Şeyda Merûf: Azadiya jinan bi yekîtiyê gengaz e

Jin ji bo bidestxistina azadî û yekitiya xwe bi konferans û kombûnan hewl didin yekitiyê ava bikin lewre li gorî wan bi yekitiya jinan şoreş pêk tê.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Di 25’ê Îlona îsal de jinên endamên yekitiya parlamenterên Kurdistanê, partiya Şîa Kurdistan, Partiya Zehmetkêşan û Tevgera Goran li Başûrê Kurdistanê beşdarî konfaransa çaremîn a Tevgera Jinên Azad TJA’yê bûn. Piştre di 27’ê Îlonê de serdana Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ Amedê kirin û ji aliyê parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz û berdevka jinan Aynûr Sarika û hevseroka berdevkê Asya Kolçak ve hatin pêşwazîkirin.

Ev serdan bi armanca bihêzkirina yekitiya Kurdistanê û yekitiya neteweyî bû, ji bo jinan girîng e weke yek parçe li Kurdistanê binêrin. Her çendî her yek ji wan ji partiyek beşdar bûbe jî lê belê peyama wan yek bû.

“Bi mebesta gihandina peyamê jinên Başûr serdana Bakur kirin”

Şeyda Merûf der barê serdanên xwe yên Bakurê Kurdistanê de diyar kir ku tevgerên jinên azad ên Bakur di navbera 25 û 26’ê Îlonê de daxwaznameyek radestî jinên Başûr kirine ji bo beşdarbûna konferansa jinan û 10 jin ji Başûrê Kurdistanê beşdar bûne. Her yek ji wan li ser navê partiyek beşdar bûye. Ya girîng ew bû ku wek jinên Başûr bi mebesta gihandina peyama xwe çûne Bakurê Kurdistanê.

“Divê di rêxistinên jinan de hemahengî hebe”

Şeyda Merûf got: “Dema ku tevgerek di nava jinan de çêdibe divê hemahengiyek di beşdarbûnê de hebe. Ji ber vê jinên Başûr beşdarî vê serdanê bûn. Ji derveyî jinên Başûr gelek jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn, femînîst û Komunîst, jinên ji beşên cuda jî beşdar bûn û hejmara wan nêzî hezaran bû. Komkirina jinan di konferansek bi vî awayî de bi mebesta yekdengkirina jinan e ji bo ku bizanin kar ji bo jinan li hemû cîhanê bikin. Li Êlihê platforma jinên Başûr hat avakirin, ji bo ku jin bi heman armancê li her çar parçeyên Kurdistanê yek bin û li cîhanê bibin neteweya jinên Kurd.”

“Yekitiya jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bi pêş dikeve”

Şeyda Merûf bi bîr xist ku pirsgirêka sereke ya jinan nebûna yekitiyê ye, ji ber wê heta niha tên kuştin û qetilkirin. Ger jin yek deng bin, bêguman desthilatdar û sîstem li dijî vê yekê ne, bi taybetî ger di konferans û kombûnan de beşdar bin û dengê wan hebe, bejdarî hemû şandeyan bibin û wiha got: “Di planên li gel jinên Başûr û Bakur de bi hemahengiyek bername dê der barê pirsgirêka jinan û pêwîstiyên wan ên heyî de werin avakirin. Ev yek dê bi riya konferans û kombûnan be, ji ber ku hinek caran ji yekxistin û konfaransan encamên baş derdikevin, heta dirûşma Jin Jiyan Azadî bibe dirûşmek ku neyê jibîrkirin.”