Însiyatîfa ‘El-Harîsat’ rola jinan di dema şoreşa Sûdanê de ronî dike

Înîsiyatîfa "El-Harîsat" rola jinan di dema şoreşa Sûdanê de ronî kir û binpêkirinên ku girtiyên jin di zindanan de rastî wan tên bibelge kirin.

MEYSA EL-QADÎ

Xartûm – Şoreşa Kanûnê an jî Şoreşa Sûdanê rêze xwepêşandanên Sûdanê ye ku di 19’ê Kanûna 2018’an de, li hin bajarên Sûdanê bi sedema bilindbûna bihayan, buhabûna lêçûnên jiyanê û xirabûna rewşa welat di hemû astan de, derketine. El-Harîsat li ser her tiştê têkildarî tevgera gel a li kolanan dest bi xebatê kirin, bi îlankirina xwepêşandanan dest bi çalakiyan kirin. El-Harîsat bi xurtî beşdarî qonaxên şoreşê bûn û hejmarek ji endamên Însiyatîfê hatin girtin û vê yekê nehişt ku ew ji bo serkeftina şoreşê û bi destxistina armancên wê pêş de biçin.

Piştî rûxandina rejîmê

Berpirsa Însiyatîfa "El-Harîsat" Hadya Heseb Elah diyar kir ku piştî rûxandina rêjîmê û dema ku gel li ber Fermandariya Giştî xwepêşandanek li dar xistin, El-Harîsat konek ji bo însiyatîfa ronîkirina rola jinan di şoreşê de û zelalkirina daxwazên wan vedan û wiha pê de çû: “Yek ji daxwazên xwepêşanderan reformkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî bû. Me binpêkirinên ku van saziyan pêk dianîn bi riya yek ji çalakiyên di bin navê "Çîrokên Girtîgehê" de çîrokên çalakvan û xwepêşanderan û binpêkirinên di dema binçavkirinê de li wan hatine kirin ronî kirin. Înîsiyatîfa El-Harîsat piştgiriya psîkolojîk dide mexdûran. Em tenê komeke çalakvanên jin bûn, lê dema me dest bi xebatên piştgiriya derûnî kir, me pêwîstî pê dît ku xwe zêdetir birêxistin bikin û me El-Harîsat weke rêxistin qeyd kir. Ji wê demê ve em li ser hemû mijarên ku jinan eleqedar dikin, ji bo bidestxistina edaletê û parastina nirxên şoreşê ku azadî, aştî û edalet e, dixebitin.”

Pirsgirêkên jinan tê guhdarkirin

Hadya Heseb Elah da zanîn ku înîsiyatîfa El-Harîsat armanca parastina nirxên şoreşê û çi bi dest xistiye daniye ber çavên xwe, lê herî zêde ew giraniyê didin pirsgirêkên jinan û ev yek bi çalakiyên ku li dar dixin bi awayekî eşkere diyar dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo me yek ji mijarên girîng jî mijara beşdarbûna jinan di pêvajoya siyasî de ye. Nêzîkî neh ofîsên me hene, di nav de cerdevanên tenduristiyê yên jin û cerdevanên giyanî yên ku di warê tenduristiya derûnî de dixebitin, çavdevanên welat, , parêzvanên peyvan û ofîsên din ên ku bi hev re dixebitin, em ji hev cuda naxebitin, ji ber ku ofîsa rêveberiyê me li hev dicivîne, ew plan û stratejiyên cûrbecûr destnîşan dike û em bi hev re dixebitin. Di navbera me de hevkarîyek bilind heye û xwesteka xebata hevbeş heye.”

Cîhan bi çavê jinan

Hadya Heseb Elah bal kişand ser wê yekê ku hejmara yekem a kovara "El-Harîsat" dê di rojên pêş de ronahiyê bibîne û wiha axivî: “Ev hejmar wek hewldanek ji bo dîtina cîhanê bi çavê jinan hat zanîn. Kovareke cihêreng e ku xîtabî hemû jinan dike. Yek ji çalakiyên cuda yên El-Harîsat veqetandina cihekê ji bo jinan li navenda Înîsiyatîfê ji bo temaşekirina Kûpaya Cîhanê ye. El-Harîsat ji bo jinên ku dixwazin di warê aborî de serbixwe bin û dest bi projeyan bikin di warê dirûtin, xişirkirin, çêkirina şêranî û warên din de, gelek atolyeyên perwerdeyê organîze kirine. El-Harîsat di serdema hikûmeta veguhêz de ji bo parastina nirxên şoreşê gelekî hişyar bûn û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da ku daxwaza mafê destûrî yê jinan, ku di belgeya destûrî de hatiye diyar kirin, bi beşdariya jinan ji sedî 40 di nav pêkhateyên cuda yên desthilatdar de, bikin. Hikûmeta veguhêz vê mijarê bi cih neanî, ji ber vê yekê El-Harîsat kampanyayeke mezin organîze kirin û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.”