‘Êrîşên dagirkeriya Tirk destkeftiyên jinan tehdîd dike’

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sozdar Şêxo bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û got ku ev êriş destkeftiyên jinan ên di encama têkoşîna bê hempa de hatine bidestxistin tehdît dike.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Ji 19’ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di encama êrişan de şeva destpêkê li Dêrikê komkujî pêk hat û 12 welatî jiyana xwe ji dest dan. Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan didome. Hevseroka Desteya Hundirîn a Herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sozdar Şêxo bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û got ku ev êriş destkeftiyên jinan ên di encama têkoşîna bê hempa de hatine bidestxistin tehdît dike.

Sozdar Şêxo da zanîn ku şerê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne wê negihêje armancên xwe yên ji bo tunekirina şoreşa gelan û wiha pê de çû: “Gefên dagirkeriya Tirk ji bo herêmê ne nû ye, her tim daxuyaniya dide û tê de dibêje ew ê êrîşî herêm bike. Tevî îmzekirina peymana agirbestê jî ev gef nesekinîn, dewleta Tirk a dagirker hemû peyman binpê kirin û êrîşên xwe zêde kirin. Dagirkeriya Tirk ji bo hincetan ji bo êrîşê bibîne bi her awayî dixebite. Teqîna li Stenbolê ji bo dîtina hinceta êrîşkirina herêmê hatibû plankirin.”

‘Bi êrîşên xwe re armanc dike ku destkeftiyên jinan têk bibe’

Der barê bandora êrîşan li ser şoreşa jinê Sozdar Şêxo wiha got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca bingehîn a dagirkeriya Tirkiyê ne, ji ber ku jin şoreşa jinê ya ku armanca wê azadiya wan û hemû gelan e da destpêkirin û ev yek jî nîgeraniyek eşkere ji dagirkeriya Tirkiyê re çêdike, lewma jinên pêşeng dike hedef. Jinên herêmê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe wê li ber xwe bidin û têbikoşin. Di mehên bê de dewleta Tirk dê bibe şahidê hilbijartinên serokkomariyê û em li ber bidawîhatina peymana Lozanê ne, ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker hewl dide baweriya gelê Tirkiyê bi dest bixe.”

 'Êrîşên dewleta Tirk wê bi berxwedaneke xurt a gel re rûbirû bibin'

Derbarê helwesta wan weke Rêveberiya Xweser û israra xelkê herêmê ku mal û bajarê xwe neterikînin, Sozdar Şêxo wiha anî ziman: “Bi hêza gelê xwe em ê ji prensîbên xwe yên parastina destkeftiyên şoreşa xwe paşve gav neavêjin û helwesta me ji destpêkê ve diyar e. Hêzên leşkerî yên jin bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin amadehiya xwe ya ji bo bersivdayîna her cure operasyonên li herêmê piştrast kirin. Me daxwaza ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê ji aliyê bejayî ve em ji her şerekî li dijî dagirkeriya Tirkiyê re amade ne, ji ber ku em gelê berxwedêr in ku bi israra xwe ya serkeftinê tê naskirin.”

‘Ezmûnên me bihêz in, em ê ser bikevin’

Sozdar Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em jin dê li têkoşîna xwe, hêz û axa xwe xwedî derkevin. Ev xak bi xwîna şehîdan hatiye avdan û ne hêsan e ku em wê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re bihêlin. Ji bo bidestxistina serkeftina divê gelên herêmê bi şervan û hêzên xwe bawer bikin. Hêzên me û hêza gel hev temam dikin û bi israra wan a mayîna li malên xwe em ê bi ser bikevin. Ji ber ku piştî wan şerên ku me şahidî kir, ezmûn û şiyanên me bihêztir in û hêza me ji berê mezintir e.”