Asyaya 55 salî di bin germahiya tavê de her roj kayê kom dike

Jinên gundê Qebir Şamiya ji bo xwedîkirina lawiran di bin germahiya tavê de kayê berhev dikin. Yek ji van jinan jî Asiya El-Semak a 55 salî ye, bi temenê xwe yê mezin kayê berhev dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Kedîkirina lawiran ne tiştekî hesan e, bêguman kedek mezin jê re divê heya ku mirov bikaribe wan xwedî bike. Kedîkirina lawiran jinên gundan dane ser milên xwe û bi eşq û kedek mezin wan xwedî dikin. Asiya El-Semak 55 salî ye, dayika 9 zaroka li gundê Qebir Şamiya yê girêdayî navçeya Til Temira Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Ligel wê 5 çêlek û 18 pez hene, bi eşq û kedek mezin bi wî temenê xwe wan xwedî dike û ji bo zivstanê ji xwarinê qut nebin, di nava zeviyan de di bin germahiya tavê de kayê kom dike. Têkldarî kedîkirina lawiran Asiya El-Semak ji me re axivî.

“Ruhê jiyana komînal li gundan tê dîtin”

Asiya El-Semak diyar kir ku kar û xebatên gundan bi hevkariya jinan xweş û geş dibe û wiha anî ziman: “Li gel min 5 çêlek û 18 pez hene, ji bo kedîkirina wan jî kedek mezin pêwîst dike. Ez bi vî temenê xwe yê mezin têm nava zeviyan û di bin germahiya tavê de kar û xebatê dikim da ku di zivistanê de lawirên min birçî nemînin. Dema ez têm nava zeviyan jinên gund tên alîkariya min dikin, tiştê herî xweş di gundan de ruhê alîkariyê ye. Lewma jiyana gund ji jiyana bajaran xweştir e. Dema mirov li gundan mêze dike ruhê jiyana komînal dibîne ku çawa jin bi hev re dibin alîkar û kar û xebatên xwe didin meşandin.”

Asiya bal kişand ser girîngiya kedîkirina lawiran û got: “Li gund lawirên hemû kesan hene û xwedî dikin, em ji wan sûd digrin, mast, penêr, rûn, dew û şîr ji wan çêdikin, di aliyekî din de jî em ji hiriya wan sûdê digrin û ji bo doşek û lihêfan bi kar tînin. Di vî wextê de semad jî nemaye dema em çandiniyê dikin em bermahiyên lawiran bi kar tînin. Mala min bi wan xweş û geş dibe, dema yek ji wan nexweş dikeve ez jî nexweş dikevim, ji ber ku ew jî hebûnên zindî ne di vê malê de.”

“Em niha biwestin sibê em ê rehet jiyana xwe derbas bikin”

Asiya da zanîn ku bi dawîkirina demsalê, jinên gundan sûd ji bermahiya kaya patozê digrin û wiha axaftina xwe domand: “Ka niha heye, piştî ku demsala patozê bi dawî dibe xelk jê kayê dide hev û hin jê pûş kom dikin. Ger em niha kom nekin sibê di zivstanê de lawir dê bê xwarin bimînin em neçar in ji wan re bikirin wê demê wê peyda nebe û hem jî wê pir buha be, ji bo wê jî mirov niha biweste ji bo ku sibê jiyana xwe bi rehetî derbas bike. Em kayê di qalibên ji axê de ji bo lêkirina xaniyan bi kar tînin ji ber ku niha bihayê madeyan zêde ye, hem jî malên ji axê di zivstanê de germ in û di havînê de hênik in.”

Asiya El-Semak bang li rêxistinên mirovî kir ku di aliyê kedîkirina lawiran de bi civakê re alîkar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yek ji lingên esasî di pêşxistina aboriyê de û debara jiyana xwe di gundan de kedîkirina lawiran e lê di demsalên ku baran kêm dibare de em rastî gelek zehmetiyan tên ji ber ku xwarina lawiran namîne û pir buha tê firotin. Em jî ji bo em nekevin vê kêmasiyê niha kayê kom dikin û tedbîrên xwe digrin. Lê pêwîst e rêxistinên mirovî di van mijaran de bêdeng nemînin û alîkariyê pêşkêş bikin heya ku mirov bikaribe lawirên xwe xwedî bike.”