Şeyma Basibs: Ez hewl didim bi destkeftiyên jinan çanda teşwîqkirinê ava bikim

Dema ku em rewşa jinên Tûnisî bi yên din re didin ber hev, em dibînin ku ew baştirîn in. Dema em behsa hewldanên ji bo bihêzkirina jinan, pêşvebirina rastiya wan û hestiyarkirina girîngiya bi destxistina mafên xwe dikin,

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis- Rojnamevana Tûnisê ya ku piştgiriya doza jinan dike, Şeyma Basibs, hewl dide di bernameya xwe ya radyoyê de prensîba hevsengiyê bi dest bixe û çîrokên salane yên serkeftî pêşkêş bike.

Di hevpeyvîneke de ligel ajansa me, rojnamevan û parêzvana dozên jinan Şeyma Basibs amaje kir ku Tûnis li gorî welatên herêmê pêşeng e di derxistina zagonên ku ji bo jinan bi ser ketine di warê bilindkirina daxwazên heyî de.

Gelo we tu haydarbûn û şiyariyê bi ciwanên ku hûn bi dozên wan re mijûl dibin re dît? Pirsgirêkên ku hûn di bernameya xwe de behsa wan dikin çi ne û hûn li çi digerin?

Em di bernameyên xwe yên curbecur de mijarên koma ciwanan bi keç û xortan re nîqaş dikin û hewl didin bi pêşkêşkirina serpêhatiyên jinan di warên cuda de, piştgiriyê bidin ji bo bihêzkirina jinan di astên pêşengiyê de.

Dema em li ser pirsa jinan li Tûnisê diaxivin, em behsa qadeke giştî dikin ku wan teşwîq dike derkevin, bi pêş bikevin û xwe îsbat bikin. Ez bi xwe bi bernameya xwe ya li Radyoya Ciwanan a giştî ji bo piştgirîkirina van hewldanan bi nûnertiya jinan di bernameyê de ji bo pêkanîna prensîba wekheviya bi mêran re kar dikim. Ez hewl didim çîrokên serkeftinên jinan dûrî hêmanên sosretiyê yên ku ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên cihêreng ve hatine pejirandin ku serkeftina jinan weke îstîsnayekê nîşan didin pêşkêş bikim.

Mixabin, dema ku em behsa serkeftina jinan di qadeke taybet de dikin, em hêmana teşwîqkirinê bi tiştên ku wan bi dest xistine tomar dikin ku ez bi riya bernameya xwe ya radyoyê şerê wê dikim û li ser wan çîrokan bi heman awayê çîroka serfiraziya mêran diaxivim. Di xebatên ku ji aliyê "CREDIF" û komeleyên aktîf ve di warê parastina mafên jinan û bihêzkirina siyasî, aborî, civakî û çandî de gelek hevkariyên min hebûn. Min çalakiyên têkildarî kampanyayên dîjîtal, bi taybetî yên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xist û her cara ku axaftin li ser jinan hat kirin, li ser wê bingehê bû ku divê ew astengiya tirsê derbas bikin û rewşa şîdetê ya ku rastî wan tê ragihînin. Li ser hebûna jinan di bernameya xwe de, ez wan serkeftî, bi rûmet û xweser dibînim.

Gelo we di nava koma ciwan de haydarbûnek dît ji bo damezrandina çandeke nû da ku beşdarî kampanyayên hestiyarkirin û hişyarkirinê bibin ji bo mafên jinan bi dest bixin?

Dema ku em rewşa jinên Tûnisî bi yên din re didin ber hev, em dibînin ku ew baştirîn in. Dema em behsa hewldanên ji bo bihêzkirina jinan, pêşvebirina rastiya wan û hestiyarkirina girîngiya bi destxistina mafên xwe dikin, em hilgirên dîjîtal ên nû yên ku ciwan di çarçoveya şoreşa teknolojîk de ji bo teşwîqkirina jinan dixebitin dibînin. Mînak; raporkirina şîdetê, ji ber ku bêyî raporkirina şîdetê bi hemû şêwazên wê yên hovane ne mimkûn e û ev jî cesaret û serxwebûna aborî û derûnî hewce dike ku ez wek jin bi van hilgirtin û sepanan û bi riya xeta kesk ji aliyê Wezareta Malbat, Jin û Zarokan ve ji bo jinan hatiye diyarkirin bihêz dibim. Di vir de, ez dibînim ku rola herî girîng a medyayê ew e ku bi hemû aliyên xwegihandina zanyariyên têr ji jinan re û hêsankirina wê ye. Nemaze der barê pêvajoya ragihandinê de ku ez vê yekê weke pêngava herî wêrek dibînim û ew qonaxek rast e di warê ragihandinê de.

Di van salên dawî de pêşketineke mezin di warê jiyana aborî ya jinan de û hebûna wan di cihên biryardanê de çêbû. Her wiha piştgirîkirina jinên karsaz û hewldana wan ji ramana projeyê heta qonaxa cîbicîkirinê, pêşketineke mezin çêbûye.

Gelo jinên Tûnisê îro gihîştine qonaxa bidestxistina mafên xwe yên ku bi dehan salan ji bo wan têkoşiyane?

Em ji hemû jinên cîhanê re aştiyê dixwazin, em hêvîdar in ku di saleke din de jinên Tûnisê bikaribin serketinên din bi dest bixin û di guhertina layiqî rewşa xwe de bi giştî bi ser bikevin û maf û destkeftiyên xwe yên ku gihîştine bilind bikin. Em dixwazin hebûna jinan di warên curbecur de zêdetir bikin û zêdetir beşdarî erkên biryargirtinê û serkirdayetiyê bibin. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê bidomînin ji bo guhertina nêrîna civakê ya li ser serkeftina jinên Tûnisî.

Ji bo xurtkirina hebûna jinan di qadên cuda de ji aliyê saziyên sivîl û saziyên fermî ve hewldanên bênavber hene, ji ber ku ji bo xurtkirina vê zîhniyetê ji aliyê hemû saziyên giştî û taybet ve pêwîst e xebat bên kirin. Em di wê baweriyê de ne ku jinên Tûnisî di hemû warên zanistî, wêjeyî, aborî û siyasî de cihê xwe girtine lê hê jî em dixwazin bi avakirina çandeke nû û xebatên ji bo bilindkirina xwebaweriya jinan, rola pêşengiyê zêdetir bikin.