Amal Farhat armanca rêbernameya şîdeta zayendî vegot

Di çarçoveya têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî de, rêxistina ABAAD, bi hevkariya Sindoqa Neteweyên Yekbûyî, guhertoya Erebî ya rêbernameya "Tundiya li ser bingeha zayendî di dema rewşên awarte de" derxist. Rêbername bi prensîb û gavên birêvebirina dozên şîdeta li ser bingeha zayendî ji dûr ve û dayîna şêwirmendiya civakî ve mijûl dibe.

CAROLÎN BAZI
Beyrûd- Şêwirmenda li ABAAD Amal Farhat, dibêje ku ew bi riya piştgiriya derûnî alîkariya kesên ku ji şîdetê rizgar bûne dikin. Birêvebirina dozê riyeke birêkûpêk e ji bo peydakirina alîkariyê ji kesên ku ji şîdetê rizgar bûne.
Şêwirmenda birêvebirina dozên tundiya zayendî ya rêxistina "Abaad" Amal Farhat wateya birêvebirina dozan ji ajansa me re wiha vegot: "Birêvebirina dozê riyeke birêkûpêk e ji bo peydakirina arîkariyê ji kesên ku ji şîdetê rizgar bûne, bi gelemperî ew bi riya piştgiriya derûnî  dibe û endam bi pêşkêşkerên karûbarên ji rêxistinên cuda ve girêdide.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rênivîsa 'Tundiya li ser bingeha zayendî ya di dema rewşên awarte de' pisporan bi prensîbên bingehîn ên mijûlbûna bi dozên şîdeta li ser bingeha zayendî û çawaniya birêvebirina dozê re dide nasîn. Ew hemû teknolojiyên ku ji bo veguhestina rêveberiya dozê ji xebata rasterast ber bi xebata dûr ve hewce dike vedihewîne her wiha têgînên têkildarî mijara şîdeta li ser bingeha zayendî, rêbaza destwerdanê û birêvebirina dozê ji dûr ve. Ji ber ku riyeke taybet heye ji bo birêvebirina dozê, çawaniya pêşîgirtin, nirxandina metirsiyê û arastekirina jinên di metirsiyê de ji bo partiya ku dikare alîkariya wan bike. Çi bi rêwerzkirina wan ji bo danûstandinê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re yan jî arastekirina wan bo rêxistinên nêzî wan.”
“Me dil hebû em teknîkan bi pêş bixin da ku ji dûr ve bi kesên rizgarbûyî re mijûl bibin”
Amal Farhat her wiha got: "Di qonaxa koronayê û girtina tam de, me dît ku rêjeya bûyerên tundûtûjiyê bi riya pêwendiyên ku li ser xeta ewle li Rêxistina Abaad digrin û me dît ku divê em teknîka me wekî rêveberiya dozê, piştgiriya derûnî-civakî û şopandina jinên ku ji şîdetê rizgar bûne dikir guncaw bikin. Lê dema ku qutbûna bi wan re çêbû, me xwest hin teknîk û rêgezan bi pêş bixin da ku pispor ji dûr ve bi jinan re mijûl bibin.” Ew destnîşan dike ku  rêbername ji van pisporan re tê rêkirin da ku ew karibin parastina ewledar, piştgiriya derûnî-civakî ji jinan re peyda bikin û xetera ku ew rast tên kêm bikin û got: “Em her wiha pergalek sewqê ya ewle ava dikin û plansaziyek çalakiyê pêk tînin da ku hewcedariyên bingehîn ji wan re peyda bikin.”
Pisporan perwerde dikin da ku li ser mijarên şîdetê li pêşberî girseyan biaxivin
Der barê kesên ku xwekuştinê difikirin de Amal Farhat dibêje: "Em pisporan di hin jêhatinan de perwerde dikin, wekî mînak çawaniya pêşkêşkirina pirsên girêdayî mijarên şîdetê û em hewl didin pispor karibin li ser mijarên ku hin kesan nîgeran dike biaxivin da ku em parastina hewce peyda bikin û ber bi rêxistinên pispor ve bibin.”
Ew teqezî li ser nepenîtiya agahiyan û awayê tomarkirina wan dike û dibêje: "Em baş haydar in ku kesên ji tundiyê rizgar bûne di bin metirsiyê de ne, lewre nepeniya agahiyan û çawaniya nivîsandina wan heye her wiha çawaniya wergirtina bangê û bi rengekî ku nepeniya jinan diparêze di gel rêzgirtina ji pirsgirêka jinan a ku pêşkêş kiriye. Rêbername hemû kategoriyên serlêderên mêr û jin ji bo alîkariyê digre ber çavan.”
Amal Farhat wiha anî ziman: "Em wek ABAAD komeleyeke ne siyasî ne, xizmetên me ji bo her kesê ku bi me re têkilî daynin, li ser xaka Lubnanê ne. Dûrî girêdan û paşerojên xwe yên olî, siyasî yan etnîkî. Xizmeta mirovî armanca me ye. Em xizmetên ku tê de ewlekirina parastinê bi rêvebirina dozê ve girêdayî ye pêşkêşî wî/wê dikin. Em bi jinan re danûstendinê dimeşînin da ku pêşiyê destnîşan bikin û rewşa wan binirxînin. Dema ku metirsiyek bilez li ser jinan hebe piştî ku hemû talîmat û agahdariya têr ji wan re peyda bikin, em dikarin wan bişînin yek ji navendên ewle yên rêxistinê ku li sê parêzgehên Bekaa, Çiyayê Lubnanê û Bakur. Ji bo ku heya demekê di wir de bimîne û di wê heyamê de em jê re agahiyên têr û tijî pêşkêş dikin ji bo ku ew bikaribe biryareke guncew ji bo xwe bistîne.”
"Nepenî di du rewşan de hildiweşe"
Ew amaje dike ku nepenî tenê di du haletan de hildiweşe dema ku jinek di bin metirsiya "xwekujiyê" de be û gefa kuştinê lê bê kirin, ew jî bi riya şêwirdariya zagonî, yan jî em dikarin bibin girêdanek di navbera wê û hêzên ewlehiyê de.
Her wiha bal dikşîne ku profesyonel hemû kesên li eniyên pêş bi jinên ku rastî şîdeta zayendî tên re dixebitin, dikarin pisporên civakî, psîkolog, an mirovên pispor bin ku di nav rêxistin û komeleyan de li ser rêveberiya dozê dixebitin û dibêje: “Birêvebirina dozê pêvajoyek e ku em tê de gelek karûbarên pispor ji jinan re peyda dikin bi danîna pêşaniyan bi wan re û nirxandina xetereya wan. Li gorî vê yekê, em dibînin ku ji bo kêmkirina metirsiyê yan jiholêrakirina şîdeta ku jin dijîn, hewcedarî bi sewqek an destwerdanek bilez heye.”
Di berdewmiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Kêşeyên ku em pê re rû bi rû bûn nebûna awirên rûyê ku dikaribû ji pêşkêşkarê xizmetê re bibin alîkar ku bi hevpeyvînên rasterast re di rewşê de çi diqewime lê li ser telefonê, teknîk hene ku me li ser perwerde li dar xist da ku tê de çawaniya wergirtina telefonê û çawaniya pêşkêşkirina piştgiriya derûnî bizanibin. Di heman demê de talîmatên taybet hene di çawaniya bikaranîna peyvên ku jinan rihet dikin da ku karibin biryarek guncew ji bo xwe bistînin.” 
"Rêbername ji bo pisporan tê armanckirin”
Der barê çawaniya gihîştina rêbernameyê û ger kesek bikare bi xwendina wê re bibe alîkar de dibêje: "Rêbername li ser malpera Abaad e lê belê ew ji hêla mirovên asayî ve nyê bikaranîn. Ji bo pisporên ku di çarçoveya rêveberiya dozê de dixebitin tê armanckirin. Birêvebirina dozê pêvajoyek e ku me berê jî behs kir û ji ber vê yekê kesê ku rêbernameyê dixwîne nikare wê li ser jinan bi cih bîne ji ber ku pêdivî bi perwerdeyê heye.”
Der barê hevkariya bi komele û rêxistinên din re bi riya perwerdeyê, ew dibêje: "Li Abaad, em giraniyê didin ser damezrandina tora hevkariyê bi hemû rêxistinên civaka sivîl re. Zêdebarî Wezareta Karûbarên Civakî ku tîmek bingehîn e û her wiha rêxistinên civakî yên navneteweyî. Hemû komeleyên ku di warê birêvebirina dozên şîdeta li ser bingeha zayendî de dixebitin an jî bi jinên ku rastî şîdetê hatine re mijûl dibin, nemaze ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê li Lubnanê, girîng e ku perwerdeyê bibînin da ku xizmetê pêşkêş bikin û parastin û ewlehiya kesên rizgarbûyî bi cih bînin.