‘Îsal Xweda xêr û xweşî da Şengalê’

Nîsan e. Her der gul û gulîstan e. Çiyayê Şengalê bi xemla meha Nîsanê û rengîniya biharê re, ji bo civaka Êzidî bûye cihê seyran û kefxweşiyê.

GULISTAN EZÎZ

Şengal - “Heşt deriyên bihuştê li ser çiyayan bêdeng in
Gulek li ser gorên bê nav vedike, 
Navê wê bihar e, bêhna wê berxwedan e.
Çar demsal dizivirin, 
Lê biharek heye ku ew tenê li çiyayan vedike, 
Ew tenê di dilê azad de vedike. 
Jiyan çi ye? 
Riyek, 
rêçek, 
belkî bîranînek…
Lê kevirê gorê di dilê çiyê de bêdeng li dijî her wateyê derdikeve.”

Bi hatina biharê re li çiyayê Şengalê her der şîn bûye. Daran kulîlk vekirine, gulên Nîsanê her derê xemilandiye, dengê çivîkan ji her derê tê. Cew êdî ne sar e lê ne germ e jî. Êzidiyan bi hatina biharê re xwe ji malê avêtine hembêza xwezayê. Ji zarok heta bapîr û dapîran hemû malbat bi hev re diçin seyranê. Beriya wê amadekariyeke berbiçav dikin. Bê ked xweşî jî nabe. Xwarin li malên xwe amade dikin ji bo li ser rûnên mînderên xwe birine. Zarok ji bo bilîzin topên birine.

Dema em gihîştin wê derê bi sedan malbat hatibûn jixwe. Hinek ji dayîkên bi temen hatibûn gel hev û sohbet dikirin. Hinek jinên ciwan ketibûn milên hev û li derdorê digeriyan. Hinek zarokan didan pey hev, bi hev re dilîstin.

Dayê Xezal Berekat û Sêvê Şemo jî hatibûn seyranê. Xezal, Sêvê, Xoxê, Şemê... Piraniya navê Êzidiyan jî ji xwezayê ne dûr in jixwe. Xwe ji parçeyek wê dibînin. Bi axa xwe ve, bi ava xwe ve girêdayî ne. Dibe ku fermana 2014’an gelek Êzidiyan ji axa xwe wan veqetandibe, jiyana heyî ser û bin kiribe. Lê niha gelek Êzidiyên ku man û yên piştî fermanê vegeriyan careke din jiyana xwe bi ser hev de tînin.

Dayê Xezal û Sêvê piyên xwe dirêj kiribûn, xwe dabûn ber tavê. Çarika wan a spî li serê wan bû. Jixwe kêm jinên bi temen ên Êzidî hene ku vê çarikê nedin serê xwe. Hema bibêje li serê hemûyan çarika spî heye. Bi rûkenî dipeyivîn bi me re.

Dayê Xezal bahsa xweşikiya biharê dike û dibêje: “Îsal Xweda xêr da, xweşî da. Bi hêviya ku Xweda Êzidiyan bi ser bixe û me bi hev re ji derd û belayan bistirîne û heqê Êzidiyan li erdê nehêle. Xwedê tifaqê di navbera me hemûyan de çêbike.” Weke her dayikê ew jî naxwaze zilm, nexweşiyek, şerek biqewime. Dîsa dixwaze Êzidî yekgirtî bin, yekdeng bin.

Îsal ji ber barana zêde bihar bi bereket e. Bi dehan kaniyên ku çikiyabûn îsal der bûn.  Ciyê ku digotin par giya lê şîn nebûye, îsal hemû kesk in. Genim û cehên wan wê îsal têrav bin.

Dayê Sêvê jî hezar duayên xweş ji bo me Êzidiyan dike û em bi wan gotinên xweş ji ba wan vediqetin.