Berxwedana 300 roj û çar demsalan: Emîne Şenyaşar

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ji bo du zarokên xwe û hevserê xwe yên hatin qetilkirin dest pê kiribû, ket roja 300’an. Ji her qîrîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê li edaletê digere, bi zilmê bersiv hat dayîn. Emîne Şenyaşar di vê heyama 300 rojî de hat derbkirin, binçavkirin, rakirin nexweşxaneyê û der barê wê de 12 caran lêpirsîn hat vekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Emîne Şenyaşar a ku 2 kur û hevserê wê li ber çavên wê hatin qetilkirin, 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo "edaletê" diqîre. Çend rojên duşemê, çend rojên baran dibariya yan jî çend rojên bi ba yên ku em nikarin çar demsalên 300 roj 42 hefte bihejmêrin derbas bûn. Emîne Şenyaşar a ku ji bo edaletê ku li cîhanê mînaka wê nîne têdikoşe, bêyî tevî ba û barana zivistan û payîzê jî tevî tava bi şewat a havîna Rihayê jî bi awirên meraqdar ên kesên di rê de derbas dibin, 300 roj in li ber xwe dide. Emîne Şenyaşar di vê demê de edaleta ku dixwest hem di bin betonê de hem li korîdorên edliyeyê û hem jî li qereqolên ku lê hatibûn binçavkirin geriya. “Edaleta” ku Emîne Şenyaşar 300 roj in li ser  betona li ber edliyeyê digere li ku ye? “Edaleta” ku 300 roj in her serê sibehê wê ji mala wê ya li Pirsûsê derdixe û tîne ber edliyeyê li ku ye?
Çîroka wê ne tenê ji ya jineke ku li ser betona edliyeyê rûniştiye pêk te!
Çîrokek winda ya Emîne Şenyaşar, wekî her kesê li edaletê digere heye. Di 14'ê Hezîrana 2018'an de Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûsê dema bi xizm û parêzvanên xwe re derketibû serdana esnafan, bi çekê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar bavê 3 zarokan Celal Şenyaşar ê 41 salî û Adil Şenyaşar ê 36 salî bi giranî birîndar bûn, Mehmet, Fadîl û Ferît Şenyaşar jî ji gelek cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Emîne Şenyaşar a ku dema bûyerê bihîst bi bez çû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, li ber çavên wê hevserê wê Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wê bi lînckirinê hatin qetilkirin. Piştî qetlîamê di 3 goran de li kêleka hev hatin veşartin û bi çûyîna wan endamên malbatê di dema çaya êvarê de careke din nikaribûn werin cem hev.
Jin her dem çûn serdanê û piştgirî danê
Kurê Emîne Şenyaşar a ku di komkujiyê de ji 4 kurên xwe 2 kurên xwe winda kir Fadil Şenyaşar piştî bûyerê hat girtin û şandin girtîgehê. Di encama dozê de 37 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar hat birîn. Emîne Şenyaşar a ku baweriya wê ya bi edaletê bi qetlîama ku hat jiyîn şikest, ji bo kujer Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bên darizandin li ber edliyeyê nobeta edaletê da destpêkirin. Nobeta ku di 9'ê Adarê de da destpêkirin, 4 demsalan bêyî ku bibêje berf û zivistan e berdewam kir. Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan piştgirî dan dayika Emîne Şenyaşar a ku her roj ji mala xwe ya Pirsûsê tê Rihayê û ji bo edaletê diqîre.
Ji bo Emîne Şenyaşar ji çar aliyên Tirkiyeyê, serdanên piştgiriyê hatin kirin. Emîne Şenyaşar ku ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û bi sedan STK û rêxistinên mafên mirovan ve hat ziyaretkirin, ji her kesê re diyar kir ku yekane daxwaza wan edalet e.
Dema edalet bê ew ê bikene
Emîne Şenyaşar a ku di hefteya ewil a nobetê de hema her roj ji aliyê polîsan ve dihat astengkirin û rastî lêdanê hat, 6 caran bi hincetên cuda hat binçavkirin. Ji ber mudaxeleya polîsan gelek caran nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Emîne Şenyaşar a ku tevî zehmetiyên jiyane, rojek jî ji têkoşîna xwe gav paşve neavêt, nobeta edaletê ku li cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin derbasê jiyanê kir. Em ji bo Emîne Şenyaşar a ku li gel pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî her roj tê edliyeyê re bibêjin "jina ku kenê ji bîr kiriye." Em dizanin yekane tişta ku dikare wê keyfxweş bike pêkahtina edaletê ye.
Der barê Emîne Şenyaşar de 12 car lêpirsîn hatin vekirin
Dozgerên ku di vê pêvajoyê de vala nesekinîn, bi lêpirsînan bersiv dan daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar. Li Emîne Şenyaşar di pêvajoya nobetê de 12 caran lêpirsîn hat vekirin. Emîne Şenyaşar di çarçoveya vê lêpirsînê de gelek caran çû îfade da. Ji xeynî dozgeran hemû Tirkiyeyê qîrîna Emîne Şenyaşar a ku her cara diçû îfadeyê bide digot “Ne ez, kujeran bidarizînin” bihîst.
“Tişta ku dikin tenê zilm e”
Emîne Şenyaşar têkildarî nobeta edaletê ya ku 300 roj in berdewam dike de axivî, destnîşan kir ku her çend li zilma di ser zilmê de dibînin jî ew ê gav paşve navêjin. Emîne Şenyaşar serpêhatiyên xwe bi van gotinan anî ziman: “Wan em xistin nezaretê. Min û kurê min derb kirin. Çiqas zilm hebe hemû kirin. Di nava wan de merhemet tune ye. Niha gazî min dikin û dibêjin ‘Were dadgehê.’ Ez çima werim dadgehê? Zarokên min kuştin. Sê kes kuştin û xistin bin axê. Em ev salek e li vir rûdinên. Tenê zilm û îşkenceyê li me dikin. Yên ku ev yek li me kirin bila heman tiştan bijîn.”
“Piştî van tiştan ez nikarim li malê rûnêm” 
Emîne Şenyaşar kêmasiya ku ji sala 2018'an û vir ve dijî bi gotina "Malbata min belav kirin, kes nehiştin" nirxand û diyar kir ku bêyî guh bide pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, tê cihê nobetê. Emîne Şenyaşar bang dike ku qeydên nexweşxaneyê yên ji aliyê dozgeriyê ve hatibûn veşartin bên derxistin û wiha got: “Wan li dikanê gulebaran kirin. Qeydan jî veşartin. Li nexweşxaneyê mirovan kuştin. Hemşîreyek dîn bû, du bijîşkan jî îstîfa kirin. Êvarê ew nexweşxane boyax kirin û qeyd jêbirin. Ma ev edalet e? Namûs, dîn û îmana wan jî pere ye. Jin û keçên xwe kirin cerdevan. Wan datînin ser sînor û nobetê bi wan didin girtin. Wan namûsa xwe ji bo pereyan firotin. Me her tişt girt ber çavan. Ez nikarim li malê rûnêm. Malbata min tune kirin, malbata min nehiştin.” 
“Dozger dema diçin tuwaletê xwe ji me vedişêrin” 
Emîne Şenyaşar dibêje ku li cihê ku çûne der barê edaletê de tiştek nedîtine û wiha axivî: “Em çûn Enqere û Stenbolê. Em li dû edaletê çûn her derê lê ji me re gotin ‘herin edaleta me nîn e, tenê zilm heye'. Tu dibêjî qey tenê ji bo zilmê Xwedê wan daye. Tenê zilmê li gel dikin. Em diçin cem dozgeran, dozger diçe tuwaletê, xwe ji me vedişêre, xwe veneşêrin rastiyan ronî bikin. Hûn çi vedişêrin? Ma hûn ji Xwedê natirsin? Her kesê xistin girtîgehê. Bila edalet ne tenê ji bo min, ji bo her kesê were. Bila hemû kesên li girtîgehan bên berdan. Bila dayik negirîn, zarokên wan bên berdan. Êdî bes e, bila dawî li vê zilmê bînin."
"Çi karê mirovek extiyar û nexweş di girtîgehê de heye?" 
Emîne Şenyaşar herî dawî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Mamekî (ap) pîr, wî radikin nexweşxaneyê. Nexweş e lê destên wî bi kelepçe ne, bi du polîsan wî dibin nexweşxaneyê. Ma ev ne zilm e? Ma cihê vî zilamê extiyar girtigeh e? Ne tenê ji me re ji her kesê re vê yekê dikin. Edalet tune ye, tiştêk tune ye, tenê zilm heye.”