Amanî Naseer: Hêz û hewesa di hundurê min de ji êş û astengdariyê bi hêztir e

"Çîrok bi zehmetiyan dest pê dike dema ku em jiyana asayî, ya aram ku em pê re bi rehetî têdikoşin vediguhere şerekî mezin ê em li dijî rewşên herî dijwar li ber xwe didin, mîna ku em ji lîstikvanek yedek veguherin êrîşkarekî sereke yê ku geşedanên bûyerên xeyalî hildigire."

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Amanî Naseer a 23 salî li ser hesabên xwe yê medyaya civakî weke Facebookê xwediyê xweşbîniyek e û gotinên wê di hundirê mirovan de israr û hêzê ava dikin. Der barê bûyerên ku pewimîne de ev dihêle ku mirov ji hêza wê bihêz bibe.  
"Şaşîtiyeke leşkerî ya Amerîkayê jiyana min guherand"
Amanî Naseer hin kêliyên jiyanê yên zehmet di sala 2009'an de bi bîr tîne. Di wê demê de tevgera hêzên leşkerî ya Amerîkayê li nêzî taxa wê hebû taxa El-Şihda li herêma Dl-Nasîra ye. Li wê taxê rojeke ji rojên asayî veguherî xewnereşkê û bû xeta navbera jiyan û mirinê. Piştre  ew şandin nexweşxaneya taybet a Amerîkayê da ku jiyana wê xilas bikin lê ew ji herdu lingên xwe bû.
Tevî ku van hêzên Amerîkayê bi şaşîtiyeke leşkerî jiyana wê bi giştî dan guhertin jî Amanî Naseer bi hesteke pir dilsaf û bi dilgermî ji van hêzan re spas dike ku wê ji mirinê xelas kirine û wiha dibêje: "Ez nikarim ji wan hez nekim, nizanim çawa hestên xwe bînim ziman, rast e wan şaşîtî kir lê wan ez li erdê nehiştim. Ji ber wê ji mirinê xelas bûm." 
Amanî Naseer keça 23 salî ye heta niha ji pirsgirêkên tenduristiyê êşê dikşîne lê ew bi israra xwe li hemberî hemû êşan disekine û bibêje: "Hêz û hewesa di hundirê min de ji êş û astengdariyê bi hêztir e." 
"Tevî astengdardariyê jî werzîş xewna min e"
Amanî Naseer li ser derbasbûna wê ji warê werzîşê re wiha dibêje; "Ez di sala 2012'an de derbasî warê werzîşê bûm. Armanca min a sereke ew e ku ez tevî astengdardariyê jî xewna xwe pêk bînim. Bi alîkariya malbat û hevalan min karibû bibim kesayeteke cuda." 
Ew li ser serfiraziyên xwe di cîhana lîstikên atletîzm û tîrkevaniyê de ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet wiha dibêje; "Min li Iraqê di warê tîrkevaniyê de asta yekem girt. Dûre jî rêza duyemîn, vê yekê hişt ku ez serfiraziyên navdewletî bi dest bixim. Her wiha min di werzîşê de rehetiyek mezin dît, min enerjiyeke erênî ji werzîşê girt, karibûm hîn zêde tevli civakê bibim û pêwendiyan bi lîstikvanan re ava bikim."
Amanî Naseer li ser hin beşdariyên xwe yên navdewletî diaxive û dibêje: "Ez beşdarî şampiyoniya ji bo mirovên xwedan biryar li Îmaratê bûm û min asta duyem di tîrkevaniyê de girt her wiha ez beşdarî şampiyoniya navdewletî li Malezyayê bûm û asta yekem girt. Hesteke xweş û cuda bû dema ku min xelata zêrîn wergirt."
"Peyama min ew e ku divê astengdardarî nebe sedema bidawîbûna xewnên we"
Dema mirov li ser malperên tora civakî Amanî Naseer dişopîne dibîne ku kesayeteke bi hêz û bi enerjiyê dagirtî ye. Ew her tim nameyên girîng ji kesên xwedan biryar re rê dike û dibêje:  “Divê ku astengdardarî nebe sedema devjêberdana ji jiyanê û dûrketina ji pêkanîna xewnan. Bila tu bi hêz bî û nehêle ku astengdarî xewnên te hilweşîne, bi xwe û behremendiyên xwe bawer be."
Amanî Naseer ne tenê girîngî dide werzîşê her wiha hewl da hîn zêdetir aktîf be û wiha gotinên xwe domandin: "Ez ketim komeleyek ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet ku girîngiyê dide dirûtin û behreyên ku xwe dispêrin huner û teşedanê." 
Amanî Naseer di dawiya axaftina xwe de ji me re li ser hewesa xwe ya pêşerojê wiha dibêje; “Hewesa min avakirina navendeke ji bi kesên xwedan hewcedariyên taybet û peydakirina derfetên jiyanê ye ji bo wan."