên min du qatan zêdetir dike."  
Li ser rewşa aborî û lêçûna malê Negem dibêje: "Me bi pereyê ku Ehmed digirt, debara xwe dikir lê bi dîlgirtina wî, felaket bi serê min de hat. Kirêya malê û lêçûna hin tiştên din Ahmed dida. Ji ber ku barê min girantir bû hatina mala bavê min tenê bû çare ji min re." 
Negem hewl dide ku karekî ji xwe re bibîne li ser vê jî wiha dibêje: "Ji ber ku rola dayik û bav ket ser milên min, pêwîstiya min bi karekî hebû ji bo zarokên xwe xwedî bikim, ji ber vîrusa coronayê pir zehmet bû, di dawiyê de min karê muhesebeyê dest bi xebatê kir." 
Negem diyar dike ku ne ew ne tenê ji ber zehmetiyên madî şikiyaye her wiha nebûna heval û alîkariyê jî bandora nebaş li ser kiriye û dibêje ku nebûna hevserê jinekê, wê dixe tengasiyên herî mezin û wiha didomîne: “Ehmed ne tenê hevjîn bû, heval û giyan bû, di her kêliyê de piştgiriya wî hebû, di serfirazî û cihêwaziyan de, ew ewlehiya min bû, min war û ewlehiya xwe winda kir."
Pirsgirêkên psîkolojîk û hêviyên vegera hevjînê Negemê jiyanê girantir dikin. Li ser van pirsgirêkan wiha dibêje: “6 sal di ser zewaca me re derbas bû, zewaca me ne kevneşopî bû, ji bo vê jî girtina Ehmed valahiyek mezin xist jiyana min, roj û heyvan dihejmêrim dijwariya êşan ez lawaz kirime. Kêliyên herî zehmet mirina dayika wî bû, diviyabû li rex wî bûma di van kêliyên zehmet de lê mixabin… Ev hemû li ser giyana min bandorek psîkolojîk çêdikin." 
Her wiha bandora psîkolojîk li ser zarokan jî çêbûye Negem dibêje: "Valahiya ku bi girtina Ehmed re çêbû bandorê li ser zarokên min jî kir, kurê min ê 5 salî bi bavê xwe ve pir girêdayî bû, bi taybetî di mehên destpêkê de ji ber ku me nizanibû ew li ku ye, kurê min ê din ê yeksalî hîn wateya bav nizane jê hat mehrumkirin."  
Berxwedêrên rasteqîn
Negem li ser jinên ku hevjînên wan hatine girtin wiha dibêj: "Tecrubeya girtina hevjînê min çêbû. Dikarim muqayese bi yên ku hevjînên wan di mercên giran û bê veger de ne re çêkbikim, ji ber ku ew berxwedêrên resteqîn û xwedî barên girantir in ne tenê aborî, di her warê jiyanî de ye ev yek. "
Pênc heyv piştî dîlgirtina Ehmed hevjîna wî cara yekemîn di Tebaxa 2020’an de nîv saetê wî dibîne her wiha di Cotmeha 2020’an de saetekê hevdîtin pê re dike. Wê demê Ehmed di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bûye.
Li ser berpirsiyarên li dijî girtiyan Negem vab rexneyan dike: “Bi giştî saziyên ku berpirsiyariyên girtiyan û yên di zindanê de hilgirtine divê bi erkên xwe rabin, di hevdîtina dawî de Ehmed qala zehmetî û dijwariya zindanê kir. "
Li ser rewşa girtîgehan jî Negem wiha didomîne: “Kêliyên jiyanî yên li girtîgehên mêr û jinan pir dijwar in, bi taybetî bi derketina coronayê re tenê dermanên bê feyde didin wan, em dizanin ew hêzeke dagirker in lê divê em zextê li wan bikin."
Li gorî agahiyên ku Navenda Niştimanî ya Agahiyan ragihand, di dawiya Çileya 2020’an de hejmara binçavkirina filistîniyan gihîştiya 5000’î, jê 24 girtî di rewşên dijwar de dijîn, di hucreyan de û bi riya kamerayan tên kontrolkirin."