Ambargoya rejîma Sûriyeyê jiyana li Şehbayê xirabtir dike

Şêniyên ku ji ber ambargoya rejîma Sûriyeyê ya li Şehbayê pêk tîne nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, diyar kirin ku bi taybetî zehmetiyên zivistanê dijîn du qat zêde bûne.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Jinên ku ji cihên xwe yên Efrîna di bin dagirkeriyê de koç kirin û ji ber vê sedemê li bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn, diyar dikin ji ber ambargoya rejîma Sûriyeyê ya li Şehbayê pêk tîne, bi taybetî zehmetiyên ku zivistanê dijîn du qat zêde bûne. Jinan her wiha diyar kirin ku ji bilî pirsgirêka germkirinê ya dijîn, di dabînkirina gelek hewcedariyên jiyanî yên wekî derman, gaz, donê gazê, elektrîk û heta ava vexwarinê de jî zehmetiyan dikişînin.

Gelek zehmetiyên jiyanî hene

Rabîa Şeyxo ya ku ji Efrînê koçî Şehbayê bîue, wiha got: “Tûpên gazê nîn in. Em bikaranîna madeyên plastîk û giyayên hişk xwarin amade dikin. Em neçar dimînin, di sarmayê de û bi ava sar cilan bişûn. Dema ku em karên wiha hêsan û rojane dikin bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin." Rabîa Şeyho ya ku xwest dagirkeriya Tirk ji axa wan derbikeve, behsa daxwaza vegera axa xwe kir. Rabîa Şeyho destnîşan kir ku di navbera komkujî û tunekirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê pêk tîne û kiryarên rejîma Sûriyeyê li dijî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ji cihên xwe hatine koçberkirin pêk tîne de tu ferq nîn e.

Zivistanê sar e havînê germ e!

Dayika 4 zarokan Roshîn Muhemmed, êşên ku ji ber dorpêçkirina rejîma Sûriyeyê dijîn wiha vegot: “Helbet li kampan jiyan zehmet e. Ji ber ku hewa sar be, kon wek qeşa dibin. Di demsala havînê de jî  vediguhere dojehê. Bi sermaya zivistanê re ez nikarim zarokên xwe yên piçûk germ bikim. Ji ber vê yekê em êşên tund dijîn. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Li vir rewş hin jî xerabtir bû. Dema zarokên min nexweş ketin ji ber ku ez jî nexweş ketim, min nikaribû wan bi rêkûpêk xwedî bikim. Berpirsyariya malê bi gelemperî li ser milên jinan e. Em ji dorpêça ku li ser Şehbayê tê pêkanîn, pir bi bandor dibin.”       

Bikaranîna tiştên plastîk xeter e

Cîhan Ehmed da zanîn ku ji ber bikaranîna plastîk mirov li kampê ji dûmana xirab neyînî bi bandor dibin û  ji ber vê yekê tûşî bronşît û nexweşiyên bêhnê dibin. Cîhan Ehmed got ku dorpêça rejîma Sûriyeyê pêk tîne ne tenê tunebûna sotemenî û germkirinê, tunebûna pêdiviyên herî bingehîn bi xwe re tîne.

Li dijî dagirkeriyê bertek

Fatîma Abdo jî polîtîkaya rejîma Sûriyeyê ya ku piştgiriya dagirkeriya Tirk a li dijî gelên li Efrînê ji cihên xwe hatine koçberkirin dike û dorpêça wî ya dijmirovane ya li dijî herêmê rexne kir.