‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta tevahî aloziyan e’

Hevseroka Desteya Karûbarên Hundirîn a Kantona Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemrîn Elî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe çareseriya tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Hevseroka Desteya Karûbarên Hundirîn a Kantona Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hemrîn Elî tekez kir ku azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta çareseriya kirîzên Rojhilata Navîn û doza jinê ye û anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn tê jiyankirin kûrtir dike.

‘Tecrîd li ser tevahî mirovahiyê ye’

Hemrîn Elî bal kişand ku dû sal zêdetir in ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25 sal in di pergala îşkece ya Îmraliyê de dîl tê girtin tu agahî nayê girtin û tecrîtek girankirî li ser tê meşandin, got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû mirovahiyê ye. ew zilma herî mezin e.”

Hemrîn Elî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di pêvajoya tê jiyankirin de kirîzên Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe û wiha domand: “Armanca Rêber Apo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn û yekîtiya gelan û parastina wan bû. Lê bi tecrîda giran li ser wî rewş xirabtir dibe û kirîzên Rojhilata Navîn zêdetir dibin li pêş kiryarên dewletên desthilatdar. Girtina Rêber Ocalan ji bo pêşeroja têkiliyên navbera gelan de metirsiyeke ku şerên li herêmê dê berdewam bibin, ji ber ku rêbazên çareserkirina doz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn di pêkanîna Projeya Netewa Demokratîk û felsefeya rêber Ocalan de ye ku hîne rastî hemû cureyên tundiyê û tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk û sîstemên serwer ve tê.”

Çareserî projeya Netewa Demokratîk e

Hemrîn Elî tekez kir ku Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan bipêş ket bû şoreşa tevahî gelan û wiha pêl da axaftina xwe: “Şoreşa Rojava rê li pêş hemû gelên azadîxwaz vekir, hemû gel bin siya Netewa Demokratîk ve kombûn, azadiya jinê, yekîtiya gelan, jiyana hevbeş ya gelan û rihê ciwanan bingeha pêşketina şoreşê bûn lewma li cîhanê deng veda. Projeya Netewa Demokratîk û fikrê Rêber Ocalan kilîta çareseriya kirîzên Rojhilata Navîn û Sûriyê bi taybet e. Dewletên desthilatdar her tim ji fikrê Rêber Ocalan ditirsîn ku yekîtiya gelên Rojhilata Navîn ava bike binçav girtin, lê nikarîn li pêş fikira wî rawestin.”

Hemrîn Elî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Roj bi roj fikrê Rêber Abdullah Ocalan li asta cîhanî bi giştî belav dibe sîstema kapîtalîst û sîstemên desthilatdar yên xwe li ser qirkirina gelan û avakirina kirîzan ava dike dişkîne. Weke gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê li ser fikira rêber Abdullah Ocalan û riya azadiya jinê bimeşin da ku gelê xwe û hemû gelên bindest rizgar bikin.”