Ayîşa Hemad a ji ber êrişan koçber bû: Dengê me bibihîzin

Ayîşa Hemad a 43 salî ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçî Til Temirê bûye û bi hevjîn û 7 zarokên xwe niha li hola dawetan bi cih bûye, behsa serpêhatiya xwe ya koçberiyê kir û got: “Dengê me bibihîzin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Welatiyên ku ji ser axa xwe koçber bûne, gelek birînên nû di giyanê wan de vebûne û li benda dermankirinê ne. Ayîşa Hemad dayika 7 zarokan e ji gundê Qebir Kebîr ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûye; yek ji wan jinên koçber ên xwedî maf û dozekê ye. Ayîşa di destpêka koçberiyê de, li gelek gundên bajarê Hesekê û Til Temirê bi armanca dîtina stargeheke ewle geriyaye lê gera wê li navçeya Til Temirê û bi taybetî li Hola dawetan bi dawî dibe. Piştî hilweşîna mala wê bi topên dewleta Tirk, hola dawetan jê re dibe stargeh.

Dilê hemû koçberan bi gotinên ku ji rastiya jiyana ku hatiye dorpçêkirin dagirtî ye. Bi hêviya guhdarkirina dengê wan ku çavên wan jî li riya çareseriyeke siyasî ne, li pêşberî objektîfên kamereyan diaxivin. Ayîşa Hemad yek ji wan jinên koçber e ku li dijî êşên koçberiyê, ji bo vegerê her şev bi danîna serê xwe ser balîfê hêviyan dirêsîne û dide diyarkirin ku doza vegerê zindî ye.   

Ji ber gundê Qebir Kebîr ê ku dikeve ser xeta agir li ser riya Til Temir-Zirgana Kantona Hesekê ye Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber topbaranê malek saxlem nemaye, hemû ji ber topbaranê hatiye hilweşandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gund 5 sal in bi êrîşan re rû bi rû ye.

'Jiyana bi ewle jiyana berî dagirkeriyê ye'

Ayîşa Hemad qala jiyana beriya dagirkeriya Tirk kir û wiha got: "Jiyana bi ewle ya berî dagirkeriya Tirk bû. Zarok diçûn dibistanên xwe, jin diçûn bêriyê, mêr jî diçûn ser karê xwe. Rewşa me piştî dewleta Tirk êrîş anî ser ax û gundên me xirab bû, ne pez ma û ne jî erdê me man jê zêdetir mal çû ma ji vê yekê mezintir çi heye? Niha zarokên min nikarin bixwînin, em nikarin pêwîstiyên dibistanê ji wan re bînin lê niha tenê keçeke min peymangehê dixwîne."

'Hola dawetan dibe stargeh'

Ayîşa Hemad wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em li hola dawetan dimînin. Derfeta dayîna kirê hebûya, min ê malek kirê bikira lê em neçar in dengê bilind ê dawetan û hwd. tehemul bikin. Vegera gund jî bi vî halî nabe! Dagirker û çete li hemberî me ne, her roj topbaran heye ez ê çawa di vê rewşa bi xeter de zarok û keçikên xwe vegerînim gund?"

Ayîşa Hemad li dijî dagirkeriya Tirk bang li welatên Ereban kir ku bibin yek û wiha pêl da gotinên xwe: "Xelkên resen koçber bûn, wenda û wêran bûn. Divê welatên Ereban hemû li dijî dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyeyê û axa me, bi helwestekê bang bikin. Divê welatên Ereban rewşa qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk di ber çavan re derbas bikin. Cotkar mezintirîn qurbaniyên şer in, cotkar ji derveyî bêra di dest xew de tiştekî din nagire û îro ew bêra wê/î jî ji dest çûye, vê demê çi ma?"

'Mesele ne alîkariyên mirovî ye divê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk were anîn'

Ayîşa Hemad got ku mesele ne meseleya alîkariya ku ji dewletan tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên koçber ên kampan di nav nexweşiyan de mane. Mesele ne meseleya şandina alîkariya ji filan û bêvan dewletê ye, me nebihîstiye ku kes li vir ji birçînan miriye yan jî gotine ku darbesta filankes ji ber birçînan e. Mesele ew e ku divê werin bi çavên xwe bibînin ev koçber çi dijîn. Berpirsiyarê ewqas nexweşiyên zarokan dewleta Tirk e. Ger dewleta Tirk axa me terk bike wê rewşa me baştir bibe. Wê gelek proje werin avakirin jin xwedî karê xwe bin, mêr jî wisa. Em hêvî dikin kesên dengê min dibihîsin, xwedî li doza koçberan derkevin.