"Bi çîrokan em riya baş nîşa zarokên xwe didin"

Hemû rojan zarokên taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dora pîra Hedle ya 80’ê salî dicivin û li benda despêkirina çîrokê dimînin. Pîra Hedle li gel temenê xwe yê mezin jî yek gotin ji çîrokan ji bîr nekiriye û hîna çîrokên wê ji pîra xwe guhdar kirî dibêje.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Bi hezaran salan pişaftin li ser çanda gelê kurd tê kirin, çi bi awayekî tundiya fîzîkî be çi bi riya şerê taybet be hewil didin çandek bi navê kurdîniyê nehêlin. Her kêliyê hewil didin çanda kurdan bidin jibîrkirin, ji ber ku tunekirina çandê tunekirina gelane. Gava yekemîn bi qedexekirina zimanê kurdî dan despêkirin, qedexekirina navên kurdî, cil û bergan, heta talana daristanan hemû şerê teybete li ser kurdan didin meşandin. Dapîrîrên bi qasî çinarên dora çeman bikokin li ser vê axê bi riya helbest, çîrok, stran û axafitina bi zimanê dayikê, li xwekirina cilên kurdî yên filiklorî û pîrozkirina cejnên me yên salane çanda kurdî parastin. Dayikan her êvar, li ber agirê findan zarokên xwe li derdora xwe komdikirin û çîrokên dapîr xwe û serpêhatiyên kurdan ji wan re digotin. Yek ji wan jî pîra Hedle Fecir e ya 80'ê Salî ya ji kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dimîne ye.
Pîra Hedle her dem neviyên xwe li derdora xwe kom dike û helbestan ji wan re dibêje. Zarok jî bi kêfxweşiyek mezin guhdarî dapîra xwe dikin.  
"Bi zimanê çîrokî zarok hînî jiyanê dibin"
Pîra Hedle got ku bi armanca parastina çanda kurdî neyê jibîr kirin her roj ew zarokan li derdora xwe kom dike û çîroka ji wan re dibe û wiha berdewam kir: "Di demên borî de, her roj dayika me em li derdora xwe komdikirin û çîrok ji me re digot. Tiştê ku ez ji dayika xwe fêr bûme niha ez ji zarokan re dibêjim, da ku di warê exlaqî de sûdê jê bigirin û çanda me neyê jibîr kirin. Ez bi hêvî me ku hemû dayik çîrokan ji zarokên xwe re bêjin. Ji ber xwesteka dagirkeran ew e çanda me tune bikin. Ji zarokan re çîrok gotin baştire ji lîstina li kolanan, ji ber êdî gelek tiştên xerab li kolanan çêdibe. Ji ber wê divê mirov zarokên xwe ji van xerabiyan biparêze û riya başiyê bide ber wan. Neha min çîrokek di der barê neguhdarkirina zarokan li şîretên dayik û bavê wan ji zarokan re got, da ku li dayik û bavê xwe guhdar bikin û rêzê ji mezinên xwe re bigrin. Ez pir cûreyê çîroka dibêjim,tayîbetî jî çîrokên çandî û dîrokî yên dapîra min ji me re gotî ku di pir nifşan de derbas bûye. Di demên borî de me jiyanek xwezayî dijiya, bervajî demê me yê niha ku dema xwe bi giştî li ser intirnêtê windadikin. İnternêt bandoreke mezin li ser tendirustiya mirovan, bi taybet zarokan dike."
"Xalxaloka zozanan"
Neviya pîra Hedle, Edîbe Xalid Fecir a 11 salî kêfxweşiya xwe ya ji bo hînbûna çîrokên dapîra xwe anî ziman û got: “Dapîra me, ji me re çîrokan dibêje, ji bo ku dema em mezin bibin, em jî ji bira û zarokên cîranên xwe re bêjin, da ku çanda me neyê jibîr kirin. Ez gelekî ji dapîra xwe hez dikim, ji ber ku her roj min ferî çîrokan û pir tiştan dike. Her tim dapîra min riya başiy. li pêşiya me ve dike. Eger em tiştekî çewt dikin ji me re dibêje bê çawe emê ji çawtyên xwe bi dûrkevin û xwedî exlaqek başbin. Dema em diçin dibistasnê ji me re dibêje bi hevalên xwe re başbin, wan jî bi xwe re ferî tiştên baş bikin û ji hevalên xwe hezbikin. Dapîra min xuşka min fêrî helbestek bi navê xexeloka zozanan kir ye. Em ji çîrokan fêrî her tiştî dibin."