Bi armanca xweparastin li dijî êrîşan jin fêrî bikaranîna çekan dibin

Bi armanca xweparastina li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û hevalbendên wê, jinên Efrîn û Şehbayê bi hev re perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan dibînin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di van demên dawî de bi awayekî rojane êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ser herêma Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne, didomin. Di çarçoveya xweparastina li dijî êrîşên hov ên sivîlan hedef digre de, jinên Efrîn û Şehbayê daxwaza fêrbûna bikaranîna çekan kirin. Hêzên Parastina Civakî yên herêma Efrînê xwesteka jinan pêk anîn û dewreya perwerdeya fêrbûna çekan ji wan re vekir. Ji bo ku em bêhtir helwestên jinan li dijî êrîşan bizanibin em derbasî cihê perwerdeya wan bûn û me nêrînên jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne girt.

“Em ê bi hev re civakek şoreşger ava bikin”

Endama Hêzên parastina Civakî Meriyem Elî pêwîstiya vekirina perwerdeya fêrbûna çekan bi lêv kir û wiha vegot: “Me perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan ji jinan re vekir, ev perwerde daxwaza jinên di nava civakê de bû. Çek ji aliyê xweparastina ji dijmin ve, hevalê mirov e. Divê endamên civakê fêrî bikaranîna çekan bibin da ku li dijî êrîşên dagirkeriyê karibin xwe biparêzin. Em ê bi hev re civakek şoreşger û xwedî îrade ava bikin. Doza Rêber Apo û pakrewanên xwe pêk bînin û riya wan bişopînin.”

“Bi hêza xwe Efrînê rizgar bikin”

Asiye Ebdulqadir ku fêrî bikaranîna çekan dibe, dibêje: “Em wek jin xwe di warê çekan de perwerde dikin da ku li hember êrîşên dagirkeiryê civaka xwe biparêzin û xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin. Li Efrînê dewleta tirk bi top û tifingên xwe êrîşî me kir em naxwazin bûyerên ku li Efrînê qewimîn careke din dubare bibin. Pêdivî heye ku em hêza xwe li dijî dijmin bikin yek. Ruxmî ku temenê me mezin e jî dîsa xwesteka me li ser fêrbûna çekan heye. ji zarokên 7 salî heya kesên 70 salî li dijî êrîşên dagirkeriyê xwe amade kirine bi armanca xweparastinê. Em ê bi hêza xwe Efrînê rizgar bikin û vegerin.”

“Li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanî pêwîst e”

Fatimê Hisên Reşo jî ku perwerdeya fêrbûna çekan dibîne diyar kir ku weke gel bi tenê xwe birêve dibin û got: “Em miletê kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin û li dijî êrîşên dijmin disekinin. Çi ji me bê xwestin ji bo parastina civaka xwe em amade ne. Tirsa me ji Erdogan û hevalbendên wê tune ye. Çawa li Efrînê me li ber xwe da em ê li Şehbayê jî eynî berxwedaniyê bidin meşandin. Em kurd in û mafê me di jiyanê de heye ku bi azadiya xwe bijîn. Heta zarokek me hebe em ê fedayî xaka Efrîn û Kurdistanê bikin. Dewleta tirk bi eşkerayî êrîş dike û sivîlan dike hedefa xwe.”