“Armanc dagirkeran bi guhertina demografiyê têkbirina hebûna kurdan e”

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid der barê guhertina demografîk a li Efrînê de nirxandin kir. Leyla da zanîn ku di herêmên dagirkirî de dewleta tirk hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike, armanca wê têkbirina hebûna Kurdan e.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir. Ji wê demê ve kiryarên weke dizî, talankirin, revandin, îşkencekirin, guhertina demogerfîk û desteserkirina ser milk û malên welatiyan heta roja îro didome. Dewleta tirk ji bo guhertina demografîk li Efrînê, planên herî qirêj pêk tîne û hemû pîvanên mirovî binpê dike. Bêdengiya dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hiştiye ku polîtîkayên dewleta tirk di çarçoveya qirkirina demografiya herêmên dagirkirî de berdewam bike. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid nirxandin kir û bi me re parve kir.
Rastiya armanc û rûyê dagirkeran 
Leyla bal kişand ser dîroka dewleta tirk a ku li ser dagirkerî û qirkirina gelan daye avakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta tirk dewleteke dagirker e. Her tim erdîngariya xwe bi dagirkirina xaka mirovan berfireh dike, milkên sivîlan desteser dike û li ser wê xwe dide jiyîn. Stratejiya dewleta tirk li hişt ku hemû dewletên hegomon destên xwe bidin Tirkiyeyê û plangeriyê pê re bikin û berjewendiyên xwe yên qirêj pêk bînin. Bi taybetî di aloziya Sûriyeyê de, dewleta tirk roleke sereke lîst ku li ser hesabê gelan armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û xaka wan dagir bike. Rastiya hovîtiya dewleta tirk di herêmên dagirkirî de weke Ezaz, Bab, Cerablûs, Girê Sipî, Serêkaniyê, Idlib û Efrîn xuya dike. Siyaseta dewleta tirk di van herêman de dide meşandin bi taybetî li Efrînê siyaseteke pir qirêj e, hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike. Ev dagirkerî ne tenê dagirkeriya erdnîgariyekê ye her wiha destavêtina ser çand, dîrok û hebûna wê civakê ye. Dagirkirî û şerê çekdarî sedemên sereke yên koçberî û penaberiyê ne.”  
“Dixwazin Kurdan bi koçberiyê tune bikin”
Leyla bal kişand ser guhertinên damografîk ên ku di Efrînê de ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin û wiha domand: “Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kiriye û heta vê kêliyê jî tecawizkirin, dizî, talankirin, destavêtina ser jinan, birandina darên zeytûnan, talankirina mal û milkên welatiyan her wiha guhertina demografiya herêmê bi hemû şêwazan tê kirin. Ewlehî di herêmên dagirkirî de têk çûye û mirov di rewşên pir zor de dijîn. Bi taybetî li ser jinan siyaseteke xerab tê meşandin, dixwazin di şexsê jinan de bingeha civakê ji hev bixin. Projeya ku niha dewleta tirk a dagirker dixwaze bide meşandin, herêmên ku di erda Sûriyeyê de dagir kirine ji Sûriyeyê qut bike û tevli Tirkiyeyê bike. Weke ku çawa Lîwai Iskenderon dagir kir û kir yek ji bajarên Tirkiyeyê, niha jî dixwaze riyan di navbera bajarên dagirkirî de û Lîwai Iskenderona de vebike. Li deverên dagirkirî demografiya herêmê diguherînin û dixwazin nasnameya gelên herêmê ji holê rabikin, armanc ji van kiryaran bi giştî ew e ku hebûna Kurdan tune bikin û axa Efrînê bikin perçeyek ji Tirkiyeyê. Her wiha dagirkerî xwe li ser hesabê têkbirina hebûna gelê resen dide berfirehkirin. Komên çete yên ku dewleta tirk di van herêman de bi cih kirine, kesên biyanî ne ne Sûriyeyê ne. Guhertina demografîk ne tenê di aliyê çandê de dide meşandin her wiha li ser hebûna xweza û olan jî dide meşandin. Nêzî 450 malbatên Êzidî di Efrînê de hebûn, niha 45 malbat mane. Li ser erdên êzidiyan û gundên wan mizgeft tên avakirin, ev hemû dikevin çarçoveya sûcên dij mirovî.”  
Cîhan li hemberî kiryaran xwe li bêdengiyê daniye 
Leyla bêdengiya cîhanê li hemberî kiryarên dewleta tirk bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk ne tenê dijminê gelê Kurd e, dijminê hemû mirovahiyê ye. Li hemberî vê yekê ji gelê Sûriyeyê tevahî tê xwestin ku li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest bin, ji ber ev bêdengiya li hember dagirkeriyê dihêle ku hîn zêdetir şaxên xwe di tevahî Rojhilata Navîn de berfireh bike. Ji me Kurdan jî tê xwestin em yekitiya xwe xurt bikin da ku plan û siyasetên dijmin vala derbixin. Pêwîst e êdî cîhan ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekî ji kiryar û dagirkeriya dewleta tirk re bê dayîn.”