Şahideh Rahimî: Malbata min destûr neda ez bibim aîdê xwe

Şahideh Rahimî ya ji Îranê ku di malbatê de ji zarokatiyê xwe ve her dem nêzikatiya jinek têgihîştî dibîne, diyar kir ku ji aliyê birayên xwe yên mezin ve xwendina wê hatiye astengkirin û ji derveyî zewacê tu bijartek lê pêşiya wê nehiştine.

SAÎDA ŞÎRZAD

Navenda Nûçeyan- Ji ber newekheviya di navbera jin û mêran de li dijî jinan tundiya mêr di her qada jiyanê de xwe dide der. Bi taybetî jinên ku di nava malbatê de weke ‘pîroz’ tên dîtin, der barê jiyana xwe de biryargirtina wan tê astengkirin û rastî hemû cureyên tundiyê tên. Li Îranê yek ji jinên ku di nava malbatê de tundiyê dibîne Şahideh Rahimî ya 37 salî ye. Şahîdeh Rahimî diyar kir ku 3 bira û 1 xwişk di nav de 5 xwişk û bira ne û got: “Ez di malbatê de zaroka sêyemim. Min xwe dît heta niha min her dem nêzikatiyên jinên gihîştine dît û zarokatiya bi min re hê ez nebûm zarok hat kuştin.”

‘Birayên min destûr nedan ez dibistanê berdewam bikim’

Şahidah Rahimî da zanîn ku birayên wê heta refa 5’an destûr dan xwendinê tevî ku gelek dixwest ji destûr nehat dayîn ku dibistanê berdewam bike û got: “Gelek meraqa min ji xwendinê re hebû, piştî ku min dest ji perwerdeya bi zorê berda li gel heval û malbata xwe pirtûk anî û xwend. Birayên min destûr nedan havelên min hebin, min ji keçên di nava malbata xwe de pirtûk dixwest.”

‘Piştî xwendin hat astengkirin min biryara reva ji malê da’

Şahideh Rahimî diyar kir ku bi taybetî li gel astengkirina birayê wê ji bo xwendina dibistanê, dest bi jiyana pirsgirêkan kiriye û got: “Li aliyekê ji bo rêzê li min bigrin min dixwest bizewicim, li aliyê din min dixwest bixwînim bibim xwediyê kar. Bi zorê destjêberdana xwendinê ji aliyê birayê min ve destpêka pirsgirêkan bû.” Şahideh Rahimî destnîşan kir ku di zewicandinê de her carê careke din ji aliyê birayên wê ve bi hincetên cuda dihat astengkirin û wiha domand:

“Di wê temenê ciwan de min biryar de birevim û min ev kir. Ez ne girêdayî partî û saziyekê bûm lê belê ji bo birayên min nêzî min nebin û kes li pey min cesareta gotinên nexweş nekin min xwest beşdarî partiyekê bibim. Dema destûr nehat dayîn ku ez hevdîtin li gel kesê bikim, tenê baweriya min bi mirovek yê me hat, ew jî got wê alîkariya te bikim. Wê mirovek yê me bizewiciya, dema ku min jî xwest ji bo min dem bi veqete min biryar da roja dawetê birevim.”

‘Birayê min bi zorê ez bi mirovê me re dam zewicandin’

Şahideh Rahimî amaje bi wê yekê kir ku piştî ji malê reviya jê re gotin wê radestî malbatê bikin û got: “Piştî wê bûyerê birayê min ez bi zorê bi mirovek me re da zewicandin. Ne exlaqek ê baş hebû, ne jî karek wî yê ku pêwîstiyên jiyanê pêk bîne hebû. Min du salan hemû zorî kişandin û min ji malbata xwe re negot. Êdî nikaribûm berdewam bikim min biryara hevberdanê girt. Malbat min destpêkê li dijî hevberdanê derket lê belê min gef li wan xwar ku wê ziyanê bigihîjînim xwe û wan jî biryara min a hevberdanê qebûl kirin.”

Ji aliyê birayê wê ve zora zewaca duyemîn lê hat kirin

Şahideh Rahimî bi bîr xist ku piştî hevberdanê careke din birayên wê mudaxeleyî wê dikir û got: “Lê belê vê carê rewş baştir bû, ji ber wê demê birayên min zewicîbûn û careke din mudaxele kirin berdewam dikirin. Piştre ji bo ez li maxazeyekê bixebitim min birayên xwe îqna kir. Min kredî kişand û min wesayîdek kirî. Hinek deman ez li gel dayik û xwişka xwe em derdiketin ji derve. Piştî demekê cîranek me ji min daxwaz kir ku ez bi birayê wê re bizewicim. Ez bi zora birayê xwe zewicîm. Ji ber karek nebû, li gund dijî ez nerazî bûm. Ez bi zorê dam zewicandin û jiyana min a duyem wisa dest pê kir.”

 'Dayika min birayên min razî kir da ku ez berdim'

Şahideh Rahimi anî ziman ku di zewaca xwe ya duyemîn de zehmetiyên ku jiyaye venaşêre û bi malbata xwe re parve kiriye, lê diyar kir ku malbata wê her tim zor li wê kiriye ku bi pirsgirêkên xwe re jiyana xwe bidomîne. Şahideh Rahimi wiha got: “Hevjînê min hişbir bikardianî û ez 3 salan ligel wê mam. Zêdetirî du salan ez bi wî re her roj li ser heman maseyê rûniştim. Carekê ez çûm cem diya xwe û piştî du rojan ez nexweş ketim. Di encama testên li nexweşxaneyê hatin kirin de derket holê ku di laşê min de jî dermanê hişbir derket. Diya min xwişk û birayên min razî kirin da ku ez wî berdim. Du sal şûnda min karî ez wî berdim.”

Dema ku dê û bavê wî mirin, zexta bapîrê wê dest pê kir

Şahideh Rahimi, anî ziman ku di pêvajoya berdanê de hîn bûne ku dayika wê bi pençeşêrê ketiye û wiha got: “Diya min kêmî salekê jiya. Bavê min 4 meh piştî dayika min wefat kir.” Şahideh Rahimi diyar kir ku piştî dê û bavê xwe ji dest da li cem xwişk û birayê xwe ma û wiha got:

“Dahata me tenê maaşê bavê me bû. Ewqas zext li min kirin û destûr nedan ku ez tiştekî bikim. Bapîrê min em neçar kirin ku em bi wan re malekê bi rê ve bibin. Carinan jî hinek ji meaşê bavê me bi darê zorê distand û pir caran min  kirêya mala wan dida. Piştî salekê êdî min nikarîbû li ber xwe bidim û min û birayê xwe li dijî vê rewşê derketin. Me dixwest em xaniyek dîn li dûr kirê bigrin lê îtîraz kirin. Salek şûnda, birayê min ê biçûk ji me qetiya û car caran li bajarên ku lê digeriyan li me geriya.”

'Ji bilî zewacê nehiştin em bibin aîdê xwe'

Şahideh Rahimi ku cara sêyem neçar mabû bizewice got: “Eger ez nezewiciyama, zehmetiyên ku min jiyan kirin dê zêdetir bibûna ji ber ku nehiştin em bi aîdê xwe bin. Dema ez zewicîm birayê min xwişka min jî bi xwe re bir û dest danî ser meaşê bavê me. Piştî zewaca min bi salekê hevjînê min ji Îranê derket û bû penaber û paşê ez bi xwe re birim. Nêzî 3 sal in ez bi malbata hevserê xwe re dijîm da ku ez herim cem wî. Piştî zewica min bi salek xwişka min zewicî. Bi vî awayî meaşê bavê me yê mayî jî hat qutkirin.

Şahideh Rahimi anî ziman ku xwişka wê bi hinceta ku hevjînê xwe nîne ji bo ku careke din meaşê bavê xwe bi dest bixe berdan xwest û wiha got: “Hemû pirsgirêk ji ber gotina yekem û dawî ya birayê min bû. Min tu carî nekarî li dijî biryara birayê xwe derkevim. Ji ber ku ew kurê malbatê bû û ez jî keç bûm, ez ê bihatama sûcdarkirin û redkirin.”