“Bê xwendin û zanîn qîmeta mirov kêm e”
Reşîda Cahîd ku niha dayika du zarokan e piştî gelek salan biryar da ku ji nû ve bixwîne û bibe xwedî bawernameyê. Reşîda diyar dike ku dema dest ji xwendinê berdaye, temenê wê 15 salî bû dû re biryar daye ku xwendina xwe berdewam bike lê ji ber bi berdewamî nediçû waneyan bi tevahî dest ji xwendinê berdabû.
HENAN HARIT
Mexrib- Reşîda Cahîd a 35 salî ku li taxa Seydî Momin li bajarê Dar El-Beydaa dijî, dema ku 15 salî bû dest ji xwendinê berdabû lê piştî dehan salan careke din dest bi xwendina xwe ya ku di nîvî de hiştibû kir û bawernameya amadehiyê bi dest xist. Reşîda diyar dike ku ji ber şert û mercan wê her dem daxwaza xwe ya xwendinê bi paş dixist lê di pêvajoya nexweşiya koronayê de wê qeyda xwe çêkiriye û bawernameya xwe girtiye.
Qonaxa amadehiyê
Kêfxweşiyê dilê Reşîda Cahîd dagirtiye, li ser rûyê wê bextewarî xuya dike, ew der barê bidesxistina bawerenameyê de ji ajansa me re wiha dibêje; "Temenê min û mercên zehmet li pêş berdewamiya xwendinê nebûn astengî. Nebidestxistina min ji bawernameyê re wek girêkek bû di jiyana min de. Dema kesê ji min asta xwendinê dipirsî, min gelekî şerm dikir lê îro min xewna xwe pêk anî ku ev xewn, her car ji ber şert û mercan dihat pêk nedihat.”
Reşîda Cahîd ku niha dayika du zarokan e wiha didomîne: "Dema ku ez ji xwendinê qut bûm, temenê min 15 sal bû. Dûre min biryar da ku xwendinê berdewam nekim, bi berdewamî nediçûm waneyan, piştre jî min tevahî dest ji xwendinê berda. Tevî ku wê demê temenê min biçûk bû jî her dem ez li ser kar difikirîm, min nedixwest di pîşeyên durûtinê de cih bigrim. Ji ber vê min biryar da ku navê xwe di Heyva Sor de tomar bikim. Piştî ku dema perwerdeyê bi dawî bû, min li gel bijîşkekî kar kir. Bi karê xwe gelekî kêfxweş bûm lê bi domana demê re dema ku min danûstandin bi kesî re dikir û hîn dibûn ku bawernameya min tune ye, min kêmasî bi xwe re hîs dikir.”
Paşxistina xewn û xeyalan
Reşîde Cahîd dibêje; "Ez zewicîm û ketim nav berpirsyariyên zewac, mal û xwedîkirina zarokan. Her dem xewna min a bidestxistina bawernameyê, ji ber kar û barên din bi paş ve dihat xistin. Keça min a yekem hat dinyayê, kêfxweşiya min pir mezin bû. Ez tu tiştî nedifikirîm ji bilî nêzîkbûna keça xwe. Min dixwest jê re hemû derfetan peyda bikim da ku bi awayekî baş mezin bibe. Pênc sal derbas bûn, ez ducanî bûm, rewşa min a tenduristiyê gelek zor bû. Li nexweşxneyê hatim razandin dû re dema ku derketim û vegeriyam malê, ketim nav berpisyariyên mal û xwedîkirina zarokan. Piştî ku keça min bû şeş mehî, min dît ku baş mezin nabe, min ew bir gel bijîşk, diyar bû ku bi keça min re nexweşiya felca mêjî heye. Di destpêkê de bi min gelekî zor bû. Min qebûl nedikir ku zaroka min ji nexweşiyê êşê bikşîne. Ez ji nêrîna civakê gelekî bi tirs bûm û ketim rewşek damayî, min nedixwest bi kesî re danûstandinê bikim. Gelek ramanên wek dê keça min bimre yan jî êdî qîmeta hebûna min nemaye diketin serê min. Di demeke ku ramana xwekuştinê ket sere min, min biryar da hemû hêza xwe komî ser hev bikim û dest bi dermankirina keça xwe bikim.”
Piştî rewşa xemgirtî
Reşîde Cahîd piştî çend hevdîtinên bi bijîşk re karibû ji rewşa xwe ya xemgirtî derkeve. Biryar da ku qenalekê li ser YouTube veke û bi riya wê re tecrubeya xwe vebêje û şîretan li dayikên ku zarokên wan ên astengdar hene bike. Vê yekê hişt ku jiyana wê were guhertin û xwe di civakê de ji nû ve bide hîskirin. Li ser vê pêvajoyê wiha dibêje:
“Min xwest guhertinek di jiyana xwe de ava bikim. Ji jineke zewicî ya ne aktîv veguherîm jineke xwenda ku di civakê de xwedan roleke aktîf a berbiçav e. Ji ber vê min riya xwendinê bo xwe hilbijart.”
Diyar dike ku şert û mercên zehmet, ji hebûna wê, jineke bi hêz afirandine û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Herdu sal (2020-2021) guhertinek di jiyana min çêkirin. Di dema ku ji ber belavbûna nexweşiya koronayê krantîna dest pê kir, min xwe ji bo xwendinê qeyd kir. Min dest bi têkoşînê kir û bi xwe re peçûnek da avakirin da ku bi ser bikevim.”
Vîn û hêz
Reşîde Cahîd diyar dike ku ew bi gotinên ser ên dilê mirov dişkînin re rû bi rû maye û nehiştiye ku gotin bandorê li wê bikin, berovajî vê yekê wan gotegotan israra wê zêde kirine û dibêje ku ew vî temenî ji bo bidestxistina bawernameyê baş dibîne. Li ser vê yekê wiha dibêje:
“Tevî rewşên herî zehmet ku ez tê re derbas bûm, bi destxistina bawernameyê gelekî kêfxweş im. Piştî ewqas sal, mercên zehmet û berpisyariya zarokên min, ez serbilind im ku min ev qonax bi awayî serkeftî bi dawî kir. Ez difikirim ku zanîngehê jî bixwînim.”
Peyamek ji jinan re
Reşîde Cahîd dibêje ku nezanî û nexwendin qîmeta mirov kêm dike, bêyî xwendinê kes nikare xwe di civakê de îsbat bike.
Di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinên ku ji xwendinê qut bûne re şand û wiha got: “Nabe ku berpisyariya we ya malê û xwedîkirina zarokan li pêş xewnên we bibe asteng. Destpêk her çendî zehmet be jî bi hewldanan re her tişt hêsan dibe.”