“Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e”
Roksen Kamil a hevjînê wê jî di nava agirê Sînemaya Amûdê bû wê şewatê wek zilm û neheqiya li gelê Rojavayê Kurdistanê hatî kirin dibîne û got: “Heta 40 rojan bihna şewat û kizîrê bi ser Amûdê diket. Li gorî tê gotin, 256’ zarokan jiyana xwe ji dest dan lê hejmar ji wiha bêtir e, ji ber ku li gorî ku hevjînê min digot piştî demekê em vegeriyan dibistanê êdî şagirt nemabûn tenê hejmareke biçûk mabû.”
Roksen Kamil a hevjînê wê jî di nava agirê Sînemaya Amûdê bû wê şewatê wek zilm û neheqiya li gelê Rojavayê Kurdistanê hatî kirin dibîne û got: “Heta 40 rojan bihna şewat û kizîrê bi ser Amûdê diket. Li gorî tê gotin, 256’ zarokan jiyana xwe ji dest dan lê hejmar ji wiha bêtir e, ji ber ku li gorî ku hevjînê min digot piştî demekê em vegeriyan dibistanê êdî şagirt nemabûn tenê hejmareke biçûk mabû.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- şewata sînemeya Amûdê yan jî agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13’ê Mijdara 1960’î de li Amûdê çêbû. Ji bo piştgirtiya Şoreşa Cezayirê filmekî bi navê (cerîmeya nîvê şevê) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Di şeva 13’ê Mijdara sala 1960’î de Sînemaya ku têra 200 zarokî dikir, 500 zarok tê de hewandin. Wexta ku 500 zarok di sînemayê de kom kirin, agir dest pê kir. Li gorî şahidan, nêzî 180-283’ê zarok di nav pêtên agir de şewitîn. Li gorî gelek kesan dewleta Sûriyeyê ev bûyer pêk aniye û hin jî dibêjin ku agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye lê ti kes nizane bê di wê roja reş û tarî de çi û kî ev felaket bi serê zarokên kurdan de anî ku kîna wan ya bi hezarê salan têrê nedikir heta ku bi hilma şewata laşê wan zarokên nazik û delalî bihna xwe fereh bikin. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî semboleke zilm û neheqiyê li gelê Rojavayê Kurdistanê hîn jî hildibe. Di bin bêdengiyek kur a leşkerên dewleta Sûriyeyê ya bi şerm ku dûrî mirovahiyê bû, tenê şênî û malbatên wan zarokan bi hewrara qîrîna wan zarokan ve diçûn lê mixabin agirê bêsekin ji hêza wan zarokên biçûk û nazik xurtir bû. Di bîranîna vê bûyera bi êş ya 61’an de, jina bi navê Roksen Kamil ku hevjînê wê di nav wê bûyerê de bû û ew êş jiyayî qala wan deman kir.
“Yê ku li fîlm temaşe nekiriba dê ji xwendinê mehrûm kiriba”
Roksen got ku ji bo şoreşa Cezayirê film pêşkêş kirin û zarok neçar hiştin ku li fîlm temaşa bikin û wiha dest pê kir: “Hevjînê min Ibrahîm Şêxo di nav agirê Sînemaya Amûdê de bû. çîroka Sînemê pir giran e, di sala 1960’î de ev bûyera bi êş qewimî. Şagirtên dibistanan hemû amade dikirin da ku wan bibin Sînemaya Amûdê ji bo temaşekirina fîlmekî û di wê demê de jî her kerteke derbaskirinê bi ribek Lêreyê Sûrî bû û ev yek jî bi zorê bû ku digotin kesê ku van peran neyîne û fîlm temaşe neke dê ji xwendinê mehrûm bimîne. Hevjînê min jî ji birayê xwe ê mezin pere girt û berê xwe da Sînemaya Amûdê. Zarokên dibistanan li ser çend girûpan belav kiribûn û her saetekê girûpek derbas dibû, di wê rojê de jî piştî ku du girûp li fîlm temaşa kirin, êdî girûpa sêyemîn derbas bû û ew felaket dest pê kir.”
“Heta 40 rojan bihna şewatê bi ser Amûdê diket”
Roksen da zanîn ku her tişên di Sînemayê de alîkar bû ku agir geş bike û wiha berdewam kir: “Fîlm bi xwe agir tê de hebû û li ser şoreşa Cezayir bû, wekî ku dibêjin ku pirsgirêk di jenetorê Sînemê de dehetin û di encamê de agir bi jenetor ket û agir bi Sînemê ket, her wiha hejmara zarokan ji hewandina Sînemê ya normal mezintir bû û ev yek jî alîkar bû ku oksîjênê kêm bike û agir geştir bike, di heman demê de derdora Sînemê tejî çiwal bûn û ev yek jî heman alîkarî di geşkirina agir de dikir. Dema ku agir dest pê kir, zarok hemû ber bi aliyê deriyê Sînemê ve çûn û hejmara wan a mezin û tirsa wan û matmayiya ku ketibûn tê de ew şaş kirin. Êdî pêl hev dikirin, ji bo wê jî gelek ji wan di bin bar de jiyana xwe ji dest dan. Hindek zarokan dikarîbûn xwe xilas bikin, êdî welatî hatin bi hewara wan ve. Zarokên ji wê şewatê birîndar rizgarbûn jî gelek êş kişandin ji ber dermanên me ne ew dermanên pêşketî bûn ku şewata wan zarokan jî derman bike, dest û lingên hevjînê min şewitîbûn. Heta vê rojê welatiyên Amûdê dibêjin ku 40 rojan bihna şewatê û kizîrê bi ser Amûdê diket. Li gorî ku tê gotin, 256’ zarokan jiyana xwe ji dest dan lê hejmar ji wiha bêtir e, ji ber ku li gorî ku hevjînê min diogot piştî demekê em vegeriyan dibistanê êdî şagirt nemabûn tenê hejmareke biçûk mabûn.”
“Şewata ku çêbû pilankirî bû”
Roksen bal kişand ser lîstoka ku hatî çêkirin û hedefgirtina zarokên kurd û wiha dirêjî da gotina xwe: “Dema ku ev şewat çêbû ti leşkerên dewleta Sûrieyeyê bi serd zarokan de nedihatin û bêdengiyeyk ji aliyê wan ve hebû. Ne tenê bêdengbûn li gel wê jî rê ne didan malbatan ku zarokên xwe xilas bikin û agir bi dilê wan dixistin. Mehemdê Seîd Axa bi hewara zarokan ve hat û gelek ji wan xilas kirin. Di dawî de kêleka deriyê sînemayê bi ser de ket û ew jî şehîd ket. Ew tişta wê rojê li wê qewimî nakokiyekî di serê mirovan de çêdike ku teqez lîstok bû. Paşê jî ti lêpirsîn derbarê vê mijarê de ne vekirin û bi lezekê sînema şûştin da ku şopên wê xuya neke. Heta roja îro jî dengê xwe nekirine, tenê digotin şewat ji ber pirsgirêkên jenetor û elektrîkê çêbû. Kurd ji roja roj de zanin zarokên wan ên xwendevan hedef girtin.”
“Her sal ew agir ji nû ve di bedena me de geş dibe”
Roksen got ku kurd dizanin bi zanebûn ev şewat pêk hat û ji bo wê jî hewceye kurd bibin destek û li hember dijminê xwe bisekinin û wiha bi dawî kir: “Dibe ku min ev bûyer ne dîtibe lê her ku qala vê bûyerê dikin û her sal di bîranîna şewata Sînemê de dilê min diêşe. Gelê Amûdê tevahî bi vê bûyerê diêşe, ji ber ku bi rastî jî rojeke reş, gelek tarî û bi êş bû ser Amûdê de hat. Niha li şûna Sînemê kirine wekî baxçeyekî giştî û çi kesên ji derveyî welat tên berê xwe didinê. Ev yek jî piştî ku Rêveberiya Xweser ava bû ji ber ku berî niha tişteke wiha nebû. Em sipasiya wan dikin ji bo bîranîna zarokên me bîrdariyek çêkirine. Em sersaxiyê ji hemû malbatan re dixwazin. Kurd dizanin ku ev şewat bi zanebûn bû û ên hedef hati ngirtin jî zarokên wan bû, ji bo vê yekê jî pêwîst e ku kurd hemû bibin destek û li hember dijminê xwe bisekinin.”