"Bi bilindkirina hişmendiyê em ê li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin"

Femînîstan banga pêwîstiya beşdarbûna di kampanyayên hişyariyê kirin û bal kişandin ser pêkhateyên cuda yên civaka sivîl ji bo hişyarkirina metirsiya tundûtûjiya li dijî jinan û diyar kirin ku hemû kampanyayên şîrovekirina qanûnê hîn jî lawaz in.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis-Kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî şîdeta zayendî berdewam dike û wezareta malbat, jin, zarok û kesên temen mezin banga girîngiya beşdarbûna jinên xwenda ji bo hişyarkirina girîngiya bidestxistina qanûna bi hejmara 28 kir. Her wiha bang li kesên xwenda ji helbestvan, nivîskar û rojnamevanan kirin ku bi berfirehî beşdarî kampanyayên hişyarkirinê bibin, bi taybetî li deverên paşguhkirî.
"Kampanyaya hişyarkirina li dijî tundiyê ji bo nifşên nû pir girîng e" 
Nivîskar Basma Dicmbî ji ajansa me re wiha got: "Kampanyayên hişyarkirinê yên li dijî tundiya li ser jinan xwedî girîngiyeke mezin in, bi taybetî ji bo nifşên ciwan ên nû her wiha hêjayê gotinê ye ku hejmareke mezin ji wan rastiya jinan li Tûnisê nas dikin ji ber beşdarbûna wan di çend xwepêşandanan de yan jî bi têkiliya wan bi tiştên ku li ser medyaya civakî tên nivîsandin. Her wiha me dît ku gelek keç û jinên biryar dane şîdeta rastî wê hatine vebêjin û çanda bêdengiyê şikandine lê ji aliyekî ve jî em dibînin ku beşa herî mezin tevli kampanyayên bilindkirina hişmendiyê nebûne, ji ber vê yekê ez daxwaz dikim ku bingeha kategoriyên di kampanyayan de cih digrin berfirehtir bikin ku peymangeh, zanîngeh û heya zindan û navendên danûstendinê yên civakî jî bigrin nava xwe."
Nivîskara ku bi pirsgirêkên jinan li Tûnisê re eleqedar e Basma Dicmbî di wê baweriyê de ye ku di teoriyê de yan li gorî bendên qanûnî yên ku di destûra Tûnisê de cih digrin an jî di Qanûna Rewşa Kesane de cih digrin a qanûnên li dijî tundiya li ser jinan di cîhana Ereb de ya herî baş û nûjen e lê di pratîkê de ev mijarek cuda ye, ji ber ku pirsgirêk ji gava yekem a navenda oolîsan dest pê dike.
Her wiha wiha dipirse: "Gelo giliyên tundiyê û raporên tacîzê yên li djî endamek malbatê, hevjîn an jî kesên din cidî tên girtin? Piraniya jinên ku rastî şîdetê hatine li saziyên fermî gilî nakin û yên ku gilî dikin jî rastî zextên civakî tên."
Basma Dicmbî wiha domand: "Tu civak çiqasî asta pêşketina wan li pêş be jî nikare tundiyê bi awayekî giştî ji holê rake, Koreya Başûr jî ku asta herî kêm a tawanan tomar dike, ev yek bi dest nexist, heya ku bi milyonan kamera li hemû tax û kolanên wê hatin danîn. Ez bawer im ku divê rewşa Tûnisê ji mal û malbatê dest pê bike, hevjîn li pêş çavên zarokên xwe çawa bi hevjîna xwe re dan û standinan pêk tînin? Dayik çawa zarokên xwe mezin dikin û çawa wan terbiye dikin? Gelo li gorî cudahiya zayendî yan jî bi edaletî ye?"
"Ji bo naskirina sedemên tundiyê pêwîstî bi destwerdanek lezgîn heye" 
Rojnamegera bi pirsgirêkên jinan re eleqedar Sawsan Zaxiwanî diyar kir ku rêjeyên tirsnak ên ku ji aliyê wezareta jin û malbatê ve hatine ragihandin ku pêwîstî bi destwerdana lezgîn heye hen. Ji bo ku sedemên rastîn ên li pêş vê bilind bûne bide xuyakirin û ji sedemên kevneşopî yên wekî xizanî û bêkarî dûr bin û çareseriyên rast werin danîn. Her wiha wê destnîşan kir ku pêdiviya rewşê bi pêşxistina stratejiyek niştimanî bi çavdêriya pisporan heye da ku xirabûna tirsnak a rewşa di rastiya jinên Tûnisî ya îro de were famkirin.
Her wiha wê bal kişand ser girîngiya dabînkirina mafê veguhestina giştî bi taybetî ji bo jinan wekî ku mafên mêran heye yên jinan jî pêwîst e hebe bêyî ku rastî tundûtûjî, tacîz û hemû cureyên şîdetê werin.
"Hişyarî yek ji deriyên çareseriya tundiyê ye"
Sawsan Zaxiwanî ya ku bi wezîr Amal Mûsa re tensîq dike, teqez kir ku hişyarî yek ji deriyên têkoşîna li dijî tundiyê ye û di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bilinkirina hişyariyê ku ew wekî amûrek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan her wiha danasîna qanûnan bi awayekî berfirehtir û hewldana xwegihandina jinên ku li deverên paşguhkirî yên Tûnisê dijîn.