Anya û dayika xwe ji bo dahata jiyanê bi hev re kar dikin

Anya Qadir a 12 salî û xwedî pêwîstiya taybet e bi dayika xwe re ji bo dabînkirina jiyanê dest bi xebatê kirine dibêje: “Girîngî bidin hêza xwe û li hemberî astengiyan rawestin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Kesên xwedî pêwîstiyên taybet di hemû civakan de cihekî wan ê cuda heye û ji aliyê hikumetê ve xizmetek baş ji wan re tê kirin. Lê belê li herêma Federe a Kurdistanê weke pêwîst xizmet ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet re nayê kirin. Ev jî wisa dike ku beşek zêde ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji bo dabînkirina dahata jiyanê kar bikin.

Anya ya ku yek ji wan kesan e bê westan dixebite

Anya Qadir zarokek keç a xwedî pêwîstiya taybet e 12 salî ye û xelkê bajarê Silêmaniyê ye. Ev salek e dest bi çêkirina karê dest kiriye, da ku bikaribe dahata jiyana malbata xwe û pêwîstiyên xwe dabîn bike. Anya ji ber kêrhatiya xwe, naxwaze weke dema xwe vala derbas bike, ji ber wê dest bi karê nexşandinê dike û di malpera xwe da karê xwe nîşan dide û difiroşe.

Anya rojane dema ku bixwaze berhemek çêbike, destpêkê dayika wê jêre çêdike û piştre ew jî li ser berdewam dike û gelek caran jî li gorî fikrên xwe çêdike. Anya her çendî xwendekar e lê belê vî karî rêgirî li xwendina wê nekiriye. Dayika wê jî piştgiriya wê dike da ku di vî temenî de bibe xwedî karê xwe.

Banga Anya ji bo jinên xwedî kêrhatî ew e ku girîngî bidin hêza xwe û li hemberî astengiyan rawestin û dibêje: “Tenê ger tiştek biçûk be û bi xwe çêbikin ji bo destpêka kar tiştek baş e. Ez berhemên xwe li gorî daxwazên xelkê çêdikim, dema ku xelk ji bo karê min destxweşiyê dike, ev gotin zêdetir hêzê didin min ji bo karê xwe hê xweşiktir çêbikim.”

‘Ez her dem piştgirya keça xwe dikim’

Zekiye Mihemed dayika Anya ye, diyar kir ku destpêkê dema Anyayê xwest dest bi çêkirina karê dest bike wê pêdiviyên ku jê re pêwîst in kiriye û got: “Piştre min li pêş çavên wê çêkir, heta ku Anya fêr bû, piştre bi riya kesekî beşdarî festîvalekê bûn da ku berhemên karên destên xwe nîşan bide. Ji ber wê vekirina pêşangeh û festîvalan sûdek baş dide me. Dema Anya diçe dibistanê ez jî li gel im heta ku dema dibistanê temam dibe. Weke dayik rojekê jî min negotiye Anya weke kesek xwedî pêwîstiya taybet e û wê bargiraniyê ji bo min çêbike. Di hemû qadan de min piştgiriya wê kiriye. Min tu caran hestek wisa pê nedaye hîskirin ku bizane xwedî pêwîstiya taybet e. Peyama min ji bo dayik û bavan ew e ku dema zarokek wan ê xwedî pêwîstiya taybet hebe bila fêrî kêrhatiyan bikin. Ji ber ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet kêrhatiyên wan ên cuda hene. Pêwîst nake ji xwedinê qut bibin, ji ber ku ew jî weke kesên din pêwîstiya wan bi xwendinê heye.”