‘Aqilê mêrsalariyê rê nade jin azadiyê bi dest bixe’

Lapirsa beşa civakî ya Yekitiya Jinan Ayşe Abdulhemîd anî ziman ku bi polîtîkayên ku li dijî jinan tê meşandin ve girêdayî tundujiya li dijî jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Lapirsa beşa civakî ya Yekitiya Jinan Ayşê Abdulhemîd behsa rewşa xirab ya jinan li Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku ji ber nebûna zagonan û rêgirîkirina malbatan ji bo hilbijartina kar ji aliyê jinan ve û bi zore zewicandina jinên ciwan, mafê jinan tê binpêkirin.

Ayşe Abdulhemîd destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê heta niha jin nikarin derbikevin ji derve û azad bibin, anî ziman ku sedemê vê jî aqilê mêrsalarî û kevneşopiyên civakê ye ku bandor li ser perwerdekirina kesî dike û got ku di warê karkirin û jiyana jinan de mafên wan ên bingehîn tê binpêkirin.

‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’

Ayşê Abdulhemîd îşaret bi vê yekê kir ku azadiya jinê azadiya civakê ye û wiha got: “Gelo cûdahiya zayendperstiyê dikeve di nava keç û xortan. Ger cûdahî nehat kirin di nava civakê de wê cihê jinê baş bûya. Ji ber rêxistinên jinan bi dayina semîneran ji bo hişyarîkirina civakê heta astekê binpêkirina mafê jinan kêm kiriye. Jin dizanin erk û mafê wan çi ye. Azadiya jinan azadiya civakê ye.”

‘Zêdebûna tundîtûjiyê di aliyê civakî û derûnî de bandor li ser jinan dike’

Ayşê Abdulhemîd anî ziman ku rêjeya tundiyê her ku diçe zêdetir dibe û wiha dom kir: “Ev diyardeyane di aliyê civakî û derûnî de bandorê li ser kesan dikin, ev jî ji ber zû zewicandina jinên ciwan e. Her wiha aliyê aborî bandor li ser heye, ji ber ger jin çavkaniyek aborî ya tokmeyî hebe ne di bin destê kesekê de be dikarin bi aqilê  jinan karê xwe bikin û daxwaza mafê xwe bikin û bi dest bixin. Ji ber ger di bin destê kesek din de be û divê daxwazên wan ew bicihbikin. Aliyê siyasî sedemek din e, ji ber wê rewşa ku niha ya ne wekhev heye û cûdahiyek gelek zêde heye. Her tim dema ku jin be fikrê xwe tîne ziman, fikrê cûda yê civakê vê yekê qebûl nakin û dibe pirsgirêk û piştre jî tê kuştin. Ragihandin sedemek din yê zêdebûna tundîtûjiyê ye, ji ber tu rêgezekê nadanin, hinek nûçe ji bo zarokan nebe, ev jî wisa dike ku hinek kes fikrê tundîtûjiyê bigrin û dubare bikin.”

‘Zagona li hemberî pirsgirêkên jinan ne serwer e’

Ayşê Abdulhemîd ameje bi wê yekê kir ku zagonên ku li parlementoyê tên derxistin nayên bi cih kirin, zagon heye bi awayek berbiçav mafê jinan naparêze û zagon lewaz e. Ayşe Abduhemîd bal kişand ser polîtîkayên ne cezakirinê yê kiryarên dijî jinan û wiha got: “Herwiha civak ne hişyar e û jin xwedî maf bin ji derve kar bikin û xebat bikin. Ew şoreşên ku li parçeyên din yên Kurdistanê tên kirin bi pêşengtiya jinan e.”

‘Jin dikarin civakek ava bikin ku azadî tê de hebe’

Ayşe Abdulhemîd di dawiyê de wiha got: “Ji bo başkirina rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê, tişta yekem ew e ku divê zagon serwer bibe, hemû dam û dezgahên hikumetê, bi taybet wezareta rewşenbiriyê divê bernameyekê amade bikin ku civakê pêşbixin û azadiya jinan esas bigrin. Wezareta perwerde divê giringî bide xwendin ji bo fêrkirina mafê jinan ku jinan ji nehişyariyê diparêze.”