“Armanca me pêşxistin û bihêzkirina kapasîteyên ciwanan e”

Têkildarî têkiliya bi saziyê re, Hamsa Kerîm got: “Di destpêkê de me dît ku têkiliya bi çalakiyên bi vî rengî re dibe ku koma ciwan an jî civak ji bo guhertina jiyana xwe bi kêrhatî nebînin lê hêdî hêdî baweriyek bi ramanê çêbû. Divê em van salên dawî ji bîr nekin ku ji aliyê ciwanan ve li ser çand û pirtûkan baldarî heye û ev jî ji bo serkeftina kampanyayên me faktoreke girîng e.”

Têkildarî têkiliya bi saziyê re, Hamsa Kerîm got: "Di destpêkê de me dît ku têkiliya bi çalakiyên bi vî rengî re dibe ku koma ciwan an jî civak ji bo guhertina jiyana xwe bi kêrhatî nebînin lê hêdî hêdî baweriyek bi ramanê çêbû. Divê em van salên dawî ji bîr nekin ku ji aliyê ciwanan ve li ser çand û pirtûkan baldarî heye û ev jî ji bo serkeftina kampanyayên me faktoreke girîng e."
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Rêvebera Cîbicîkar a saziya Çanda Babîl ji bo Pêşketin û Perwerdeyê, Hamsa Kerîm, piştrast kir ku ew bi riya saziya xwe hewl didin kapasîteyên ciwan û zarokan bi pêş bixin, wan bi hêz bikin û xebatên pratîkî yên ji bo bi erênî bifikirin, pêk bînin. 
Bi çalakiyek cihêreng ku tenê bi piştgiriya jinan sînordar nabe, saziya Çanda Babîl ji bo Pêşketin û Perwerdeyê di sala 2021'ê de hat damezirandin ku bi piştgiriya pêşketina zanistî û pêşengiya jinan, koma ciwan dike hedef.
"Yek ji xalên xebata me ya herî girîng pêşxistina şiyanên ciwanan e"
Rêvebera Cîbicîkar a saziya Çanda Babîlê ji bo Pêşketin û Perwerdeyê, Hamsa Kerîm dibêje ku bingeha xebata saziyê, temamiya hewldanên hikûmetê ye û wiha didomîne: "Yek ji girîngtirîn karên saziyê pêşxistina şiyanên koma ciwan e û piştgiriya ramana erênî ye, nemaze ku rêjeya nexwendewariyê di nav rêzên vê komê de di van salên dawî de gihîştiye astek bilind. Her wiha kontrolkirina bîr û hizra xort û keçan ji aliyê zanistî û çandî ve dê rê li ber qonaxa asîmîlasyonê yan jî bandora neyînî ya ji ber xirabûna rewşa aborî û teslîmbûna ji zehmetiyan  bigre.”
Sazî balê dikişîne ser pêşxistina ramana xwendina pirtûkan di nav xort û keçan de ji bo bidestxistina ramanên nû û ev yek bi pêşkêşkirina pirtûkên bi sernavên cihêreng ji bo koma ciwan û belavkirina wan li ser wan pêk tê. 
"Meyla ciwanan ji bo çand û pirtûkan zêde bûye ev yek ji bo me faktoreke girîng e"
Têkildarî têkiliya bi saziyê re, Hamsa Kerîm eşkere kir û got: “Di destpêkê de me dît ku têkiliya bi çalakiyên bi vî rengî re dibe ku koma ciwan an jî civak ji bo guhertina jiyana wan bi kêrhatî nebînin lê hêdî hêdî baweriyek bi ramanê çêbû. Divê em van salên dawî ji bîr nekin ku ji aliyê ciwanan ve li ser çand û pirtûkan baldarî heye û ev jî ji bo serkeftina kampanyayên me faktoreke girîng e. Li kêleka vê yekê, saziyê piştgirî da koma ciwan ku vegere dibistanê ji ber bêhêvîtiya ku rastî ciwanan hatiye di encama bêkarî, rewşa xirab a aborî û nebûna derfetên kar, gelek ji wan dest ji dibistanê berdane bi behaneya ku xwendin êdî bi kêr nayê. Ji ber vê yekê, em xebitîn ku bi riya atolyeyên teşwîqkirinê û kampanyayên hişyariyê bigihîjin vê kategoriyê da ku gelek ji wan vegerin dibistanên xwe. Saziyê piştgirî da xwendekaran di qonaxên amadehî û navîn de bi pêşkêşkirina profesoran ji bo ravekirin û hînkirina hin waneyên ku tê de ew di têgihîştina ji bo hilbijartina azmûna navendî de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.”
"Ciwanên zanîngeh dixwendin jî tevli çalakiyên me bûn"
Hamsa Kerîm bal kişand ku aliyê akademîk girîng e û wiha got: "Ciwanên zanîngehê jî para xwe ji çalakiyên me digrin, ji ber ku em bala xwe didin ser pêşxistina kapasîteyê li gorî bazara kar ji bo temamkirina ciwanan ji bo xebatê, nemaze piştî ku pêşbaziyek di beşên taybet û giştî de ji bo peydakirina derfetên kar çêbû.”
Hamsa Kerîm teqez kir ku piştî geşedana cîhana kar, aborî û saziyan, pêwîst bû ku komên ciwan werin amadekirin ji bo mijûlbûna bi vê cîhanê re û got: “Jixwe alîkarî ji rahênerên beşa taybet û her wiha ji saziyên hikûmetê re ji bo perwerdekirina wan hat xwestin. Perwerdeya teorîk bi taybetî di warê amadekirina pratîkî de gelek girîng e lê em li perwerdeya pratîk û pîşeyî digerin û hewl didin di heyama li pêş de vê yekê bi atolyeyên taybet ji bo her pisporî ji bo derçûyên zanîngehê pêşkêş bikin. Em bi awayekî domdar bi rêxistinên civakî û aliyên pêwendîdar re têkiliyê datînin ji bo pêkanîna hin armancên hevbeş di pêşxistina koma ciwanan û pêşkêşkirina piştevaniyê ji wan re.”
"Di nava salek de têkilî bi gelek ciwanan re danîn"
Hamsa Kerîm da zanîn ku ev sazî her çendî tenê salek berî niha hatibe damezrandin jî karên gelek girîng bi dest xistine û wiha domand: "Salek ji xebata berdewam, me baweriya hejmareke baş ji ciwanan bi pêwendiya wan û beşdarbûna wan di kargeh û semîneran de, bi dest xist. Hejmara wan kesên ku beşdarî semîneran bûne gihîşt nêzî 200 ciwanan ji keç û xortan û ji dûr ve pêwendiya me bi hejmarek ji vê mezintir heye. Pêwendiya elektronîkî bi riya malperên tora civakî, me kiriye ku em piştevaniya derûnî û exlaqî bikin û zanyariyan bigihîjînin koma ciwan lewre hejmareke mezin ji wan di pêwendiyê de bi me re dimînin da ku pêşketin û guhertinên erênî di jiyana xwe de bi me re parve bikin.”
Rêvebera Cîbicîkar a saziya Çanda Babîlê ji bo Pêşketin û Perwerdeyê, Hamsa Kerîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan ji damezrandina Saziya Babîl ew e ku bigihîjin ramana ciwanan a erênî û bi bandorê di civakê de çêbikin û îsbat bikin ku jin dikarin civakê ber bi ewlehiyê ve bibin û rola wan di rêxistinên civaka sivîl de ne tenê bi parastina mafên wan re sînordar e, di heman demê de li ser pejirandina maf û pirsgirêkên tevahiya civakê xwedî rist in.