Aliya Mustafa ku 42 sal e cotkar e di siyasetê de nûnertiya jinan dike

Aliya Mûstafa ku piştî 42 salan li Minbicê cotkarî kir û kete nava siyasetê, diyar kir ku bi projeya Neteweya Demokratîk jinên li gundan dijîn di komun û meclîsan de nûnertiya civakê dikin.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic – Li bajarê Minbicê ku bi giranî gelê Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê dijîn, jin di hemû qadên projeya Neteweya Demokratîk de cih digirin. Aliya Mistefa ku ev 42 sal in li gund cotkariyê dike, îro ji bo gel biryarên girîng digire. Rêvebera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Aliya Mistefa ku ji cotkariyê derbasî siyasetê bû, îro behsa destkeftiyên jinên li gundewaran kir.

'Em civakê di meclîs û komunan de temsîl dikin'

Aliya Mistefa diyar kir ku jinên li gundan dijîn di komîn û meclîsan de tên birêxistinkirin û wiha got: “Piraniya jinên li vir xebatên çandiniyê yên wekî çandinî, avdanî û dirûnê dikin. Em traktoran jî diajon û karkeran îdare dikin. Me îro piştî pêşxistina Projeya Neteweya Demokratîk ev yek dît. Berê em jinên li gundan dijîn jî ji xwendinê bêpar man. Lê îro ne wisa ye. Niha em civaka ku tê de dijîn di meclîs û komunan de temsîl dikin.”

Aliya Mistefa diyar kir ku ew destpêkê di meclîsan de cih girt û piştre jî bû berdevka jinan a Meclîsa Til Hawzanê û got ku ew di sala 2020’an de bûye parlamentera Partiya Sûriyeya Pêşerojê. Aliya Mistefa got, "Dema civak xwe bi rêve dibe, pêwîstiya wê bi aliyekî din nîn e ku pirsgirêkên xwe çareser bike û îro jî weke civak em xwe di meclis, rêveberî û partiyan de temsîl dikin."  

'Jin qadên nû yên azadiyê vedikin'

Aliya Mistefa tekez kir ku ew bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya biryardanê dibin û got: “Sûriye rastî gelek qeyranan hatiye, lê ev nayê wê wateyê ku em axa xwe ji yên din re bihêlin. Berevajî vê, me li hemberî şert û mercên dijwar li ber xwe da û axa xwe parast. Vê yekê me pêşde bir. Rejîma Baasê nêrîna kesî nepirsî. Em bi awayê ku komeke diyar dixwest, dihatin birêvebirin. Îro rêveberiya sivîl pêşketiye. Civak xwe bi rêve dibe û qadên nû yên azadiyê ji jinan re vedike. Em civakê li ser asta parêzgeh û herêmê bi sîstema hevserokatiyê birêxistin dikin. Ev serkeftinek girîng e.”