Aqlê mêrsalarî daneyên kuştinên jinan zêde kiriye

Ev dû mehin rêgirî li belavkirinên nûçeyên qetilkitina jinan tê kirin. Aliyên peywendîdar di aliyê giringiya wê de xwe weke berpirs nabînin ji bo belavkirina daneyan, rêxistin jî weke pêwîst zextan li ser aliyên peywendîdar nakin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Wezareta rewşenbîran ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyekê di 8’ê Hezîranê de pêşkêşî medyayên ditîn û bihîstinan kirî, tê de nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandinê qedexe kir. Ev dû meh in ev biryar hatiye derxistin, bi vê biryarê dixwazin daneyên kuştinên jinan kêm bikin, heta niha wezaret û aliyên peywendîdar tû dane belav nekirine.

Her çend ku dikarin vê rêgiriyê nekin, lê belê nûçeyên kuştinan bi awayekî belav dikin ku bandorek nerênî li ser civakê bike, nabe rê ji bo zêdebûna nûçeyên kuştinan xweş bikin.

Daneyên meha Tîrmehê ya kuştin û xwekuştina jinan wiha ye:

Di meha Tîrmehê de hewla kuştin û xwekuştina jinan, li gorî wekî ku pêwîste nehatiye belavkirin, li gorî hejmara ku Ajansa NUJIHA kom kiriye, di meha Tîrmehê de nêzî 5 bûyerên kuştin û xwekuştinan rû daye, hinek bûyerên din tenê weke dengê tora dijîtal maye û aliyên peywendîdar û medyayî piştrast nekirine. Li gora fikrê çalakvan û lêkolînvanan, ji ber dane li berdest nîne dane bandor li ser ditîna çareserî û metirsiyên li ser civakê heye.

Lêpirsa beşa civakî û sekretera Yekîtiya Jinan Ayşe Abdûl Hekîm behsa tundiya li ser jinan û rewşa niha ya jinan di nava civaka Kurd de kir û wiha got: "Her dem di dîrokê de tundiya li beramberî jin û civakê  hebû û berdewam bû. Lê belê li gor civakê û malbatê bêyî cûdahî di hemû qadên cûda yên civakê, zayendî û siyasî de tundîtûjî li beramber tê kirin.”

“Tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe”

Ayşe Abdûl Hekîm diyar kir ku gelek sedemên cûda yên tundiya li ser jinan hene, weke xirabiya rewşa aborî ya ku li herêma Kurdistanê tê jiyîn û wiha pê de çû: "Her wiha nebûna aboriya serbixwe ya jinê dibe sedemê tundiyê. Hinek caran jin xwedî aboriya serbixwe ne lê belê tundiya mêr li ser tê ferzkirin. Zewaca di temenê biçûk de jî dibe sedemê tundiyê. Ji derveyî ew pirsgirêkên medyaya dîjîtal û mobîlê derdikevin di astek bilind de ye û piranî mêr bi vê rêye tundîtûjî li beramberî jin û malbatê dikin. Bi awayek din gelek bi rêya medyaya dijîtal îxanetê dikin."

 “Aqlê mêrsalarî jinê ber bi tundiyê ve dibe”

Ayşe Abdûl Hekîm bi bîr xist ku wateya mêrsalarî di nava civaka Kurd de reng daye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her tim armanca aqlê mêrsalarî ew e ku jinê di bin destê mêr de kole bike, hertim di xizmeta mêr de be û ji hemû mafên xwe bê par bimîne. Ji bo rê li tundiyê were girtin divê destpêkê ji perwerdekirina zarokan destpê bikin. Divê ji zaroktî ve zarok bizanin ku ti cudahî di navbera jin û mêran de tune ye. Weke beşa civaka Yekîtiya Jinan em her tim hewil didin ku pirsgirêkên civakî çareser bikin. Heta ku mafê jinê neyê dayîn, civakek demoqratîk nabe berhem.”

Ayşe Abdûl Hekim derbarê bêdengbûna jinan ya li beramberî tundiya ku li dijî wan tê kirin de wiha got: “Ji zaroktî de zarokên keç tên çewisandin û jê re dibêjin wisan neke eybe, rûne, neaxive,  wisa dikin da ku her tim jin rastî tundiyê bên û şerm bike ku ji kesî re behs bike. Her wiha malbat jî pirsgirêkên keça xwe vedişêrin û gelek caran mafê jinan di wê derê de winda dibe û sedemê sereke jî paşketina asta rewşenbîrî ya civakê ye. Niha jî gelek rêxistinên jinan û jin dikarin daxwaza mafê xwe bikin."

“Divê rêxistinên jinan sedemê qedexekirina nûçeyên qetilkirina jinan vekolin”

Diyardeya qetilkirina jinan bandorê li her tiştî dike. Peywendiyên derûniya hemwelatiyan, ji ber wê divê alî balê bikêşin li ser bûyerên kuştinê û wisa nêzî belavkirinan bibin. Ji ber wê beşek ji ragihandinên rasterast dîmen û şêwazê qetilkirin û xwekuştinên jinan belav dikin, ji ber wê wezareta rewşenbîrî biryar da û nûçeyên qetilkirinan qedexe kirin, lê belê ev e bandorek xirab dike.

Ayşe Abdûl Hekim bi lêv kir ku dema civak û malbat van nûçeyan dibihîsin derûniya wan têk diçe û wiha got: “Divê bi baldarî nûçeyên qetilkirina jinan were belavkirin, ne rêgirî li belavkirinê were kirin. Ji ber di encama rêgirîkirina daneyên qetilkirina jinan de wisan tê ditîn ku ew tundiya ku li beramberî jinê tê kirin neyê nîşandan, dema ku Wezareta Rewşenbîrî rêgirî li belavkirina nûçeyên qetilkirinan dikin diviya bû dane bihata belavkirin. Divê rêxistinên jinan vî dengî zelal bikin ku Wezareta Rewşenbîrî sedemê qedexekirina nûçeyên kuştinan e. Ji bo nûçeyên kuştina jinan bandorek kêm li ser civakê bike gelek rêyên din hene.”