Astengî li pêşiya afrîneriya wê ya hunerî nebû kelem

Şêrîn Hacî ya 25 salî ku ji zikmakî ve xwedî pêdiviyên taybet e, li hemberî astengiyên xwe yên bedenî têdikoşe, vediguherîne hêz û di xêzkirina tabloyan de bûye afrîner.

ERÎR MUHEMED

Qamişlo - Şêrîn Hacî ji gundê Beyandûr ê girêdayî bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji zikmakî ve xwedî pêdiviyên taybet e. Ew ji lingên xwe û destê xwe yê çepê astendar e. Şêrîn Ji ber nexweşiya xwe û zehmetiya axaftinê, ji xwendina dibistanê bêpar ma. Tevî dûrxistina ji dibistanê, ev yek nebû asteng ku di warê hunerî de xwe bi pêş bixe û bibe wênexêz.

Ji dibistanê bêpar ma xwest di hunerê de bi pêş bikeve

Şêrîn Hacî dibêje ku wê tenê heta refa 6’an di dibistanê de xwendiye, piştî wê ji ber nexweşiya xwe ji dibistanê derketiye, jêhatîbûna ku di kesayeta xwe de dît û baweriya wê hebû ku dikare wêneyan xêz bike. Şêrîn Hacî anî ziman ku malbata wê jî bû destek di peydakirina amûrên xêzkirinê de û got: “Ji refa 4’an ve ez tabloyan xêz dikim, hezkirina min a wênexêziyê hebû û wiha berdewam kir.”

‘Min xwe spart xwe û li malê fêr bûm’

Şêrîn Hacî da zanîn ku malbat û hevalên wê gelek jê re dibin alîkar û hêzê didinê, dibêje ku pir kes bi taybetî zarok tên û dixwazin ku ez ji wan re tabloyan xêz bikim û dibêje: “Ez bi xwe fêrî xêzkirina wêneyan bûm, li malê min xwe bi pêş xist. Gelek wêneyên min hene, dixwazim wan li cem xwe bihêlim, kêfxweş dibim dema ku van tabloyan dibînim.”

Dayika Şêrîn Hacî, Nûra Abas bi keça xwe gelek serbilind e û hêviya wê ew e ku Şêrîn her dem serkeftî be û dibêje: “Şêrîn keçeke xwedî pêdiviyên taybet e, gelek pêdiviyên madî û manewî jê re hewce dikin. Bi taybetî di aliyê wênexêziyê de. Em hêvî dikin ku her kes hunera wê bibîne û bibe destek jê re da ku bikaribe karê xwe berfirehtir bike.”